Li dijî gefên Erdogan ên li ser Efrînê PE’yê helwest nîşan da

Li ser gefên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê Parlamentoya Ewropayê (PE) helwest nîşan da.

Komên Sosyalîst û Demokrat, Yekîtiya Çepgir û Keskan ên PE’yê gotin ew ê plana êrîşê ya bi ser Efrînê de ya dewleta Tirk bi ‘dagirkeriyê’ binirxînin.

SOSYALÎST Û DEMOKRAT: DIVÊ MAFÊ KURDAN WERIN PARASTIN

Alîkarê Serokê Komê ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Kathleen Van Bremt got, ‘’Divê hurmet ji hebûna Kurdan a Sûriyê re, ji jiyan û mafên wan ên din re were nîşandan. Daxuyaniyên ji Erdogan beg tên û hewldanên  wî fikarên giran bi me re çêdikin. Belê, hem li Sûriyê û hem li Tirkiyê em dixwazin mafên Kurdan bêne parastin.’’

Bremt got divê YE û PE vê gefa dawî bînin rojevê.

YEKÎTIYA ÇEPGIR: DAGIRKERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li ser navê Yekîtiya Çepgir jî Gabt Zîmmer axviî û got, ‘’Di serî de Efrîn ti êrîşeke artêşa Tirk a bi ser Rojava de bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev ê bibe hewldana dagirkeriyê ku Kurdan ji xwe re dike hedef.’’

Zîmmer got, ‘’Divê YE û welatên endam bi rejîma Erdogan re nebin yek’ û got ew bawer dike ku wezîrên karê derve yê YE’yê geşedanên derbarê Efrînê wî bînin rojeva xwe.

KESK: DIVÊ YE DESTEKA XWE BIKIŞÎNE

Li ser navê Koma Keskan a PE’yê jî Hevserok Ska Keller jî got, ‘’Em bi teqezî li dij wê ne ku destwerdeneke leşkerî bi ser Efrînê û herêmên dî de bibe. Em ti carî qebûl nakin ku YE û welatên emdam bi Tirkiyê re, di serî de mafê mirovan, mijarên dî ku gelek caran me aniye rojevê bincil bikin û çekan bifiroşin Tirkiyê.’’