Li Dersim û Zagrosê du gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, gerîlayên YJA-STAR Dersim û Dîlpak ên li Dersim û Zagrosê şehîd bûbûn , bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlaya YJA-STAR Marya Reşît 1’ê Mijdara 2017’an li Dersimê û gerîla Dîlpak Evîndar Faraşîn jî 14’ê Hezîrana 2017’an li Zagrosê şehîd bûn.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî şehîdan wiha ye;

Di daxuyaniya xwe de ya 14'ê Mijdara 2017'an me bi raya giştî re par ve kiribû ku 1'ê Mijdara 2017'an li qada Sîdarê ya Dersimê artêşa TC'ê ya dagirker operasyonek kiriye, dema operasyonê di encama şer û bombebaranê de 8 hevalên me şehîd bûne û agahiyên nasnameyê yê hevaleka me hê zelal nebûye. Ji ber sedema şertên şer  zelalkirina agahiyên nasnameyê yê hevalên me bi derengî ketiye. Di şerê navborî de hevala me Marya (Sahra Kiliç) heta guleya xwe ya dawî li dijî dijmin şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyên nasnameyê ya hevalan me ya şehîd wiha ye:

Nasnav:  Marya Reşît
Nav û Paşnav: Sahra Kiliç
Doğum Yeri: Erzirom
Navê Dayik - Bav:  Rahîme - Servet
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 1’ê Mijdara 2017’an

Marya – Sahra Kiliç

14'ê Hezîrana 2017'an li herêma Zagrosê ya Qadên Parastinê yên Medyayê di encama şer û bombebaranê de hevrêya me Dilpak (Dîlan Aslan) şehîd bûye.

Agahiya nasnameyê ya hevala me ya şehîd wiha ye:

Nasnav:  Dîlpak Evîndar Faraşîn
Nav û Paşnav: Dîlan Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav:  Gulîzar – Hamît
Cih û Demê Şehadetê: Zagros / 14’ê Hezîrana 2017’an

Dîlpak – Dîlan Aslan

Hevrêyên me Marya û Dilpak hêviyên gelê Kurdistanê li milê xwe kirine, ketine rêya azadiyê û bi baweriyeke mezin têkoşiyana. Hevrêyên me Marya û Dilpak ku di têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê de bi fedaî şer kirin û şehîd bûn, ji roja ku tevlî gerîla bûbn tim bûne nûnerên fedekarî, dilsozî û baweriya bi azadiyê.  Hevrêyên me ku bi perwerdehiyên ku li çiyayên Kurdistanê standin, di hêlên jina azad û jiyana şoreşger de gelek gav dane ber xwe, di têkoşînê de ya bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad, bûne xwedî hewldaneke mezin.

Em du hevrêyên xwe yên milîtan ku bi hişmendiya azadî tenê bi fedekarî û berdêlên mezin pêk tê, têkoşiyan bi hurmet bi bîr tînin, em sersaxiyê didine malbatên welatparêz ên Kiliç û Aslan, em soz didin ku alaya azadiyê ku hevrêne me dewrî me krine heta serfiraziyê hildin."