Li Dêrikê û Qamişlo cenazeyê 3 şervanan hatin sipartina axê

Li bajarên Dêrik û Qamişlo cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristanên Şehdî Xebat Dêrik û Şehîd Delîl Saroxan hatin spartina axê.

DÊRIK

Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl cenazeyên Fermandarê YPG′ê Seyfedîn Can Polat (Nûman Amed) û şervanê Hêzên Xweparastinê Lorans Ebas li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Merasîm bi deqeyek rêzigirtina leşkerî vedestpê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Jînda Amara axivî, soza şopandina rêya şehîdan xeta rizgarkirina axa Bakurê Sûriyey ê ji terorê, dubare kir.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Efram Îbrahîm jî diyar kir ku ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo avakirina jiyana hevbeş, biratiya gelan û jiyaneke azad, canê xwe feda dikin.

Her wiha li ser navê malbata şehîd Lorans, apê wî Hewas Miflih axivî û diyar kir ku bi şehadeta kurê xwe serbilind in û destnîşan kir di çeperên berxwedanê de xwîna gelên herêmê tevlîhev bû.

Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şervanan di nava tilîliyanû dirûşman de hatin veşartin.

QAMİŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma cenazeyê Şervana YPJ’ê Îlhan Osman (Arîn Qamişlo)a li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin, bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zeyneb Îbrahîm, Fermandara YPJ′ê Sema Sariya û li ser navê malbata şehîd, meta wê Sewra Salih, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat diyarkirin ku şervanên azadiyê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, canê xwe feda dikin.

Fermandar Sema jî diyar kir ku şehîd Arîn xwedî hêz û kesayeteke cesûr bû û wiha got: ″Şehîd Arîn bi îsrar beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bû, da tola jinên Êzidî hilde.″ Sema di dewama axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wê hat kirin.

 Cenazeya şervana YPJ’ê bi tilîlî û dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.