Li Dêrikê bi hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Bi hezaran Dêrikî daketin qadan û êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.

Bi hezaran kes bi banga Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrikê li hev kom bûn û bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Xwepêşandanê li Qada Azadiyê dest pê kir û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li bajêr tevlî bûn.

Xwepêşandêr ji qadê ber bi kolanên Dêrikê ve çûn, dirûşmên silavkirina şehîdan, şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û bombebarankirina hovane ya li dijî gundên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, hildan. Her wiha wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên ciwanên şoreşger û sembolên Kurdan hildan.

Xwepêşandêran, tevî tilîliyên dayikan, dirûşmên silavkirina berxwedana HPG’ê, YPG, YPJ û QSD’ê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berz kirin. Xwepêşandêran berê xwe da Qada Şehîdan û li wir deqeyekê rêz girt. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê endamê rêveber Îbrahîm Feqe axivî û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarî û nikare vîna gelê Kurd ku di oxira azadî, rûmet û parastina çand û axa dîrokê de ciwanên pîroz dane, bişikîne."

Feqe wiha domand: "Hêzên li her çar parçeyên Kurdistanê destanên leheng, bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîsînin, ji lew re sozê didin hêzên xwe ku piştevanî û piştgiriyê heta pêkanîna serkeftinê pêşkêş bikin."

Li aliyekî din jî bi navê Yekitiya Jinan a Ciwan Azî Berçem wiha axivî: "Di vê merheleya dîrokî de ku herêmên me rastî kirêttirîn komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê tên, divê em yekitiya xwe xurt bikin û li dora hêzên xwe yên ku li hember hovanetirîn hêzên terorîst şer dikin bin ku sûc li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk anîne."

Azî Berçem wiha domand: "Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinan a Ciwan wê têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirker û rêxistinên terorî ku hewl didin ewlehiya herêmên me têk bibin, bilind bikin.”

Xwepêşandan bi stranên şoreşgerî, tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.