Li Dêra Zorê cenazeyê 2 şehîdan hate veşartin

 Welatiyên Dêra Zorê cenazeyên şervanê QSD’ê Ekrem El-Yûsêf û Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Fîras El-Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hênî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyên şervanê QSD’ê Ekrem El-Yûsêf û Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Fîras El-Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hênî El-Hesen a li herêma Bîsera veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin. Piştre li ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed El-Elî axivî û wiha got; “Şehîd ji bo azadiya welat û parastina gel berdêlên giranbuha pêşkêş dikin, em ji bîr nekin ku bi saya wan em li vir kom bûne û di nava aramiyê de ne."

Endama Rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Îlham El-Hesen jî axivî û got, "Çiqasî em qala lehengiya şehîdan bikin, em nikarin mafê wan bidin. Em deyndarên şehîdan e û soz didin ku em destkeftiyên wan biparêzin."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan ji aliyê endama rêveber a Saziya Malbatan Şehîdan ve hatin xwendin û radestî her du malbatên wan hate kirin.

Welatiyan cenazeyên şervanê QSD’ê Ekrem El-Yûsêf û Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Fîras El-Hesen bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.