Li Dera Zorê 2 gund hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Meclîsa Leşkerî ya Dera Zorê li rojhilatê Dêra Zorê bi pêş ve diçin. Şervanan 2 gund ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Pengava Bagera Cizîrê di roja 33'an de bi awayekî serketî didome. 

Di çarçoveya pengava Bagera Cizîrê de vê sibehê ji aliyê Baskê Mergede ve gundê Kobra ku li qiraxa çemê Xabûrê ye û ji aliyê baskê Ebu Fas ve jî gundê Mewalîh ku li bakurê bajarokê Siwerê ye hatin rizgarkirin.

Li van her du gundan, ji duh ve şerekî giran diqewimî.

Di encamê şer de li gundê Mewalihê 9 çete hatin kuştin. Li gundê Kobra panzerekî bi teqemeniyan hatibû dagirtin, ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.