Li çola Libyayê leylana Osmanî

Pisporên ku şerê dawî yên Libyayê dinirxînin gotin, divê şerê çolê û yên bajarên mezin ên weke Trablûs û Misratayê ji hev were veqetandin û wiha were nirxandin. Pispor dibêjin pêşketiya li çolê ji bo kurtedemekê ye.

Piştî ku Muammr Qeddafî 2011'an hilweşiya Libya bû du beş û piştî ku hêzên herêmê yên biyan û navnetewî tevlî nav şêr bûn şer vê sala dawî pir giran bû.

Li aliyekî şer bi navenda Tobrûkê Artêşa Netewî ya Libyayê (LUO) ya bi serfermandariya general Helîfe Heftar heye û 80 ji 100'î yê welêt ew kontrol dikin.

Li aliyê dî jî bi navenda Trablûsê Birayên Misilman, Hikûmeta Mitebeqata Netewî ya bi seroktiya Fayyîz El Serrac heye.

Rûsya, Siûdî, Mîrektiyên Yekîtya Ereb, Misir û Fransa destekê didin LUO'yê, dewleta Tirk, Qetar, Italya û  Ingilîz destekê didin Seraç.

DEWLETA TIRK LI LIBYAYÊ ÊDÎ ALIYÊ ŞER E

Dewleta Tirk ku li pey xeyalên Osmanî diçe ku bi peymana Uşiyê ya sala 1911'an îmze kiriye, li ser Libyayê ku xaka herî dawî li Efrîkaya Bakur ji dest dabû, doza heq dike.

Dewleta Tirk ku destekê de Hikûmeta Mitebeqaya Netewî ya bi pêşengiya Serax a li ser xeta Îxwanî Mislim li gel ambargoya NY'yê jî her roj çek û cebilxaneyê dişîne. Amurên Hewayî yên Bêmirov û Amûrên Hewayî yên Bêmirov ên Biçek hê jî bi çalakî li nav şer in.

Her wiha dewleta Tirk a ku leşker şandine Libyayê di fermandariya şer de jî cih digire. Li gel vê ji 5 hezaran zêdetir endamên çeteyan (DAÎŞ'î, El Nûsra û têkilî Îxwan) ji Sûriyê birin Libyayê.

LUO BEŞEKÎ MEZIN Ê WELÊT KONTROL KIR

Dewleta Tirk li gel nerazîbûna welatên ku sînorên bi Deryaya Spî re heye jî 20'ê Kanûna 2019'an bi hikûmet Serac re peymanek danî û îdîa kir ku sînorên Deryaya Spî kirine yek.

Li gel hemû gavên Tirkiyê jî hêzên Heftar 2019'an tim bi pêş ve çûn, gelek herêm standin û hêzên Serac di Trablûsê de asê kirin.

KEYSPERESTIYA DEWLETA TIRK A KORONAYÊ

Di demeke wiha de ku Sekreterê Giştî yê NY'yê ji ber pandemiya koronayê li hemû cîhanê agirbest ragihandî û hemû cîhan li ser têkoşîna dijî vîrûsê disekine, dewleta Tirk heftiyên bihurî li dijî hêzên Heftar pêleke berfireh a êrîşan da destpêkirin.

Şerîda pereva rojava ya Trablûsê û hin jîgehên li sînorên Tûnûsê kete destê hêzên HMN (Hikûmeta Mitebeqata Netewî). Bi taybetî Sebrata ^uSarman ji bo HMN'ê girîng bûn. Ji ber ku îsa bi Tûnisê re têkilî çêbû.

Ji bo dewleta Tirk ku bi xeyala 'Osmaniya Nû' çûye sefera Libyayê rewş qet ne baş e. Her roj dewleta Tirk derban dixwe, van rojên dawî bi êrîşên ku li çolê dabû destpêkirin di ser çapemeniyê de ji bo alîgirên xwe leylanek çêkir.

CEDAL: ÊRÎŞ NE SURPRÎZ IN

Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Libyaê Dr. Muxtar Cedal got cihen ku HMN'ê standî 'ne surprîz e'' û ev ji bo LUO'yê bi giringiya stratejîk in.

Pisporê dîroka modern Dr. Muxtar Cedal jî got,''HMN bi standina xeta ser sînor dixwaze têciriya mirovan û rêyên petrolê kontrol bike. Bidestxistina sînorê Tûnisê ji bo xwe weke xeta hilmstandinê dibînin.''

REBÎ: ŞERÊ TRABLÛS Û MÎSRATAYÊ JI HEV CIHÊTIR IN

Nûçegihan û pisporê Lêkolên Libyayê Evdilhadî Rebî got li Libyayê şerê li bajarên Trablûs û Misratayê ji hemû şerê li herêmên din ên welat cudatir e.

Rebî got,''Ev du bajar li gorî deverên din mezintir in. Li vir taxeke ku were standin ji standina bajarekî dî yê Libyayê zortir e. Her wiha hê bêhtir stratejîk in jî.''

CEDAL: JI BO LUO TARHÛNA HÊ BÊHTIR STRATEJÎK E 

Dr. Muxtar Cedal got cihên ku LUO ji dest dane ne bi giringgiya stratejîk in û got, ji bo LUO cihê herî stratejîk Tarhuna ye û ji bo ku teqwiya şandine ji bo hêzên Tarhûnaye bajar li ber xwe dide.

Tarhûna 100 km dûrî Trablûsê ye, li başûrêrojhilat e, şêniyên Tarhûna konfederasyona eşîra Tarhûna pêk tîne. Eşîra Tarhûna bi LUO re tevdigere, dewleta Tirk li Libyayê herî pir vê eşîrê dike hedef xwe.

Cedal got Tarhûna ji bo LUO stratejîk e û got, ''Hêzên li vir baş li ber xwe didin. Di rojên pêş de dibe ku em agahiyên surprîz bistînin.''

ŞERÊ TAKTÎK Ê DAWÎ YÊ LUO Û HMN'YÊ

Rebî got Artêşa Netewî ya Libyayê hêzeke nû ye û piranî ji bermayên artêşa serdema Qedafî çêbûne û ev hêz jî ji 100 hezarî nabihurin.

Rebî got: ''Hijmara vê hêzê ne bi wê astê ye ku hemû Libyayê kontrol bike. Ji ber vê jî îdare û berevaniya deverên ku kontrol dike dide hêzên xwecih û wiha bi pêş ve diçe. Deverên ku winda dike wiha winda dike.''

Rebî got LUO hemû giraniyê dide ser Trablûs û Mîsratayê û got HMN bi dewleta Tirk û çeteyên ku ji Sûriyê anîne êrîşê dibe ser qadên çolê û dixwaze xeleka LUO ya li Misrata û Trablûsê bişkîne.

ŞERÊ LIBYA Û IDLIBÊ

Di şerê Libyayê de weke li Sûriyê li mewziyên cihê du hêz hene: Rûsya û dewlet Tirk. Van salên dawî şerê li Libya û Idlibê bi rêjeyeke berevajî hev kêm û zêde dibin.

Dema ku Sibatê li Idlibê şer giran bû Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan hêzên Rûsyayê yên li herêmê Wagner kiribû hedef û gotibû, ''Hefter xwe kire pişt Wagner. Wagner lejyoner e. Heftar jî lejyoner e.''

Medyaya Rûs jî çeteyên ku dewleta Tirk ji Idlibê biribû Libyayê kiribû rojeva xwe.  Wezîrê Kare Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî çeteyên dewleta Tirk qest kir û got, ''Em ê destûrê nedin ku ji bo teroristan qadeke nû were vekirin.''

PEYAMA DEWLETA TIRK A JI BO RÛSYAYÊ

Dewleta Tirk vîrûsa koronayê ji xwe re weke fersend dît û li dijî LUO'yê bi navê ''Wolqana Hêrsê' êrîş da destpêkirin û bi vê dîsa di ser hêzên Wager re peyam da Rûsyayê.

Artêşa Tirk ji hewayê bi Erebî û Ingilîzî broşûrên ''Teslîm bibin'' avêt,  Libyayê jî jî broşûrên li Tarhûna ku navenda bicihbûna Wagner e, bi Rûsî hazir kir.

Di broşûran de hate gotin, ''Divê hûn vekişin û şer bidin sekinandin. Me bi were biryar da ku em aştiyê bikin. Çi kesê ku çekê nedeyne em ê wan bikujin. Ev fersendeke ji bo we. Alava çiyayê ku dişewite, tê ku berfa Moskowayê bihelîne.''