Li çiyayan nemirkirina kêlîkan

Divê mirov qala gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bike û wan li bîra dîrokî neqiş bike. Ev gerîla kêlîkan nemir dikin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê hatine û bawerî bi heman dozê anîne. Li hespê ba siwar bûne, biryar dane ku bibin şoreşger, pêşeng û şervanên gel. Utopyaya wan a bêdawî jî yek e, ya ku 45 sal in didome.

Mal û hêlîna wan lûtkeyên çiyayan e. Çekê hildigirin û tolê jî distînin. Bi kişikê dilîzîn, şîvê çêdikin û nobetê digirin. Her yek di stran û utopyayekê de xwe dibîne. Pirtûk û fîlman pêşniyazî hev dikin. Qala bîra dîrokî dikin. Dozeke wan a pîroz heye. Tu tiştî bi derengî naxînin. Bi qasî ku dijîn henekê xwe bi mirinê jî dikin.

Qala hebûn û rastiya Kurdan dikin. Pergala qirkirin, înkar û îmhayê analîz dikin û qala rastiya PKK’ê dikin. Dev ji doza xwe bernadin. Rûdinên ji hev re qala şeran û kêlîkan dikin, qala evîna li ser rûyê erdê dikin. Bi hev re li ser felsefe, huner û wêjeyê nîqaşan dikin.

Heta kêşeyên civakî xwe nas jî dikin. Girêdayî çand û nirxên xwe yên civakî ne, dizanin ku bi berxwedan û berdêlan hatine vê astê.

Em qala jiyana bi hezaran gerîlayan dikin ên ku dixwazin tîna xwe bi Rêbertî û heqîqeta gel bişkînin. Gerîlayên modern ên ku li ser rêya heqîqetê bûne Derwêşên dema me. Li çiyayên Kurdistanê kêlîkan nemir dikin û dîrokê dinivîsin.

Piçekî be jî em dixwazin qala van dîroknûsan bikin. Em jiyana van qehremanên ku em bûne şahidên wan, li kamera û bîra xwe qeyd dikin. Em qîma xwe bi vî tiştî naynin, dixwazin zarokên vê axa pîroz di bîra dîrokî de bi cih bikin.