Li Belçîkayê doza PKK'ê li Daraza Bilind e

Li  Belçîkayê li ser biryara Dadgeha Îstînafê ya PKK 'ne rêxistineke terorîst e' piştî ku dewleta Tirk îtîraz kir, dosya çû Daraza Bilind. Dozgerê Daraza Bilind got, biryara dadgeha jêrîn di cih de ye.

2019'an li ser biryara Dadgeha Îstînafê ya derbarê doza PKK'ê, dewleta Tirk û dozgerê dadgeha jêr îtîraz kiribû û li ser vê biryar çû temyîzê.

Di rûniştina dozê ya Daraz Bilind de ku vê Sêşemê pêk hat, parêzerên siyasetmedarên Kurd ku bûne mijara dozê diyar kirin, biryar di cih de ye û gotin, divê biryar were pejirandin.

Li ser vê jî dozgerê dadgeha jêrîn û parêzerên ku dewleta Tirk temsîl dikin ji bo ku bersivê bidin mutealaya dozgerê Daraz Bilind dem xwestin.

Li gorî agahiyên ku ji kanên nêzî dozê hatine standin, danişîna piştî niha taloqî 28'ê Çile bû.

Dewleta Tirk jî herî dereng 24'ê Çile divê bi niviskî bersivê bide.

Di doza PKK'ê de di nav siyasetmedaran de ku têne darizandin Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyî Aydar hene. Tê payin siyasetmedarên Kurd piştî biryara Daraza Bilind şîrove bikin. Aydar ku ji ANF'ê re aixvî got piştî biryarê ew pêşbîniya wê dikin ku daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

Li Belçîkayê van 3 salên dawî di berjewendiya PKK'ê de 5 biryar hatin standin. Dadgeha Îstînafê 8'ê Adara 2019'an têkilî du dozên cuha biryar stand. Di herduyan de jî du kes an jî saziyên ku guman ji wan dihate birîn ku endamên PKK'ê ne, li dadgehÊn Brûkselê biryar li ser wan hatibû standin,''ji ber ku tevlî nav xebatên komeke terorîst bûne nikarin werin darizandin''. Dadgehê li ser PKK'ê got, tevlî nav şerekî domdirê, ''ê ne navnetewî bûye'' û ''hêzeke ku ne xwedî dewlet e'' û diyar kir yasaya antîterorê ya Belçîkayê di weqayên wiha de wê nikaribe were xebitandin. Dewleta Tirk û Dozgeriya Federal a Belçîkayê çawa ku li dijî biryarên beriya niha îtîraz kiribûn 20'ê Adara 2019'an biryara Dadgeha Îstînafê jî li Daraza Bilind biribû temyîzê.