Li bejahiya Mexmûr û Kerkûkê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê

Li nêzîkê Mexmûrê artêşa Iraq û Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh pêk anîn. Li Kerkûkê jî 9 gund ji bermahiyên DAÎŞ'ê hatin paqijkirin û 2 çete hatin kuştin.

Duh saet 24:00’ê şevê heta destê sibeha îro hêzên artêşa Iraqê bi desteka hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî li nêzî gundê Elî Reş ê li binarê rêzeçiyayê Qereçoxê yê  bajarokê Qeracê li dijî stargehên çeteyên DAÎŞ'ê operasyonekî hevbeş pêk anîn.

Heta niha ji bilî agahiya ku dibêje di wê operasyonê de bargehên çeteyên DAÎŞ’ê hatine hedef kirin û cebilxaneya wan hatî îmhakirin, ti agahiyekî din ê fermî derbarê kuştî û birîndarên her du aliyan nehatiye dayîn.

Herêma opersyon lê hate kirin bi qasî 10 kîlmoetreyan nêzîkê wargeha şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ye. Ji ber wê jî di tevahiya dema operasyonê de tevgera balafirên şer a li ser herêmê û dengê çekên giran bê navber hatiye bihîstin.

Hêjayê gotinê ye ku zêdebûna tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji bo şêniyên herêmê bûye metirsiyeke mezin.

LI BAŞÛRÊ KERKÛKÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên artêşa Iraqê tevî hêzên koalîsyona navneteweyî li bejahiya Kerkûkê jî doh operasyone kirin.

Fermandarê Giştî ya Hêzê Taybet a Lezgîn a Iraqê Samir Husênî têkildarî mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de ragihand ku destpêkê balafirên şer ên hêzên koalîsyonê herêma diyarkirî bombe kir û piştre jî hêzên bejahî dest bi operasyonekê kir.

Hûsênî got: "Di roja yekem a operasyonê de ya li gundewarên Daqûqê ji 17 gundên hatibûn diyarkirin 9 gund hatin rizgarkirin."

Fermandar Hûsênî destnîşan kir ku di roja yekem a operasyonê de wesayîteke bombekirî û 35 mayîn hatin bêbandorkirin.

Hûsênî anî ziman ku li başûrê rojhilatê Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku hewl didan êrîş bikin jî hatin kuştin.