Li bejahiya Geverê çalakiya gerîla

Gerîlayên HPG û YJA Starê 1'ê Hezîranê li Tepê Alîşer ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li çeper û stargehên leşkerên Tirk ên dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 1'ê Hezîranê saet di 08:00 de li qada Tepê Alîşer ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li dagirkeran dan. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîkirin.

Di 31'ê Gulanê de saet 15:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatine."