Li Amedê bi hezaran kes diçin qada mîtîngê

Bi hezaran kes bi dirûşma, ''Leyla Guven rûmeta me ye'' ber bi mîtînga Meyda Stesyonê ya Amedê ve diçin, ku HDP'ê ev mîtîng ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên briçîbûn organîze kiriye.

Mîtînga ku HDP'ê û KCD'ê ji bo balê bikişîn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li zindanan ên bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin, bi dirûşma, ''demokrasî, azadî û dadmendiyê'' li Meydana Demokrasiyê ya 5'ê Hezîranê (Stesyon) dest pê kir. Ji aliyê Sûr, Ofîs û Baxlarê ve gel ber bi qada mîtîngê ve diherike, ku hêzên çekdar ên Tirk li derdora qada mîtîngê dorpêçek danîne.

Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsa, ''Ji bo aştiyê çareserî, tekane çareserî muzakereye'', ''Leyla Guven mafdar e'', ''Vîna gel nikare tine were hesibandin, vîna gel nikare were desteserkirin'', ''Li dijî şer, Rewşa Awarte û BHQ wê aştî bi ser bikeve'', ''Ji bo her kesî dadmendî ji bo her kesî aştî'', ''Dadmendî+wijdan = mirovahî'' hatin daleqandin. Bi sedan kesên ku di dest wan de alayên HPD'ê, DBP'ê hatin qada mîtîngê, girseya ku ji Mêrdîn, Şirnex, Êlih û ji bajar û navçeyên derdorê bi konvoyê hatin, bi dirûşmeyan ketin qada mîtîngê.

Ên ku ketin qada dirûşmên, ''Bê Serok jiyan nabe'', Girtiyên azadiyê rûmeta me ne'', ''Leyla Guven rûmeta me ye'', ''Bijî berxwedana Leyla'' gotin. Dengê dirûşman li bajêr olan dide, li pişt barîkatan jî gel bi lîlandin û çepikan destekê didin. Koçerên ku ji Êlih û bajarên derdorê hatin bi kincên xwe yên gelêrî balê dikişînin ser, gel bi govend û lîlandian çalakiya Guven slav dike.

Mîtîng wê bi axaftina Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk û Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan bidome.