Li Agirî û Colemêrgê çalakiyên gerîla: 19 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Bazîdê derba giran li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Li Çelê û Geverê jî di çalakiyan de 9 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla yên li Bazîd, Çelê û Geverê ev agahî da:

LI BAZÎDÊ SÊ STARGEH Û DU ÇEPER HATIN RÛXANDIN: 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de hêzên me 8'ê Mijdarê saet 17'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Birnê Reş çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li leşkerên li ser gir xistin û di encamê de 3 stargeh û 2 çeper rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, zêdeyî 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û tankan bombe li herêmê barand. Û termên leşkerên xwe û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA JI DU BASKAN VE

Hêzên me roja 8'ê Mijdarê saet 9'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregolê xistin. Çalakî ji du baskan ve li dijî stargeh û çeperên dijmin pêk hat. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

6 LEŞKERÊN TIRK LI GEVERÊ HATIN KUŞTIN

Roja 7'ê Mijdarê saet 12:30'î, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Şehîd Rahîme ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji du baskan ve derb li makîneyên kar û çeperên leşkerên dijmin hatin xistin û kepçeyek hate îmhakirin. 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker obus û hawan piştî çalakiyê avêt herêmê."