Li Şerayê 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Hêzên HRE'yê ragihandin, li navçeya Şera ya Efrînê di çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de 9 leşker hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encama çalakiya li Şerayê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete de, li navçeya Şera ya Efrînê herî kêm 9 leşkerên dagirker hatin kuştin, 14 jî birîndar bûn.

Yekîneyên me 30'ê Nîsanê li gundê Qitme yê Şerayê, li du 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî yên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de wesayit hatin rûxandin û 7 leşkerên tê de hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

30'ê Nîsanê li heman herêmê hêzên me kemîn danîn ber yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker û şer li herêmê qewimî. Di şer de 4 jê giran herî kêm 6 leşkerên dagirker birîndar bûn.

30'ê Nîsanê li herêma navbera Şera û Ezazê, hêzên me li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker xistin û îmha kirin. Di encamê de 2 leşkerên payebilind hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyan bi obus û tankan bomberdûmaneke giran li bejahiya Şera û Şêrawa kir. Her wiha balafirên şer û firokeyên bêmirov ên artêşa dagirker li ser herêmê geriyan. Di çalakiyan de şervanekî me şehîd bû, 2 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn."