Li Îranê rêberekî şoreşger: Bijan Cezanî!

Cezanî yê antîfaşîst û antîkapîtalîst ji nivîsên ku li zindanê nivîsî astengiyên li pêş şoreşgerên Îranê dikole. Bijan Cezanî Kurdan wekî civakeke xwedî dînamîkên herî şoreşger ê herêmê pênase dike.

Îran xwedî dîrokeke têkoşîna ya şoreşger e. Li Îranê piraniya pêşengên têkoşîna şoreşger dema Şah Riza Pehlewî  û piştre jî ji hêla rejîma Îranê ve hatin qetilkirin.

Yek ji van pêşengê şoreşger jî Bijan Cezanî ye. Bijan Cezanî ku yek ji damezirînerê Fedaiyên Gelê Îranê ye, beriya bi 44 salan li zindana ku ji hêla rejîma Şah ya Îranê ve dîl hatibû girtin, li gel 8 hevalê xwe hate kuştin.

Bijan Cezanî, kurê Hossîen Cezanî û Alamtaj Kalantarî Nazarî li Tehranê jidayik bû. Ji dema azadiya siyasî ve ku bi sirgûniya malbata wî ya Şah Riza dest pê kirî û heta hilweşandina Mihemmed Mossadeg dom kirî, tevlî nav Partiya Tudeh dibe. Bavê wî yê polîs 1945'an bi çalakî tevlî nav Tudehê dibe. Dayika wî jî di nav baskên jinan de cih digire.

HÊ DI CIWANTIYA XWE DE TEVLÎ NAV TÊKOŞÎNÊ DIBE

Cezanî ku  zû tevlî nav têkoşîna siyasî û şoreşger bûyî, 1953'an piştî ku rêveberiya Musaddik ji hêla darbeya leşkerî ya Şah Riza Pehlewî ve hatî hilweşandin, bi demeke kurt, di 16 saliya xwe de hate girtin. Piştre tevlî nav rêxistiniya ciwanan a TUDEH'ê ya Partiya Komunîst a Îranê ya li ser xeta Sowyetan dibe. Cezanî, van salan gelek caran hate girtin û êşkence dît. Piştre mîlîtanên mîna Cezanî û Alî Ekber Farahanî, Muhammed Aştiyanî, Hamîd Eşref TUDEH bi reformîzmê û bi îxaneta gel sûcdar dikin û ji partiyê vediqetin û rêxistineke Marksîst-Lenînîst a bi navê Fedayiyên Gel ava dikin.

Rêxistina ku bawer dikir hewceyî pê heye ku li Îranê têkoşîna çekdarî were kirin amadekariyên wê kirin, 1967'an polîsan rêxistin derxiste holê û li gel Cezanî gelek endamên rêxistinê hatin girtin.

Milîtanên ku nehatin girtin bi raperîna Sîah-Kalê têkoşîna çekdarî dane destpêkirin, 1971'an êrîş birin ser cihekî jandarma yê Sîah-Kalê. Cezanî derbarê giringiya bûyera Sîah-Kalê dibêje, ''Di serdema zext û bêdengiya giran de, di rewşeke wiha de ya ku bêgav mabû, ku rejîm jî di rewşa xwe ya herî xurt de bû, şervanên gerîla yên li Sîah-Kalê li dijî leşkerên bi pere yên rejîmê êrîş kirin'' û didomîne, ''Tenê armanceke vê êrîşa li ser cihê jandarma heye: Şerê li dijî rejîmê yê tevgereke şoreşger.''

LI GIRTÎGEHÊ HATE KUŞTIN

Cezanî yê ku 1967'an li gel gelek hevalên xwe ji hêla rejîma Îranê ya Şah ve hatî girtin, 15 sal ceza lê hate birîn, vê demê Cezanî li ser pirsên teorîk ê têkoşîna çekdar û rêxistinî nivîs nivîsîn, lê hê wext zêde derbas nebûyî bi hinceta ku ''hewl dane ku birevin'' li gritîgehê hate kuştin.

FEDAIYÊN GEL MEZIN BÛ

Rejîma Îranê ku pê derxistî Rêxistina Fedaiyên Gel ê bi pêşengiya Cezanî formûla wê hatiye danîn, li ser rêya stratejiya şerê leşkerî ya polîtîk ve diçe, gelek milîtanên rêxistinê girt û li girtîgehên rêxistina êşkenceyê ya şah SAVAK'ê bi êşkenceyê dar vekirin, dane ber guleyan.

Lê li gel vê jî ber dawiya salên 1970'yî ve Fedaiyên Gel bi 5 hezar milîtanên xwe û bi deh hezaran sempatîzanên xwe ve bûbû rêxistineke karîger.

HER WIHA TEORÎSYEN E

Cezanî li gel pêşengiya şoreşger a çalakiyên leşkerî yên pratîk, xebatên teorîk ên Marksîst-Lenînîst dikir û derbarê çareseriya pirsên herêmê teoriyên xwe dayanî. Du pirtûkên wî yên weşandî hene. Di pirtûkên xwe de bala xwe dide ser dînamîkên şoreşger ên Îranê û herêmê, li ser wan mijaran disekine ku ev dîmanîkên şoreşger ji bo ku şoreşekê pêk bînin divê xwedî rêxistiniyeke çawa bin. Cezanî yê ku atnîfaşîst û antîkapîtalîst e, di nivîsên xwe de yên ku li zindanê nivîsî astengiyên li pêş şoreşgerên îranê vedibêje.

JI BO KURDAN 'GELÊ HERÎ ŞOREŞGER' DIBÊJE

Bijan Cezanî ku di berhemên xwe de û teorîyên xwe yên şoreşgerî de bala xwe dide ser Kurdan jî, ji bo Kurdan dibêje, li herêmê yên ku herî pir xwedî dînamîkên şoreşgerî ne, Kurd in û her wiha balê dikişîne ser tasfiyeyên navxwe yên partiyên Kurd jî. Cezanî pêşbîniya wê dike ku li Başûr bi tasfiyekirina Silêman Moînî û her wiha tasfiyekirina berpirsê têkoşîna çekdarî ya ÎKDP'ê Îsmaîl Şerîfzade, Mela Avare, Evdile Moînî, hatiye xwestin ku bi maweyeke dirêj têkoşîna şoreşger a Kurdan were astengkirin û dixwaze were xwestin ji wan kesên ku ev tasfiye kirine.