Li Îranê di dema merasîma leşkerî de êrîş hate kirin -NÛ BÛ

Li bajarê Ahvazê yê li başûrê rojavayê Îranê di dema merasîmeke leşkerî de êrîş hate kirin. Tê gotin ku ji ber êrîşê gelek kes mirine û birîndar bûne.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku li bajarê Ahvazê di dema merasîma leşkerî de êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Li gorî nûçeya qenala televîzyonê, çekdaran gule li leşkeran reşandine û ji ber êrîşê gelek kes mirine û birîndar bûne.

Ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê diyar kir ku li gorî bîlançoya destpêkê herî kêm 20 kes birîndar bûne ku yek jê zarok, yek jî jin e.

Ajansa Tasnîmê jî diyar kir ku 10 leşker hatine kuştin. Li gorî ajansa nûçeyan a ÎSNA'yê 8 ya jî 9 leşker mirine, 20 jî birîndar bûne. Waliyê wîlayeta Hûzîstanê ku Ahvaz paytexta wê ye Alî Huseyîn Huseyînzadeh got, rewşa birîndaran krîtîk e.

Ajansa nûçeyan a Farsê ragihand, du çekdaran destpêkê gule li girseya gel reşandine û piştre êrîşî trîbûna fermî kirine. Ajansa Farsê diyar kir, her du kes hatine 'notralîze'kirin.

Bi wesîleya roja destpêkê ya hefteye parastinê ya pîroz, Mûxafizên Şoreşê (Pasdaran) û artêşê di serî de li Tehranê li hemû eyaletên mezin ên Îranê vê Şemiyê merasîmên leşkerî organîze kirin. Serokkomarê Îranê û rayedarên payebilind jî tevlî merasîman dibin. Di merasîman de çekên ji teknolojiya pêşketî jî tên nîşandan. Li bendergehên Kendava Farsê û Bender Abbasê 600 keştiyên şer tevlî merasîmên leşkerî bûn.