Li Îngilistanê jineke Kurd a Elewî bû parlamenter

Feryal Clark Demîrcî ku jineke Kurd û Elewî ye di hilbijartina Brîtanyayê de hate hilbijartin û bû parlamenter.

Di hilbijartinên Îngilistanê de namzeta Partiya Karker a li herêma Enfîeld a Bakur Feryal Clark Demîrcî li gorî encamên hilbijartinê hate hilbijartin û li Parlamenta Brîtanyayê bû yekem jineke Kurd a Elewî ku ji Londonê hate hilbijartin. Namzetekî din ê Kurd Îbrahîm Dogûş jî li herêma West Bromcwîchê namzet hatibû nîşandan, lê di hilbijartinê de bi ser neket.

ZÊDEYÎ 23 HEZAR DENG WERGIRT

Li Brîtanyayê di hilbijartinên pêşwext ên 12'ê Kanûnê de li gorî encamên nefermî Partiya Mûxafazakar bi tena serê xwe bû desthilatdar. Demîrcî ku hate hilbijartin 23 hezar û 340 deng wergirt. Demîrcî zêdeyî nîvê hemû dengên herêma xwe wergirt.

Di serî de Meclîsa Gelê Kurd û Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê saziyên Day-Mer, Gîk-Der, Alxas Comê piştgiriya Demîrcî kir.

Demîrcî bi eslê xwe ji herêma Kurecîkê ya Meletiyê ye û herî dawî Alîkara Şaredarê Hackneyê bû.

DOGÛŞ: TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE

Namzetekî din ê Kurd Îbrahîm Dogûş jî li herêma West Bromwîchê ji Partiya Karker namzet bû, lê di hilbijartinê de bi ser neket. Li herêma ku Dogûş lê namzet bû Partiya Mûxafazakar bi ser ket. Dogûş piştî encamên hilbijartinê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew li West Bromwîchê tevî tîmeke serketî û gelek kesên bi xwesteka xwe kar kirin kampanya meşandin û got, "Ji bo civakeke hîn baştir wê têkoşîna xwe dewam bikin."