Li Îdlibê şer giran bû, sivîl direvin ser sînor

Li Îdlibê ku di navbera Moskowa û berdevkê çeteyan Enqereyê de "herêma bêçek" hate ragihandin, di navbera hêzên rejîmê û Heyet Tehrîr El Şam de bomberdûman didome. Sivîl ber bi sînor ve direvin.

Ji 2'ê Gulanê ve rejîma Sûriyeyê û hevalbendê wê Rûsya bomberdûmaneke giran li Îdlibê dikin.

Şeva 2'ê Gulanê Heyet Tehrîr Şam bi fuzeyên grad û droneyan êrîş biribû ser baregeha hewayî ya Rûsyayê ya li Hymemîmê û ji hingî ve hêzên rejîmê û Rûsya bomberdûmanê dikin.

Roja Yekşemê hêzên rejîmê êrîşa hewayî birin ser rojavayê Îdlibê.

Ji rojavayê Îdlibê û Hamayê bi hezaran Îdlibî reviyan gundên Atme û Aqrabatê yên Îdlibê.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pê ewle wergirt, dewleta Tirk 18 roj in li ser sînorê Hatay-Îdlibê ji bo 400 hezar kesî kampa penaberan ava dike.