Li 20. Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Rihayê du teqîn pêk hatin

Li 20’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Rihayê li pey hev du teqîn pêk hatin.

Li 20’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya ya li navenda bajarê Rihayê li pey hev du teqîn pêk hatin. Teqîn li tevahî bajar hate hîskirin, sewqyateke zede ya ambûlansan ji bo nava fermandariyê hate kirin.

Rêrya diçe fermandariyê bi temamî li trafîkê hate girtin. Nehate zanîn bê teqîna li fermandariyê çawa pêk hatiye, tê texmînkirin ku depoya cebilxaneyê ya li nava Fermandariya Tugayê teqiyabe. Li dorî tûgayê polîsan ewlekariyak bi hêz girtiye, gelek ambulans û îtfaye sewqî tûgayê hate kirin.

Li cihê ku teqîn pêk hatiye şewat derket, dûya li Tûgayê bilind bûye ji dûr ve jî tê dîtin.

Walîtiyê Rihayê Abdullah Erîn got: “Li cebilxaneyê teqîn pêk hatiye. 5 erkdarên ku parastina cebilxaneyê dikirin birîndar bûne. Rewşa wan baş in û li ser hişê xwe ne.”