Li 11 bajarên Kurdistanê HDP bû partiya yekemîn

Li gorî encamên ne fermî HDP bi rêjeya sedî 11.83 dengan benda hilbijartinê derbas kir û li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku benda hilbijartinê derbas kir li 11 bajarên Kurdistanê bû partiya yekemîn. Li gorî encamên ne fermî li tevayî Kurdistan û Tirkiyeyê HDP’ di van saetan de 11.83 ji sedî deng girt û bi 74 parlamenteran çû meclîsê. HDP li Îdir, Wan, Colemêrg, Şirnex, Amed, Mêrdin, Dersim, Êlih, Agirî, Sêrt û Mûşê bû partiya yekemîn. Rêjeya dengên HDP’ê ku li Kurdistanê bû yekemîn wiha ye;

Amed: %65.78

Dersim: %51.25

Agirî: %62.60

Mêrdîn: %59.78

Êlih: %62.89

Şirnex: %70.79

Sêrt: %51.70

Colemêrg: %70.08

Wan: %59.50

Îdir: %43.85

Mûş: %49.81