Leyla bi ser dijmin ve meşiya

Asmîn Gelawêj (Leyla Çapin) yek ji wan kesan bû ku di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve çû û kêliya şehadetê bi ken û tilîliyan pêşwazî kir.

Wate û navê ked, hest, afirandina nirxê Asmîn Gelawêj (Leyla Çapin). Di temenekî ciwan de jiyana xwe diyarî şoreşê kir. Ji roja ku dest bi têkoşînê kir heta dema şehadetê bi rengekî bêtawî, bêeman û bi rengekî destanî tevlî beza şoreşê bû.

Asmîn Gelawêj bi dilnizmî, kedkarî û hevrêtiya xwe dihate naskirin. Berkîn Elvan qala hevrêya xwe Asmîn Gelawêj kir.

"Min ew di sala 2016'an de nas kir. Wê demê em li akademiyê di perwerdeyê de bûn. Di nava rêveberiya akademiyê de bû. Mirovan ji çavên wê hevrêtî, hezkirin û samimiyet didît, fêhm dikir. Her tim bi rûkenî nêzî hevalan hemûyan dibû. Her tim bi coş bû û ji hevalên xwe re dibû moral. Dema ku hevalên xwe rexne dikir jî bi moral rexneyên xwe dikir, lê belê ti carî rê nedida kêmasiyan.

Di nava akademiyê de tevî ku rêvebera hevalên jin bû ji bo xwe weke wezîfeyekê didît ku bi hevalên mêr re jî eleqedar bibe û pirsgirêkên wan çareser bike. Cihêkarî nedixist nava hevrêyên xwe. Bi jiyana xwe hînî me dikir ku divê hevrêtiyeke bi çi rengî bi hevalên jin re bê kirin. Hem bi têkiliya xwe ya hevrêtiyê hem jî bi keda xwe dikir ku hurmet jê re bê nîşandan.

Bi pirsgirêkan re bi xwe eleqedar dibû û çareser dikir. Carna bi saetan, carna bi rojan bi hevalekê yan jî hevalekî re eleqedar dibû. Mirov fêhm dikir, li gorî vê yekê tevdigeriya û çareserî peyda dikir.

Mirov ji jiyana wê fêhm dikir ku milîtan û fermandareke bi çi rengî ye. Bi rengekî serketî rola xwe ya pêşengiyê pêk dianî. Ji bo wê ked esas bû.

Li Bakurê Kurdistanê hate wezîfedarkirin. Beriya ku biçe Eyaleta Amedê me hev dît û demeke dirêj me sohbet kir. Li Eyaleta Amedê bêtirs bi ser dijmin ve çû û bi lehengî şer kir. Mîna di jiyana xwe de di şer de jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di 19'ê Nîsana 2018'an de li Eyaleta Amedê tevlî karwanê nemiran bû."