Le Monde Dîplomatîqûe qala Kurdan kir

Kovara Le Monde Dîplomatîqûe ya Fransayê, li ser têkoşîna Kurdan hejmareke taybet weşand. Têkoşîna Kurdan a li çar parçeyan bi gelek lêkolîn û nêrînan vegot.

Kovara Le Monde Dîplomatîqûe û nivîsên xwe li gelemperiya cîhanê tên xwendin, hejmara xwe ya Sibat-Adarê ji Kurdan re veqetand. Kovarê cih da têkoşîna Kurdan a ji sala 1920'î heta 2020'an û di nava têkoşîna sed salî de daxwazên Kurdan, destketî û windahiyên wan, nakokiyên navxweyî, partiyên siyasî yên bingehîn, mîsyonên wan, roja jinan a di nava têkoşîna Kurdan de, şer, komkujî û pirsgirêka Kurd vegot. Her wiha li ser nifûsa heyî ya Kurdan a li gelemperiya cîhanê, gotinên wan ên dîrokî, ji Medan heta Rojava kronolojiya Kurdan û têkoşîna Kurdan bi karîkatur û dosyayan hatin vegotin.

TÊKOŞÎNEKE JI SED SALÎ

Di hejmara 169'an a kovarê de ku ji aliyê Akram Belkaîd ve hate birêvebirin, şîroveyeke bi vî rengî hate kirin: "Kurd, ji ber ku dewleteke xwe nîne, sed sal in ji bo naskirina mafên xwe yên siyasî û çandî têdikoşin." Kovarê ragihand ku Kurd sed sal in li bin guhê berjewendiyên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dikevin û bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dora "şer, xiyanet, parçebûn, komkujî, hêvî, berxwedan û serketinê" tê meşandin.

BERDÊLA DERENGMAYINÊ

Akram Belkaîd di bin sernavê "Tifaqa ku hate qurbankirin" ev şîrove kir: "Hikumdarên Kurd ku di destpêka sedsala 19'an de di dema Împaratoriya Osmanî û Xanedariya Kaçar de li sînorê Îranê bi rengê prensiyên nîv xweser hikum dikirin, fêhm nekirin ku paşeroja gel bi dewleteke netewe dibe. Ji bo ev daxwaz ji aliyê rewşenbîran û derdoreke hurmetdar bê şênberkirin, diviyabû li benda dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn bûna. Hîn jî berdêla vê derengmayinê didin."

HÎN NEMIRIYE

Belkaîd pênaseya "Gelê herî mezin ê bê dewlet ê li cîhanê" ji bo Kurdan dike û dibêje, "Dîrokê jî şens neda Kurdan." Belkaîd destnîşan dike ku nêrîna Kurdistaneke serbixwe yan jî sîstemeke federal a berfireh di nava Kurdan de hîn nemiriye.

Di kovarê de Cecîle Marîn bi sernavê "Gelê herî mezin ê bê dewlet", Olîvîer Pîot têkoşîna Kurdan bi sernavê "Pêşbirka bêdawî ya roja Kurdan" û Kendal Nezan jî bi sernavê "Dersên giran ên dîrokê" nivîsandin. Claîre Pîlîdjîan jî rêxistinên bingehîn ên Kurdan, Thomas Boîs jî avabûn û hilweşîna Komara Mahabadê vegotin. Elîzabeth Pîcard jî li dora "Parçebûn, tifaq û guhertina rêgehê" nêzî pirsgirêka Kurd bû. Qonaxa ku bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê dest pê kir ji aliyê Chrîstîane More ve hate nirxandin. Alaîn Gresh jî bal kişand ser dewleta Tirk a ku li Kurdistanê têk diçe.

Mîchel Verrîer li ser xweseriyeke nediyar rawestiya. Akram Belkaîd di nivîseke xwe ya din de bi sernavê "Birayekî ku bira dikuje" işaret bi şerê navxweyî yê Kurdan kir.

"Lehengên Kobanê" jî ji laiyê Dora Serwûd ve hate vegotin.

Kovarê her wiha cih da nivîseke Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş "Şerê qirêj ê Serokkomar Erdogan" nirxand. Têkoşîna çep a Kurdan a li Tirkiyeyê jî bû mijara Jean-Mîchel Morel ku li dora HDP'ê nirxand. Mîreîlle Coûrt û Chrîs Den Hond jî bi sernavê "Rêwîtiya ber bi dilê utopyayekê ve" û "Rewşa nediyar a li Rojava" Şoreşa Rojava nirxandin.

Kovarê her wiha cih da karîaturên "Kobane Callîng" ên Zerocalcare. Pisporê Rojhilata Navîn Gerard Chalîand ku li ser Kurdan pirtûk nivîsandiye, bi sernavê "Perspektîfên nediyar" pirsgirêka Kurd analîz kir.

Nazand Begîkhanî qala têkoşîna jinên Kurd kir.

Di kovarê de her wiha ji Medan heta Rojava kronolojiyek ji aliyê Olîvîer Pîot ve hate amadekirin.

NIFÛSA KURDAN

Her wiha bi rêya nexşeyekê welat bi welat nifûsa Kurdan hate vegotin. Li gorî daneyên Enstîtuya Kurd a Parîsê ku di sala 2016'an de weşand li Tirkiyeyê 20 milyon, li Îranê 12 milyon, li Iraqê 8.5 milyon û li Sûriyeyê jî 3.6 milyon Kurd hene. Ji bilî Kurdistanê her wiha li Elmanyayê: 950 000, Fransayê: 250 000, Afganistanê: 200 000, Îsraîlê: 150 000, Lubnanê: 150 000, Azerbaycanê: 150 000, Hollandayê: 120 000, Swêdê: 100 000, Swîsreyê: 95 000, Awûstûryayê: 95 000, Qraliyeta Yekbûyî: 90 000, Belçîkayê: 85 000, Tirkmenistanê: 60 000, Yewnanistanê: 50 000, Guricstanê: 50 000, DYE'yê: 50 000, Ermenistanê: 45 000, Danîmarkayê: 30 000, Norwêcê: 30 000, Îtalyayê: 30 000, Kanadayê: 30 000, Fînlandiyayê: 18 000 Kurd hene.

Di hejmara taybet a kovarê de her wiha gotinên pêşiyên Kurdan jî hatin parvekirin.