'Kuştina Mam Zekî dewama fermanê ye'

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê kuştina Mam Zekî Şengalî weke dewama fermana li dijî Êzidiyan bi nav kir.

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ku ji saziyên; NAV-YÊK, FEDA, CÎK, Kongreya Gelan a Mezopotamyayê-Asûrî/Suryanî pêk tê, li ser kuştina Mam Zekî Şengalî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk bi hevkariya rêveberiyên Bexda û Hewlêrê êrîş biriye ser Şengalê û hate gotin, kuştina Şengalî dewama ferman û qirkirina civaka Êzidî ye.

Platformê diyar kir, faşîzma Erdogan-Bahçelî êrîşî hemû gel û baweriyan dike û kuştina yek ji fermandarên HPG'ê Atakan Mahîr û Zekî Şengalî weke dewama "êrîşên barbarî" nîşan da.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, di şexsê van her du şehîdên xwe yên pêşeng û gelparêzên hêja de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wan bin."