Kurdên li Ewropayê li dijî dagirkeriyê li qadan in-NÛ BÛ

Li bajarên Hîelbornn, Kîel, Frankfûrt û Hannover ên Elmanya, Borlange ya Swêdê û Marsîlya ya Fransayê bi çalakiyên hatin kirin êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyan ve bi çalakiyan tê protestokirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover a Elmanyayê ji bo balê bikişîni ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 3 rojan hate despêkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate lidar xistin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Franfûrt a Elmanyayê bi pêşengtiya FECDK-KAWA li pêşiya sefaretxaneya Iraqê dewleta Iraqê û desthilata AKP-MHP’ê hatin protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê NCKD, Plaftorma Zagros Canbaşh Rostemî axivî. Piştî axaftinan û şûnde dosyaya têkildarî kesên di êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî Sefaretxaneya Iraqê hate kirin.

KÎEL

Di çalakiya li Kîelê hate kirin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD û YPG’ê hatin hildan. Dîsa dowîzên bi zimanê Elmanî û Tirkî hatin bilindkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku divê gelê Kurd li ber êrîşan li ber xwe bide.

HEÎLBORNN

Li bajarê Heîlbornnê jî şiedeta li jinê û êrîşên dewleta Tirk li Kîlîansplatzê hate protestokirin. Her wiha di çalakiyê de bêdengiya Ewropayê ya li ber êrîşên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin û banga bûna xwedî helwest hate kirin. Hate gotin ku êrîşên li ser jinê ji ber polîtîkayên nîjatperest ên dewletê pêk tên.

BORLANGE

Ji aliyê Meclîsa Borlange ve li bajarê Borlenge ya Swêdê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin û raya giştî ya Swêdê hate agahdarkirin. Çalakî bi dirûşmên ‘Terotîst Tirkiye’ û ‘Qatil Dewlet’ bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo bal kişandina ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Nûnertiya Parlementoya Ewropayê çalakiya stand danînê ya 3 rojan wê dom dike îro destpê kir. Li standê pankartên têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê jî hatin hildan. Li çalakiyê belavok hatin belavkirin.