Krîzê li zêrkeran jî xist!

Welatiyên bi salan in li bazara zêrkeran a dîrokî ya Sûrê, esnafiyê dikin diyar kirin ku ji ber bihabûna zêr, gel nikare kirînê bike û gelek zêrkeran ji ber bêkariyê dikana xwe girtin. 

Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber zêdebûna dolar û piştî krîza aborî, zêr gelek buha bû û êdî tu kes nikare kirînê bike. Di  sala 2002’an de ku muçeyê asgarî 184 bû û bi vê 14 gram zêr dihat girtin, di roja îro de mûçeyê asgarî 2100TL ye lê 10 gram zêr pê nayê girtin. Welatiyên bi navê Kadir Yakici û Zulkuf Şenyigit ên bi salan in li bazara kevnar ya zêrîngir a Sûrê esnaftiyê dikin, diyar kirin ku ji ber bihabûna zêr û krîza aboriyê zêr hatiye asta tunebûnê.

‘DIVÊ HILBERÎN BÊ PÊŞXISTIN’

Zêrkarê bi navê Kadir Yakici ku pêşeyê zêrkeriyê ji bavê xwe dewir girtiye, anî ziman ku ji ber zêdebûna zêr girêdayî dowîzê ye her diçe zêde dibe û wiha axivî:“ Sedema sereke ya krîza aboriyê, em ne civakek hilberîner in, em civakeke xerîdar in. Em her tiştî îthal dikin. Ev yek bandorê li dowîzan dike. Divê demildest dawî li vê rewşê bê û hilberîn bê pêşxistin.” 

‘CIVAK HER KU DIÇE XIZAN DIBE’

Yakici da zanîn ku di çanda gelê Kurd de di dawetan de pêvekirina zêr heye û wiha pê de çû: Ev çandekî gelek girîng e, lê ji ber ku bihayê zêran zêde bûne, hêdî hêdî ev çand diqede. Êdî mirov nikarin zêrên biçûk jî bistînin. Kesên daweta xwe dikin, piştî dawetê zêrên xwe difiroşin. Mesela di çanda me de setndina setan heye. Lê ji ber bihabûnê êdî mirov dev ji vê çandê jî berdidin. Krizê pişta zêrkaran û kiryaran şikandiye. Li Amedê tu kes nikare zêr bistîne, ez bawer dikim ne tenê li Amedê û li her derê Tirkiyeyê ev rewş wiha ye. Ji ber krîza aboriyê her ku diçe civak xîzan dibe.”

‘KRÎZ KÛR DIBE’ 
 
Yakici destnîşan kir ku 30 sal in ew li Sûrê zêrkeriyê dike, lê belê di salên dawî de hêza kirînê nemaye û wiha got: “Li gorî buhabûna zêr û krîza aboriyê çanda gelerî ya Kurdan rengê xwe diguhere. Sedema vê jî kûrbûna krîza aboriyê ye. Divê çareyek ji vê rewşê re bê dîtin yan jî em hemû zêrker dê derabeyên dikanên xwe bînin xwarê.”

'BI XIRAMAN ZÊR DIKIRIN' 
 
Zêrker Zulkuf Şenyigit jî diyar kir ku ew jî ji krîzê bandor bûne û got: “Ji ber bihabûna fiyetên zêr êdî kes weke berê ji bo dawetên xwe zêr nastîne. Ji ber bihabûnê mirov naxwazin dawetan bikin. Kiryar êdî bi xiraman zêr dikirin. Ji ber ku civak ketiye derdê zik têrkirinê. Bi vî awayî biçe em ê dikanên xwe bigrin. Em nikarin kirayên dikanên xwe bidin. Li aliyekê kiraya dikanê li aliyê din kiraya malê. Em necar mane û em nizanin em ê çibikin. Divê demildest hikûmet dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û dest bi hilberînê bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê hilberîn tuneye di her alî de krîz kûr dibe û hemû ferdên civakê jê bandor dibe.”