Kongreya 5’an a YRA'yê bi dawî bû
Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a 5'emîn a bi hilbijartina hevserokên nû û 17 endamên meclisa giştî bi dawî bû
Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad a 5'emîn a bi hilbijartina hevserokên nû û 17 endamên meclisa giştî bi dawî bû
Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a 5`emîn vê sibehê bi dirûşma “Ragihandina pîşedar mîsogeriya guhertina ber bi çavkiyê ve ye” li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê destpê kiribû bi hilbijartina hevserok û endamên meclîsa nû bi dawî bû.
Piştî axaftinan, ji bo rêvebirina kongreyê 3 endamên dîwanê hatin hilbijartin.
Piştre rapora du salan a xebatên yekîtiyê hatin nirxandin û ji bo pêşxistina rewşa ragihandinê pêşniyar hatin gitin.
Her wiha rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û xalên hatin nîqaşkirin, li gorî nîqaş û pênşiyarên beşdaran guhertin di rêzikanameyê de hatin pêkanîn û bi erêkirina piraniya delegeyan hate erêkirin.
Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Evîn Yûsif û Bengîn Seydo ji bo dewreya duyemîn hevserokatiyê YRA'yê hatin hilbijartin û 17 endamên meclisa giştî ya nû ya yekitiyê hatin hilbijartin.