KON-MED: Ji ber vîrûsê windahiyên me zêde dibin -NÛ BÛ

KON-MED'ê bal kişande ser Kurdistaniyên ku bi vîrûsa koronayê ketine û jiyana xwe ji dest dane û got, "Li Elmanyayê me 11 kes ji dest dan. Divê em zêdetir tevdîran bigirin."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) derbarê talokeya vîrûsa koronayê daxuyaniyeke niviskî da.

300 KURDISTANÎ BI COVÎD-19'Ê KETINE

KON-MED'ê diyar kir li Elmanyayê di nav gelên koçber e nifûsa herî xilbe ya di rêza duyan de Kurd in, heta niha li gorî agahiyên di dest wan de ji 300'î zêdetir nexweş hene, ji vavn rewşa 30'î jê giran e û 11 Kurd mirine.

'BERPIRSYARIYEKE MEZIN LI SER HER KESÎ HEYE'

KON-MED'ê bi berdewamî got,''Weke ku tê zanîn ev hêla vîrûsa koronayê heke tevdîrên hewce neyên standin bandoreke giran wê li ser jiyana me ya aborî û sosyal bike. Ji ber vê diyar e ku berpirsariyeke giran li ser her kesî heye. Ji bo ku pêşî li vê hêla ku bi rêya temasê ji mirovan di mirovên din digere divê mirov bi berpirsyarî û bihistyarî tevbigere.  Gelê me nexasim ji qadên bikaranîna hevpar divê dûr bisekine, ev pir girîng e.''

HIJMARA KURDISTANIYÊN KU BI VÎRÛSÊ KETINE Û MIRINE

KON-MED'ê bi berdewamî got:  ''Li gorî agahiyên dawî ku ketine ber destê me li Elmanyayê 11 Kurdistanî ji ber ku ku vîrûsa koronayê di wan geriyaye mirine. Li eyaleta NRW'ê ya Elmanyayê ku nifûsa wê xilbe ye, li Essenê 1, li Meckenheîmê 1, li Hagenê 1 û li Velbertê 1, bi giştî 4 Kurdistanî mirine. Her wiha li deverên cuda yên eyaletê ji 100'î zêdetir Kurdistanî ji vê weqayê karîger bûne. Duh li başûrê Elmanyayê li Frankfûrtê 1, li Darmstadtê 1, li Saarbrûckenê 1 bi giştî di rojekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hevalê me Canbaş Rostemî ku li Frankfûrtê dijî û di lijneya rêveberiyê ya federasyona me de ye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye bi vê vîrûsê ketiye, rewşa wî giran e û ji malbata wî 2 kes di krantînayê de ne. Her wiha li aliyê Bayernê nexasim li nêzî Nurnbergê li bajarokekî ji 100'î zêdetir Kurdistanî vê hêlê ketine û li vê eyaletê mee 3 mirovên xwe yên Meraşî ji dest daye. Li eyaleta jêr a Saksonyayê jî em hîn bûn ku bi dehan Kurdistanî bi vê vîrûsê ketine. Agahiya teqez ku me standî li Braunschewîgê Kurdistaniyekî miriye. Li Elmanyaya Rojhilat li bajarê Halle Salle li avahiyekê 30 mirovên me yên Kurd bi vîrûsê ketine. Em tim hişyarî didin! Em dîsa dubere dikin: Ji kerema xwe heke ne pir mecbûrî be ji malê dernekeinv derve. Bendanîna li pêşiya vê vîrûsê, rêya xwejêparastinê ew e ku mirov tevdîran bigire û bi rengekî bi disîplîn li gorî van rêzikan biçe.''

KOORDÎNASYON Û KOMÎTE HATINE AVAKIRIN

KON-MED'ê got ne pêkan e ku ew li bara ê rewşa kambax bêdeng bimînin, ji bo têkoşîna dijî vê hêla koronayê û afirandina rêyên çareseriyê wan Lijneya Koordînasyona Krîzê ava kirine û girêdayî vê Komîteya Tendiristiyê ya ji 13 kesî pêk hatî ava kirine. KON-MED'ê her wiha diyar kir hema hema li hemû Navendên Civaka Demokratîk meclîs û komûnên wan, Koordînasyona Krîzê ya Têkoşîna Dijî Vîrûsa Koronayê hatine avakirin.

KON-MED'ê got, ''Di vê pêvajoyê de  me da ber xwe ku panîka bi gel re çêbûyî em bidin fêhmkrin, li ser tevdîran em hişyariyan bidin,  moral û aliyê têkoşeriya gel xurt bikin. Ev hemû ne pêşniyar in lê divê rêgez bin ku mirov ji bo xwe van rêgezan bi cih bînin.

Mijara tendiristiyê di ser her tiştî re ye. Ji ber vê li Elmanyayê ekîba tendiristiyê ya ji komeke 13 doktoran hatiye avakirin. Agahiyên ku ji Koordînasyoan Têkoşîna Dijî Vîrûsa Koronayê û Komîteya Tendiristiyê tên bi rêya Hevserokên Federasyonê hemû rêveberiyên meclîsên me, endamên me û gelê Kurdistanê re tê parvekirin û gelê me tê agahdarkirin.

Bi sernavê Bernameya Têkoşîna Dijî Covîd-19'ê bi pêşniyar û dîtinên xwe yên ji 10 xalan pêk hatine li gorî derfetên xwe em têdikoşin. Em bawer dikin bi piştevaniyeke xurt a civakî em ê heq ji van rojên dijwar derkevin.

Em sersaxiyê didine malbat û hezkiriyên Kurdistanî ku jiyana xwe ji dest dane.

Şîfaya xêrê ji nexweşan re dixwazin.''