Koma dawî ya şêwirmendên YPG’ê ji Minbicê vekişiya

Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, koma şêwirmend a dawî ya YPG’ê ya li Minbicê peywira xwe temam kiriye û bi temamî ji Minbicê vekişiyaye.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, " Meclîsa Leşkerî ya Minbicê radighîne ku beşa dawî ya şêwirmendên leşkerî yên YPG'ê piştî ku erka xwe ya perwerdekirina şervanan bi hevkariyê koalîsyonê qedandin îro 15'ê Tîrmeha 2018'an ji Minbicê vekişiyan.

Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 4'ê Nîsana 2016'an de hate damezirandin û ji bo amadekariyên Pêngava Rizgarkirina Minbic û gundewarên wê ku di 1'ê Hezîrana 2016'an de destpê kir me destek ji Yekîneyên Parastina Gel û Koalîsyona navdewletî re xwest.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG'ê bi hevakariya Koalîsyona Navdewletî re di 15'ê Tebaxa 2016'an de bajar rizgar kirin, piştî ku aramî li herêmê peyda bû, bi hezaran şênî vegeriyan bajarê xwe.

Di dîroka 16'ê Mijdara 2016'an de, wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê em rêveberiya ewlehî û leşkerî ya Minbicê girt. YPG' jî bi daxuyaniyeke fermî û turaneke leşkerî ji bajêr vekişiyaye. Lê me karê xwe yê avakirina saziyên û rêxistinkirina mekanîzmeya parastina bajarê berdewam kir, me xwest ku komeke şêwirmendên leşkerî yên YPG'ê li Minbic bimînin da ku bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî desteka perwerdekirina şervanên meclîsê bide. Piştî du salan meclîsê dît ku êdî ew dikarî bi xwe perwerdeyên xwe dewam bike. Li ser vê yekê û bi îtîfaqa YPG'ê beşek şêwirmendên leşkerî di 3'ê Hezîranê de vekişiyan, îro jî beşa dawî jî piştî ku karê xwe qedandin vekişiyan.

Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, careke din spasiya YPG'ê û şêwirmendên leşkerî spasiya dikin ku piştgirî dane meclîsê. Her wiha em spasiya Hêzên Kaolîsyona Navdewletî dikin û berxwedana wan a rizgarkirina bajar ji terorê silav dikin."