Koçer: Em bersiva dagirkeriyê didin

Fermandarê HPG’ê Ciger Koçer: Di dîroka tevgera me de her wext li hemberî komara faşîst a Tirkiyeyê berxwedanî heye. Ev jî berxwedaniya gerîla ye.

Ji Fermandarên  HPG'ê  Ciger Koçer  têkildarê êrîşên artêşa Tirk yên li ser  Başurê Kurdistanê û li hember  dagirkirinê taktîk, şêwaz  û berxwedana gerilayên HPG'ê û êrîşên li ser deskeftiyên gelê  Kurd ji ajansa ANF'ê re axivî.

‘MESELE NE QENDÎL E’

Fermandarê HPG'ê Koçer da zanin ku armanca êrîşên artêşa Tirk ne tenê dagirkirina Qendîlê ye. Dewleta Tirk bi gelek caran xwestiye bi  artêşa xwe ve xaka Başurê  Kurdistanê dagir bike û gerîla tune bike. Lê her kes vî rastiyê baş dizane; di diroka tevgera me de her wext li hember komara Tirkîyê ya faşÎst berxwedanî heye. Ev jî berxwedana gerîla ye. Ev erîşên artêşa Tirk li gor salên bihûri cuda ye. artêşa Tirk di  salên 2007'an de bi operasyona Zapê  çawa têkçûneke mezin jiya vê carî jî wê rastiya gerîla bibîne. Wê  li çiyayên Kurdistanê  berxwedana gerila ya  xurt ji  her demê bêhtir were nişandan.

‘GERÎLA DI ÇEPERAN DE LI BER XWE DIDE’

Fermandarê HPG'ê Ciger Koçer di berdewama axaftina xwe de wiha got."Artêşa Tirk bi daxwaza tevahi dagirkirina Kurdistanê tevdigere. Di vê pêvajoyê de amadekariyên gerîla hene. Li hember hemû êrişan amade ye ku berxwedaniya xwe berdewam bike.  Hem di aliyên ruh moral û  motivasyon de  hem jî di aliyê hunera şer û bi taktikên demê  re di çeperên xwe de amade ye.”

‘GERÎLA DESTKEFTIYÊN KURD DIPARÊZ E’

Fermandarê  HPG'ê Koçer bi domdarî got; “Bi berxwedaniya gerila deskeftiyên Kurdan tên parastin civaka Kurd tê parastin dewleta Tirk bi van êrîşan hewil dide deskeftiyan Kurdan ji holê rabike. Lewma her roj dibêje; Ez ê gerila tune bikim. Ez ê Şengal û Mexmurê dagir bikim. Ev dijminahiya dewleta Tirk li hember hebûna civaka Kurd e. Divê pêşmergeyên Başurê Kurdistanê jî rastiyê xwe û rastiya dagirkeriya dewleta Tirk ji vir şûn de bibînin. Pêşmergeyên Başurê Kurdistanê divê li hember her êrîşê bi gerîla mil bi mil li berxwe  bidin.  Ciwanên Kurd, jina Kurd tevahî gelê me divê di li ber xwe bide.’’

‘BERXWEDANA GERÎLA NEBE TALOKE HEYE’

Fermandarê HPG'ê Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li pêşmergeên Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand; “Eger li hember dagirkeriya artêşa Tirk  Pêşmergeyên Başurê Kurdistanê xwedî helwest nebin wê taloke li ser Dihok, Silêmaniyê û Hewlerê jî bike. Artêşa Tirk çawa bi komên çeteyan Efrin dagir kiribe,  bi heman hişmendîyê jî hewil dide guhertina demografik rewa bike. Gelê Kurd koçber bike.  Niha jî heman şêwaz e. Eger artêşa  Tirk  bi van êrîşên dagirkirinê derfet peyda bike. Wê başurê Kurdistanê dagir bike û wê  guhertina demografîk li her deverên Kurdistanê di meriyetê de bihele. Ji bo ve di vê pêvajoyê de divê Pêşmergeyên Başurê Kurdistanê bi gerîla re li ber xwe bidin.’’