Koç: Bi ruhê seferberiyê tevlî mîtînga sibê bibin

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku 30 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, bang li Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropiyan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî mîtînga sibe ya li Strasboûrgê bibin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a li Strasboûrgê pêk tê, di roja 30'î de ye. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç bal kişand ser girîngiya mîtînga hevpar a bi Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) re ku wê sibe li Strasboûrgê were lidarxistin. Koç banga tevlîbûnê kir.

'DIVÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ SIBÊ RABIN SERHILDANÊ'

Yuksel Koç got; "Sibê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dikeve roja 70, ya li girtîgehan dikeve roja 32, ya Nasir Yagiz a li Hewlêrê dikeve roja 57'an, ya li Strasboûrg û ya Îmam Şîş a li Gallerê dikeve roja 31'ê. Divê gelê û dostên me yên li welatên Ewropayê bi ruhê seferberiyê tevbigerin û 16'ê Çileyê li Strasboûrgê rabin serhildanê. Divê bê zanîn, greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku dikeve roja 70'an ketiye rewşek metirsîdar. Ji ber wê jî divê em dengê Leyla Guven û dengê çalakgerên greva birçîbûnê bigihînin Parlament û Konseya Ewropayê."

Koç diyar kir, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropa wê sibe ji ber rûniştinan vekirî bin û got, "Ji ber wê em banga seferberiyê li her kesî dikin. Em banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan dikin. Divê ji bo tevlîbûna dostên Kurd ên Ewropî jî hewl were dayin."

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç got, ew bang li hemû kesên dibêjin 'em mirovin, şoreşger û demokrat in' dikin û got, "Werin bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê; tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ji ber wê sibê em we hemûyan vedixwînin mîtînga 16'ê Çile ya li Strasboûrgê. Divê her kes beşdarî mîtînga hevpar a KCDK-E û TJK-E'yê bibin."