KNK'ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê bang kir

KNK'ê bal kişand ser serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bang li gelê li beşên din ên Kurdistanê kir ku li Rojhilat bibin xwedî û ji partiyên siyasî yên li Rojhilat jî xwest ku bi hev re tevbigerin.

Konseya Rêveber a KNK'ê der barê serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û nêzîkatiya rêveberiyê ya li daxwazên gel daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Îranê bi dehan sal in her tim hewl da ku bi şêwazê tund jiyana şêniyan kontrol bike, her tim li pêşiya bizaveke azadî û demokrasîxwaziyê raweestiya ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nan û azadî du stûnên sereke yên jiyanê ne, ku ew di welatê Îranê de hebûna wan tine ye. Li Îranê kesek nîne nezanê ku giranbûna buhayê benzînê sedemeke ji bo serhildan û nerazîbûnê. Beriya vê jî xelkê Îranê bi giştî û Kurdistanî bi taybetî ji wê rêjîmê bêzar in. Lewma xelk çaverêyî her derfet û rêyekê ne ku ji bo şoreş û serhildanekê li dijî destheladariyê û guherîna wê desthelatdariyê bi sîstemekî demokrasî û wekheviyê."

KNK'ê ragihand ku dewleta Îranê tenê bi rêya qeyranê ûlqandina krîzan dikare mana xwe ya li ser desthilatdariyê bidomîne û diyar kir, "Kêmek ji qeyranên li deverê hene ku cih destê wê rêjîmê pêve diyar nebin. Derencama vê siyasetkirinê ewe ku xelkê Îranê baca siyasetên şaş ên vê rêjîmê biden. Diviyabû desthilatdarên Tehranê li dîrokê bineriyan, lê belê ti carî ji mêjûyê pend û îbretan wernagire."

KNK'ê destnîşan kir ku divê gelên serhildêr ên Îranê bizanibin ku serketina wan li dijî dîktatoriyê, tenê şertê tifaq û yekgirtiya wan in û diyar kir, " Gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û parçeyên din xwedî komek ezmûn û tecrubeyên şoreşgêrî û berxwedanan in, ku dikare sûd û mifayî jê bigrîn. Gelê Faris jî divê bizanin ku dibe di awayekî demkî qezenca wan bi stemkirina kurd û neteweyên din ên Îranê de hebe, lê di paşerojê de bi qezenca wan nabe û pêwîste piştgîriya daxwaziyên gelê kurd û gelên din yên Îranê bikin."

KNK'ê ragihand ku ew piştgiriya xelkê serhildêr ê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dike û diyar kir, "Daxwaziyan wan bi rewa dibîne û mafê nerazîbûnê li hember nadadperwerî û tepeserkirinê mafekî bigehînê miroviye. Pêwîste desthelatdarên Îranê dev ji kuştara xelkê  berde. Bersiva daxwaziyên xelkê  bi awayekî şaristanî bide û ji wê rastiya dîrokî têbigehe ku pêşeroj ya xelkê ye ne ya desthelatên sitemkar.

KNK ji bilî şermezarkirin û mehkûmkirina kuştariya xelkê kurd û gelên din yên Îranê, hevxemî li gel malbatên qurbaniyên vê serhildanê radigehîne. Bang li hemû Kurdên beşên din ên Kurdistanê dikin ku piştevanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bin.

Her wiha partî û rêxistiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi her bîr û bawerek bin bila bibin, da ku bikarin bi yekgirtî piştevanên xelkê xwe bin û planên rejîma dagirker a Îranê têk bibin li dora hev kom bibin bi yek araste û yek çeper de pêngavan hildin."