KNK: Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr di asta alarma sor de ye

KNK'ê hişyarî da ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di asta alarma sor de ye û bang li rêveberiya herêma Kurdistanê û gelê Kurd kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirkiyeyê ji xwe bakurê Kurdistanê dagir û ilhaq kiriye. Niha di nav kar de ye ku baskê dagirkeriya xwe li ser başûr û rojavayê Kurdistanê jî fireh bike. 

Ewil bi binkeyên cuda yên leşkerî li başûrê Kurdistanê nuqteyên kontrolê çêkirin. Paşê dest dirêjî li yêkparetiya rojavayê Kurdistanê kir. Bi armanca qetkirina cografyaya rojavayê Kurdistanê ji Deryaya Spî, ji Cerablus û Ezazê pê ve heta Efrînê parçeyekî mezin yê rojavayê Kurdistanê dagir kir û bi hêzeke mezin ya leşkerî û sivîl xwe binecih dike."

KNK'ê diyar kir, dewleta Tirk niha jî bi stratejiyeke nû berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û ragihand, "Hem wan stasyonên xwe yên leşkerî û istixbarî pêkve girê dide hem jî meydanên nû yên Başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze li van cihan xwe deveran bike. Bi vê hemleya dagirkeriya nû ya li ser başûr jî dixwaze cografyaya yêkpare ya qismekî rojhilat, bakur û başûrê Kurdistanê ji hev qet bike û xwe li Bradosta û Xakurkê mayînde bike. Ev êrişa wan ya li ser van navçeyan wekî xencerekê ye di dilê Kurdistanê de ku navçeyên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê ji hev veqetînin. Êrîşên li ser herêma Xakurkê ne tinê dijê Hêzên Gerîla ne, dijê hemî Kurdan e, dagirkeriya Kurdistanê ye. Divê ev rastî bê zanîn û herkes her hêz li gorî vê rastiyê tevbigere.

Hêzên gerîla û xelkê van navçeyan dijî vê dagirkeriya bê perwa ya dewleta Tirkiyeyê berxwedaneke xurt nîşan didin û rê nadin ku pêşve biçin." 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li aliyê din, dûrî ihtmalê nîne ku dewleta Tirkiyeyê ji Cizîrê jî ber bi Dêrika rojavayê Kurdistanê ve dest bi dagirkeriyê bike û digel Efrînê ji sê aliyan ve temamê Kurdistanê hilgire binê zeptûreptê. Niyeta dewleta Tirkiyeyê hindî hûn bêjin xirab e û dagirkeriyeke berfireh ya Kurdistanê daye ber xwe û gav bi gav pêk tîne. Ev e gelek eşkere ye ku ji bo temamê Kurdistanê tehlîkeyeke mezin e û bi manaya têkbirinê pêkve sotina Kurdistanê ye. Heke hat û dewleta Tirkiyeyê di vê operasyona xwe de serketî bû, Kurd div bêyî dudilî qebûl bikin ku dewleta Tirkiyeyê wê bixwaze senaryoya xwe ya qiyameta Kurda bide tetbîq kirin. Ji van êrişên dewleta Tirkiyeyê, ev encame eşkere tê dîtin.

Hingê divê çi bê kirin? Ev e jî zelal e: Divê her bi çi rengî be rê li ber van plan û projeyên dewleta Tirkiyeyê yên dagirkeriya seranserî bê birîn. Ev e jî tek û tinê bi hevgirtina neteweyî û niştimanî mumkun dibe. Beramberî van kiryarên dijminan, acîliyeta îro ya Kurdistanê bilindkirina hişyardariya yêkbûna neteweyî ye.

Bêdengiya hindir û derve me têxe nava fikaran û metirsiyê. Mixabin heta niha jî di serî de Hukumeta Herêma Kurdistanê û hêzên başûrê Kurdistanê bi piranî bêdeng in. Ev bê dengî cesaretê dide dagirkeran, dilê dostan dişkîne û gelê me xemgîn dike.

KNK gelek bi girîngî dixwaze bala hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî bikêşe ku dijî vê konsepta nû ya dewleta Tirkiyeyê di dereceya herî bilind de hazir û amade bin û bi pozisyoneke hevgirtî ya neteweyî van êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirkiyeyê bidene rawestandin.

Ev erkekî bilind ê neteweyî û niştimanî ye û divê îro bê kirin. Subehî direng e!"