KJK: Bi lezgînî divê bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin

Derbarê şewata li Imraliyê KJK'ê got, ''Bi lezgînî  divê CPT şandeyekê bişîne Imraliyê û parêzer û malbata Rêber Apo divê bi lezgînî bikaribin Rêber Apo bibînin.'' KJK'ê got heta ku parêzer neçin Imralyê divê kuçe neyên berdan.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

''Pergala êşkence û tecrîdê ya li Imraliyêji hêla desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye sazûmanîkirin, li hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye berbelavkirin û ferzkirin. Rêber  Apo di nav şertên êşkence û tecrîda giran de ye. Li ser Rêbertiya me polîtîkaya rehîneya siyasî hatiye danîn.  Ti heqê yasayî û destûrî li girava Imraliyê bi cih nehatiye. Bi polîtîkayên kêfî heq hatine binpêkirin. Şertên jiyanê yên Rêbertiya me her roj girantir bûne. Di şertên wiha yên fizikî de ku nikare hilmê bistîne, di yek hucreyê de tê hiştin. Bi rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst re gef veguherîne ser polîtîkayên berbiçav û hatine pêşxistin.

Herî dawî bi rengekî ku were ser salvegera komploya 9'ê Cotmehê, li gel ku di hicreyê de dimîne jî, cezayê hicreyê lê hatiye birîn û şertên jiyana wî bêhtir hatine girangirin û zêdetir zext hatine kirin. Li Imraliyê ku ji 7'ê Tebaxê û vir ve kesek pê re neaxiviye, parêzer û malbatan serdana xwe nekirine, derheqê Rêber Apo û girtiyên siyasî yên li  cem dimînin, ti agahî nayê standin. Serlêdanên parêzer û malbatê têne redkirin. Ev hemû nîşan didin ku Imralî bi rengê pergala êşkenceyê hatiye avakirin û ji hêla pergaleke taybet a daîreya şerê taybet ve tê rêvebirin.

CPT DIVÊ ŞANDEYEKÊ BIŞÎNE IMRALIYÊ

Nûçeya ku 27'ê Sibatê li girava Imraliyê şewat derketiye, bi daxuyaniyeke ku ji hêla Wezîrê Karûbarê Navxwe, aktorê sereke yê qirkerinê, dijminê Kurdan ve hatiye kirin raya giştî hîn bûye. Ev rewş ne ji malbatê re û ne jî ji parêzeran re nehatiye gotin. Rayedarên dewletê negotine bê ka şewata li daristanê ya li Girava Imraliyê çima derketiye, kê derxistiye, heta bi kûderê çûye, çima tevdîra wê nehatiye standin û di serî de ya Rêber Apo, rewşa tendirisiyê ya girtiyên din ên siyasî çawa ye. Ev rewş bêberpirsyarî û bêcîdiyeta rejîma faşîst a AKP-MHP'ê vedibêje. Ev desthilata ku ev çend êrîşê dibe ser Rêber Apo hem aktora sereke ya pêvajoya jehrdayinê ya 2007'an e û hem jî bi zorê por û simbêlên Rêber Apo jêkiribûn û êşkenceya fizîkî kiribû. Ev pêvajoya hemû bi çalakî û têkoşîna gelê Kurd û jinan hatine pûçkirin. Ev rewş fikarên mezin bi me hemûyan re çêdike, daxuyanî nedana dewletê divê mîna pirsgirêkeke mezin were dîtin, li gorî vê em nêzîkatî were kirin û tevgerîn çêbibe.

Bi vê çarçoweyê di serî de CPT em bang li hemû saziyên mafan, hiqûqnasan, siyasetmedar û raya giştî dikin ku bi peywira xwe rabin. Bi lezginî divê CPT şandeyekê bişîne Imraliyê û hevdîtina parêzer û malbatan a bi Rêber Apo re were pêkanîn.


DIVÊ KUÇE NEYÊN TERIKANDIN

Ewlehiya jiyanê ya Rêber Apo ewlehiya jiyanê ya gelê Kurd û jinan e. Ji bo agahiyên rast ên derbarê Rêbertiya me werin standin divê parêzer bilez biçine Imraliyê. Heta ku ji Rêbertiya me agahî neyên standin divê hemû gelê Kurd, jin û dostên Kurdan kuçeyan neterikînin. Heta ku çareseriyên ji bo dema kurt, navîn û domdirêj ji bo pirsgirêkên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo neyên dîtin divê têkoşîn û zemînên berxwedanê werin geşkirin û domdarkirin.''