Kiziler: Fermana 73'an biryareke siyasî bû

Şahidê fermana 73'an a ku li Kurdên Êzidî rabû rojnamevan Hayrî Kiziler diyar kir ku konsepta qirkirinê "biryareke siyasî" bû. Kiziler destnîşan kir ku PKK'ê bi berxwedana xwe ew çerxa qirkirinê ji hev xist.

Kurdên Êzidî ku bi hezaran sal in li xaka Mezopotamyayê dijîn û ji ber ku tawîz ji çanda xwe nedane bi dehan caran ferman li wan rabûye, xiyanet li wan hatiye kirin, hatine qirkirin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de fermana 73'an li wan rabû.

Kurdên Êzidî ku qirkirina li xwe bi gotina "ferman"ê pênase dikin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de vê carê bûn hedefa êrişên tunekirinê, dîlgirtinê û kolekirinê yên çeteyên hov ên DAÎŞ'ê.

Ev qirkirin di sedsala 21'ê de li pêş çavên tevahiya cîhanê qewimî. Lê ya herî giran, xiyaneta li Êzidiyan hatibû kirin.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe gihandibûn nêzî Şengalê, bi hezaran pêşmerge û hêzên asayîşê yên ser bi Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ên heta hingî bajar kontrol dikirin, bajar terikandin û Êzidî di nava lepên qirkirinê de hiştin.

Ji ber vê xiyanetê jî bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin, piraniya wan jin û zarok bi hezaran hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku 17'ê Cotmeha 2017'an hatin weşandin, di êrişên 3'ê Tebaxê nêzî 5 hezar mêr ên Êzidî hatin kuştin, serê 100 mêr ên Êzidî hate jêkirin, derdora 7 hezar jin ên Êzidî hatinr evandin, li bazarên koleyan hatin firotin û destavêtin li hezaran jin ên Êzidî hate kirin.

Ev agahî û daneyên li ser qirkirinê tenê çend ji agahiyên têkildarî qirkirinê bûn. Hin kesan şahidî ji vê qirkirinê re kirin ku li pêş çavên tevahiya cîhanê qewimî. Yek ji wan jî rojnamevan Hayrî Kiziler e. Hayrî Kiziler ji ANF'ê re qala dema beriya fermanê, roja fermanê û pêvajoya piştî fermanê kir.

LI ŞENGALÊ RÊVEBERIYEKE DUALÎ HEBÛ

Kiziler diyar kir ku sala 2013'an ji bo karên Çira TV çû Şengalê û ji hingî ve gefa DAÎŞ'ê li ser Şengalê hebû, lê belê sala 2014'an piştî ku Mûsil ket, hingî gef zêdetir bû.

Kiziler anî ziman ku li Şengalê nêzî 450 hezar Kurdên Êzidî hebûn, her wiha li gel wan Şîa û Sûnî jî hebûn û got, beriya fermanê li bajêr du rêveberiyên ji hêzên hikumeta navendî ya Iraqê û hêzên PDK'ê hebûn.

BANDORA AŞBETAL A 1975'AN

Kiziler got, "Piştî destwerdana 2003'an a li Iraqê hêzên pêşmerge hatibû herêmê. Ya rast beriya sala 1975'an jî pêşmerge li herêmê hebûn, lê belê sala 1975'an piştî ku Aşbetal hate ragihandin pêşmerge ji herêmê vekişiyabûn. Sala 2014'an çawa ku pêşmerge ji Şengalê vekişiyan, di dema Aşbetalê de jî (Navê li destberdana ji çend û berxwedanê ya Mele Mistefa Berzanî tê kirin) pêşmerge bi heman rengî vekişiya bûn. Ne rewşeke nû bû."

SEDDAM ÊZIDÎ JI ÇIYÊ DAXIST DEŞTÊ

Kiziler bi bîr xist, piştî ku PDK'ê Aşbetal ragihand, Şengal jî ji wijdanê Seddam re hate hiştin û got, "Mirov li zilma Seddam rû bi rû man. Seddam jî ew ji çiyê daxist û li wargehên niha bi cih kirin ku hingî mucemma jê re dihate gotin. Bi gotineke din, Êzidî ji çiyê daxist û li wargehên nû yên li nava çolê bi cih kir ku bêparastin hatin hiştin."

'ÇIYÊ HETA WÊ ROJÊ ÊZIDÎ PARASTIBÛ'

Kiziler got, "Mirov ji qadên parastinê yên xwezayî hatin dûrxistin. Em qala 73 fermanan dikin. Wê demê 72 ferman beriya niha rabûn û mirovan jî li dijî vê yekê modeleke xweparastinê çêkiribûn. Ew jî çiya bû" û wiha dewam kir: "Çiya jî ew parastin. Lê belêpiştî ku Seddam ew daxist nava çolê, hingî ji wê qada parastinê jî bêpar man. Eger ew qada parastinê ji holê nehatibûya rakirin, dibe ku asta komkujiyê ya îro ne ewqasî mezin bûya."

'PDK'Ê JIYANA MIROVAN BI XWE VE GIRÊDA BÛ'

Hayrî Kiziler destnîşan kir ku yek ji sedemên mezinbûna asta fermanê ya 73'an, modela rêveberiya civakî ya PDK'ê bû û got, "Aliyekî din ê fermana 2003'an jî ew bû ku PDK'ê îpotek danîbû ser jiyana mirovan. Ji bo Êzidiyan bi xwe ve girê bide, maeş didan wan, dikirpêşmerge û bi vî rengî rêxistiniya wan a civakî ji hev belav kir. Stratejiyek welê bû ku li ser bêparastina hiştina civakê hatibû rûniştandin."

PIŞTÎ KU MÛSIL KET...

Kiziler anî ziman, piştî ku Mûsil ket hingî xeteriya li ser Şengalê mezintir bû û qala atmosfera wê demê kir: "9'ê Hezîrana 2014'an piştî ku Mûsil ket, êş û bandora vê yekê li Şengalê jî hate dîtin. Mirov bêçare man. Ji ber ku civakeke azad tune bû, mirov bi temamî bi PDK'ê ve hatibûn girêdan. Dema ku yek li ber radibû hingî maeş li ser dihat birîn, birçî dihate hiştin, li naverastê dihate hiştin. Piştî ku Mûsil ket, mirovên li wê derê rewşa xwe ji rayedarên PDK'ê yên li wê derê pirsîn. Wan jî bersiv dan mirovan û digotin ku ew amade ne, ew ê wan biparêzin, hêza wan heye, 17 hezar pêşmergeyên wan hene."

'MIN ZANÎBÛ KU WÊ NEPARÊZIN'

Kiziler destnîşan kir ku wî zanîbû ku PDK wê Şengalê neparêze û got, "Me didît ku wê neparêzin. Wê demê hevalekî min ê rojnamevan 15 roj beriya qirkirinê geriya û li rewşê pirsî. Min jî jê re got, 'Ew ê neparêzin'. Wî jî pirsî bû, 'tenê ji bo prestîjê jî be wê neparêzin gelo?' Me cidiyeteke bi vî rengî li wir nedidît. Rêbazeke rêveberiyê ya ne cidî hebû."

KETINA TELAFERÊ Û KOÇA BER BI ŞENGALÊ VE...

Kiziler bi bîr xist, piştî ku DAÎŞ'ê Mûsil dagir kir, berê xwe da Telaferê û ew der jî dagir kir, piraniya Tirkmenên Şîa yên li Telaferê berê xwe dan Şengalê û got, "Tirkmenên Şîa yên li Telaferê koçî Şengalê kirin, yên Sûnî jî berê xwe dan Mûsilê. Gelê Şengalê jî deriyê xwe li wan vekir. Di nava mehekê de Tirkmenên koçî Şengalê kirin di ser Duhok û Hewlêrê re derbasî Kerbela û Necefê hatin kirin. Tiştekî balkêş e, ev yek di demeke gelekî kurt de bêyî agahiya raya giştî jê çêbibe hate kirin."

ŞENGAL TÊ DORPÊÇKIRIN

Kiziler diyar kir ku Şengal gav bi gav dihate dorpêçkirin, lê tevî vê yekê jî tedbîrên cidî nedihate wergirtin û got, "Piştî ku Telafer jî hate dagirkirin Şengalî bi tenê hatin hiştin. Navbera Şengal û Telaferê 45 kîlometre ye. Her wiha herêmên Rebîa û Zûmar jî ketibûn. Piştre herêmên Bilec û Beec ên li başûrê Şengalê jî ketin û bi vî rengî Şengal hate dorpêçkirin. Balkêş e, herêma Rebîa 4-5 caran dest guhert. Ji ber ku li ser sînor e YPG'iyan ew der rizgar kirin û radestî PDK'ê kirin. Lê belê DAÎŞ'ê jî êriş dikir û ji PDK'ê digirt. Piştî rojekê heman tişt diqewimî..."

'PDK'Ê HETA ROJA DAWÎ GOT 'EM Ê GEL BIPARÊZIN'

Kiziler ragihand ku rayedarên PDK'ê yên li Şengalê heta roja dawî ji gel re gotin, "Bisekinin, em ê li ber xwe bidin, me çekên giran anîne, em ê we biparêzin" û got, "Lê belê roja dawî PDK'î bêyî agahiyê bidin gel derketin û çûn. Gel şoq bû bû, nizanîbû ku li ber xwe bidin yan jî birevin. Li hin deveran li ber xwe dan. Mînak; berxwedana li Gir Zerik û Sîba Şêx Xidir. Lê belê cebilxane qediya û berxwedana wan şikest."

MIJARA ÇEKÊN HATIN DESTESERKIRIN

Me ji rojnamevan Hayrî Kiziler meseleya desteserkirina çekên gel ên ji aliyê PDK'ê ve pirsî ku beriya vekişînê hin ji wan desteser kirin. Kiziler bi vî rengî qala wê mijarê kir: "Hêzên hikumeta navendî, piştî ku Mûsil ket, tişta ku PDK wê piştre kiribûya, kirin û çûn. Gel dest danî ser hin çekên ji wan mabûn. Lê belê PDK'ê ew çek yek bi yek tespît kir û ji gel kom kir. Hîn min fêhm nekiriye ku çima ev yek kirin. Tevî ku 6 sal di ser re derbas bûn, hîn jî gelek pirs hene ku li benda bersivê ne."

'YPG'Ê LI SER SÎNOR ŞER DIKIR'

Kiziler anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê di şeva 2'ê Tebaxê de ji Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik û Til Qesabê êriş kirin û serê sibehê gihîştin Şengalê û diyar kir ku gel hewl dida xwe bigihîne çiyê. Kiziler got, "Li aliyê Sinûnê şer diqewimî. Yekîneyeke YPG'ê xwe gihandibû wê derê. Ji xwe herêmeke li ser sînor e. Li wir şerekî giran qewimî. Ji bo mirov derbas bibin rê vekirin."

BERXWEDANA 12 GERÎLAYAN...

Şahidê fermana 73'an rojnamevan Hayrî Kiziler qala berxwedana 12 gerîlayan kir ku li Şengalê pêşî li qirkirinê girtin:

"Du rê hebûn ku digihîşt çiyayê Şengalê. Yek ji wan ji navenda Şengalê bû, ya din jî li aliyê Sinûnê bû. Dema ku te ev her du rê kontrol kiribûya, te yê pêşî li DAÎŞ'ê bigirta ku xwe negihîne çiyê. 12 gerîlayên HPG'ê yên navborî jî bi vê rolê rabûn."

"Em dibêjin 12 gerîla, lê belê 3 ji wan berê ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin. 9 kes bûn yanî. Ew jî mehekê beriya fermanê bi rengekî qaçax hatibûn Şengalê."

"Min di hevpeyvînên xwe de yên bi rêveberên PKK'ê Zekî Şengalî û Sozdar Avesta re ev yek pirsî. Wan jî gotin, 'Ji bo xurtkirina Şengalê me gelekî hewl dan, lê belê PDK'ê timî digot 'hêza me heye' û qebûl nekir. Li ser vê yekê me ew hevalên xwe bi rengekî veşartî şandin wê derê."

"Ji wan 12 gerîlayan 3 jê hatin girtin. Du jê jî li xeta Sinûnê bûn ku YPG'ê xwe gihand wir. 7 ji wan mabûn ku çiyê ewle bikin. 2 ji wan jî li dijî metirsiya ku DAÎŞ xwe bigihîne çiyê, li ser rêya Şengalê kemîn danîbûn. 2 jê li rêya jêr kemîn danîbûn. 3 ji wan jî hewl didan ewlehiya gelê berê xwe da çiyê bikin. Wan 7 kesan bi vî rengî 200 hezar mirovên berê xwe dan çiyê ji komkujiyeke mezin rizgar kirin."

'XWEGIHANDINA ÇIYÊ BI TENA SERÊ XWE RIZGARÎ NEBÛ'

Kiziler got, "Xwegihandina çiyê bi tena serê xwe rizgarbûyî nebû. Pirsgirêkên cudatir dest pê kirin" û wiha dewam kir: "Meha Tebaxê bû, hewa gelekî germ bû. Germahiya çolê bû. Bi roj germ, bi şev jî sar bû. Gelek extiyar û zarokên xwe gihandin çiyê ji ber germê û tîna jiyana xwe ji dest dan."

'LI SERANSERÊ RÊ CENAZE HEBÛN'

Hayrî Kiziler destnîşan kir ku tişta li çiyayê Şengalê piştre dît welê giran bû ku gotin têra vegotina wê nake. Hayrî Kiziler wiha dewam kir: "Wê demê li aliyê Solaxê min xwe berda nava newalekê. Ji bêhnê mirov nikarîbû bikeve nava newalê. Bi sedan cenazeyên mirovan li naverastê bû. Mirov ji ber germê, ji ber tîna jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha li gundê Gabarê jî komkujiyeke mezin hatibû kirin. Li seranserê rê cenaze hebûn."

'EGER 7 KESÎ KARÎBÛ EWQAS MIROVÎ JI KOMKUJIYÊ RIZGAR BIKIN...'

Kiziler destnîşan kir ku eger hatibûya xwest wê Şengal bi hêsanî bihata parastin û got, "Stratejiyên leşkerî li aliyekî, bi aqlê zarokekî jî Şengal dikarîbû bihata parastin. Bajar li quntara çiyê ye. Çiyayekî welê mezin li wir heye. Bi çend çekên giran ên li ser wî çiyayê bihata bicihkirin wê pêşî li komkujiyê bihata girtin. Eger 7 mirovî karîbû vê bikin, gelo 17 hezar kesî bixwasta wê çi nekiribûya?"

'BIRYAR SIYASÎ BÛ'

Hayrî Kiziler got, "Eger mirov ji bo rewşeke bi vî rengî bêjin, ku kêmasiyeke leşkerî hatiye kirin, ji bo hêzeke ku ji sala 1946'an û vir ve di nava şer de ye, ev pênase rast nîne" û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê nebawer im ku di nava vê mijarê de kêmasiya leşkerî hebe. Biryareke siyasî heye. Gelo ev biryar hate standin, pê dan standin yan jî di bernameya siyasî ya PDK'ê de xwedîderketina li gel nîne, ev hemû pirsên li benda bersivê ne."

'HEWL DAN QEHREMANÊN SEXTE BIAFIRÎNIN'

Kiziler bal kişand ser kampanyayên reşkirinê yên piştî rizgarkirina Şengalê dest pê kirin û bi bîr xist ku hewl dan ku qehremanên sexte biafirînin. Kiziler got, "Beriya niha 72 ferman rabûn, ev fermana 73'an bû. Di her fermanê de qehreman jî hebûn. Di vê fermanê de jî qehreman hebûn. Dinyayê hemûyî ev qehreman dît. Niha hinek hewl didin qehremanên sexte biafirînin. Lê belê dinyayê bi rengekî eşkere dît ku kî qehreman e, kê xiyanet kir."

'EW KONSEPTA QIRKIRINÊ ÎRO JÎ DEWAM DIKE'

Kiziler got, "Dema ku mirov daneyan hemûyan didin ber hev, vê yekê dibînin; Hate xwestin ku Êzidî bên qirkirin. PKK'ê ew çerxa qirkirinê ji hev xist" û wiha dewam kir: "Ji ber ku nekarîn qir bikin, hina serî li rê û rêbazên cuda didin. Ew konseta qirkirinê niha li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê bi êrişên dagirkeriyê didome."

'DIVIYABÛ TI BELGE JI DÎROKÊ KÊM NEMABÛYA'

Li ser rojnamevaniya wan şert û mercan jî Hayrî Kiziler diyar kir ku wan hewl dan her kêliyên wê demê qeyd bikin, diviyabû ti ji belgeyên ji wê dîrokê kêm nebûya û got, "Diviyabû her kêlî bihata qeydkirin. Me hewl dan bi wê têgihiştinê tevbigerin. Diviyabû bê belge nemabûya. Ji ber ku her kêliya winda dihate wateya kêmmayina belgeyeke dîrokê."