'Kirmaşan ti carî radestî polîtîkayên dewletê nebû'

Dilawer Caf bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilat û got, "Cihên mîna Kirmaşan û Pawe bi lehengî û wêrekiya xwe tên naskirin. Ti carî teslîmî dijmin nabin."

Gerîla Dilawer Caf ji eşîra Caf e û li bajarê Pawe yê parêzgeha Kirmaşanê ji dayik bû. Li dijî kiryarên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Gerîla Dilawer Caf qala tevlîbûna xwe kir:

"Pêkanînên dewleta dagirker a Îranê yên li ser civaka Kurd, bi taybetî jî yên li herêmên Pawe û Kirmaşanê ji bo min bû sedema nakokiyan. Bi êrişa li ser çanda Kurdan hewl dide bi awayekî nerm gel ji çanda wê dûr bixîne. Bêguman ev yek bandora herî giran li ciwanan dike. Min ev rewş ji nêz ve dît. Ev hemû bûn sedem ku weke Kurdekî ez bi xwe bihesim."

Gerîla Dilawer Caf bal kişand ser êrişên rejîma Îranê yên li ser ciwanan û got, "Ciwan hêza herî dînamîk a civakê ye. Ciwan dikarin paşeroja gel biguherînin. Dewlet herî zêde bi rêya madeyên hişbir ciwanan bi xwe ve girê dide. Dixwaze serî li wan ciwanan bide tewandin, wan teslîm bigirin ji bo pêşengiyê ji civakê re nekin. Ji bo li dijî dagirkeriyê serî hilnedin û her tim di nava şermekê de bin, bi rêbazên cûr be cûr nêzî ciwanan dibe. Vê yekê jî bi rengekî zexel dike. Kirmanşan, Pawe bi şerkerî û lehengiya xwe tên naskirin. Lê belê pergalê bi rêya madeyên hişbir ev herêm tevizandiye. Dema ku mirov vê yekê dibîne, bivê nevê vê pirsê ji xwe dike, 'Çima ewqas polîtîkayên zirav li ser Kurdan tên meşandin?' Çawa dibe ku em ê li nava civaka Kurd bin lê belê nikaribin qala Kurdîtiyê bikin? Çawa dibe ku mafê me yê axaftinê nebe, nikaribin bi zimanê xwe dersê bibînin? Çi armanca dewletê ji vê heye? Divê em lê bipirsin bê çima ewqas Kurd ji çanda xwe hatine dûrxistin? Çima mejiyê ciwanan bi zîhniyeta dewletê tê tijîkirin? Em çima bi nasnameya Farsê bijî? Em Kurd xwedî dîrok û nasnameyeke kevnare. Rejîma Îranê ya dagirker ji ber Kurdbûna wan heta niha bi sedan ciwan sêdare kir. Divê em hesabê vê bixwazin."

Gerîla Dilawer têkildarî jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kir: "Dema ku tevlî jiyana Rêber Apo bûm min jiyaneke nû dît. Jiyaneke welê bû ku beriya niha min qet nedîtibû û nebihîstibû. Jiyaneke ku ruhê min lê digeriya bû. Di vê jiyana ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hate avakirin de bi hezaran şoreşger hene. ikir û felsefeya Rêber Apo mirovan dibe lêgerînan. Dema ku mirov bi kûrahî dikeve nava vê jiyanê dibîne ku çawa mirov ji mirovatiyê hatiye dûrxistin. Jiyaneke bi exlaq û wijdanê ve tijî ye. Di nava jiyana çiya de cih li dubarebûyînê nîne. Bêguman ev yek ji dewlemendiya felsefeya Rêber Apo tê. Jiyan li ser komunalî û manewiyatê ye."

Gerîla Dilawer herî dawî vê bangê li ciwanan dike: "Divê ciwanên li nava civakê li dijî windakirina nirxan xwedî helwest bin. Divê serî li ber vî dijminî rakin. Ji bo dawî li komkujiyên li Kurdistanê bê anîn divê ciwan rabin ser piyan. Li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes kirine cehş. Li dijî nirxên welatê xwe şer dikin.  Pêwîste ciwanên welatparêz bersivê bidin kesên cehş.  Li dijî cehşan pêwîste têkoşînek wisa bidin ku careke din nikaribin vî karî bikin. Li her devera vî welatî xwîna şehîdan heye.  Ji bo wê jî li dijî pêkanînên dijmin ên faşîzan, dagirker pêwîste tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê deng  derxin û tevlî tevgera Rêber Apo bibin.  Eger em xwedî li Rêberê xwe, zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe, nirxên xwe nebin em ê mehkûmê tinebûyînê bibin."