Ken Loach li dijî tecrîdê nameyek nivîsî

Derhênerê Îngilîz ê navdar Ken Loach, ji bo piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nameyek nivîsî.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir û bi beşdariya bi hezaran kesî li çar aliyên dinyayê belav bû, bi biryardarî didome. Derhênerê Îngilîz Ken Loach ji bo piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê nameyek vekirî nivîsî.

Parêzer û senarîstê Skoç Paul Laverty û aktîvîst Sarah Glynn jî mohra xwe danîn binê nameyê. Di nameyê de işaret bi rol û girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.

Nameya Ken Loach wiha ye: "Em dixwazin ragihînin ku piştgiriyê didin zêdeyî 7000 Kurdên ketine greva birçîbûnê û dixwazin, di çarçoveya mafên mirovan ên bingehîn ên lîderê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan destûr bê dayin ku parêzer û malbat karibin serdana wî bikin. Gelek mirov ji bo mafên mirovan ên bingehîn ketine greva birçîbûnê; ev yek çalakiyeke bi pîvan, wêrek û kolektîf e. Ev çalakî ji bo gelek welatên ku hiqûqa navneteweyî bi cih nînin û dawî li zilma hovane ya li Ocalan tê kirin nînin, cihê şermê ye. Girîngiya Ocalan ji aliyê tevgera sendîkayî ve tê zanîn. Galaya Madenkarên Dûrhamê ragihand ku kampanyaya wan a navneteweyî ya sala 2018'an bi navê 'Azadî ji Ocalan re' tê birêvebirin. Nêrînên Ocalan ên li ser demokrasiya gel, pir çandî û mafên jinan, bûye bingeha guhertinên civakî yên li Bakurê Sûriyeyê bi taybetî li herêma xweser a Kurdan. Ocalan ku ji bo Kurdên li Sûriyeyê timî banga çareseriyeke aştiyane û bi rûmet dike, mîna Mandela yê li Efrîka Başûr, di çareseriya aştiyane ya siberojê de kesayetekî diyarker e. Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, bi ti awayî nayê qebûlkirin ku mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyekî siyasî ji nedîtî ve bên. Saziyên me yên siyasî careke din bi ser neketin û di piştevaniya navneteweyî de pêşengî ji gel re hatiye hiştin."