KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

KCK'ê Ayaz û Irmak bi bîr anî yên li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin û diyar kir, "Divê gelê Kurd zanibe ku PKK di heman demê de tevgera cezakirina xiyanet û dijminatiyê ye. Lewma wê teqez hesab ji kujerên hevalên Cemîl û Demhat bê pirsîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê Seyîtxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) ên li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk bi eşqiyatiyeke ku hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê binpê dike li Federasyona Başûrê Kurdistanê û li qadeke dewleta Iraqê bi balafirên bêmirov ên çekdar du şoreşger qetil kir ku endamên Konseya Rêveber a KCK'ê bûn. Bi dijminatiya xwe ya li Kurdan cînayeteke din a li dijî mirovahiyê kir. Em hevrêyên xwe endamê Komîteya Têkiliya Derve Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) bi rêzdarî bi bîr tînin ku di vê êrîşê de hatin qetilkirin. Em soz didin ku em ê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirînin ku hesreta wan bû.

'DIVÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK A DIJMINÊ KURDANE HELWEST BÊ NÎŞANDAN'

Ev êrîş ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurde di heman demê de li dijî rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Par li Şengalê Mam Zekî yê Êzidiyan bi êrîşeke hewayî hatibû qetilkirn. Di sala 2013'an de li Fransayê sê jinên şoreşger hatibûn qetilkirin. Di van êrîşan hemûyan de tiliya rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê heye. Lewma MÎT veguheriye rêxistineke kuştinê ya dijminê Kurdan.

Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava û êrîşa li Silêmaniyeyê dijminatiya wê ya li dijî Kurdan careke din raxistiye pêş çavan. Divê gelê Kurd û hêzên siyasî vê rewşê bibînin û li dijî dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike helwestê nîşan bidin. Eger ev êrîş tenê weke êrîşên li dijî PKK'ê bê dîtin nêzîkatiyeke bi vî rengî wê ji bo Kurdan bibe xefleteke dîrokî. Divê Kurd metirsiyê bibînin û li gorî vê yekê helwestekê nîşan bidin. Kurdên ku bi êrîşa dewleta Tirk a dijî Rojava metirsî dîtin divê bi êrîşa li Silêmaniyeyê re li dijî dewleta Tirk hîn bêhtir têbikoşin ku ev yek wezîfeyeke dîrokî ye.

'DIVÊ DEWLETA TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXISTIN'

Êrîşa li Silêmaniyeyê eşkere kiriye ku MÎT'ê xwe li Başûrê Kurdistanê pir zêde bi rêxistin kiriye. Ev rewş ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê lawaziyeke mezine. Li ti welatekî rêxistineke îstîxbaratê ya hêzeke derve xwe di vê astê de bi rêxistin nekiriye. Rêxistinbûna MÎT'ê ya di vê astê de xwe ferz dike ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê dest li rewşê werde. Ne tenê rêxistinbûna MÎT'ê, her wiha hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li gelek herêman ji bo Federasyona Başûrê Kurdistanê gefeke mezine. Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û tevna rêxistinbûnê ya MÎT'ê êrîş û destwerdana li îradeya Federasyona Başûrê Kurdistanê ye. Dem hatiye ku gelê Kurd, hêzên siyasî û rêveberiya federasyonê van hêzan ji Başûrê Kurdistanê derxînin. Bi ti awayî nepêkane ku hebûna rêxistinbûna MÎT'ê û baregehên leşkerî bên qebûlkirin.

'DIVÊ GELÊ ME NEHÊLE KU XAYIN DI NAVA WAN DE BIMÎNIN'

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê zane ku MÎT'ê xwe bi xurtî di nava PDK û YNK'ê de bi rêxistin kiriye. Bi rêya rêxistinbûna MÎT'ê û têkiliya bi sîxurên xwecihî bi dehan gerîla hatin qetilkirin. Êrîşa li Silêmaniyeyê jî hebûna sîxurên xayîn ên xwecihî nîşan dide. Hebûna xayinên bi vî rengî yên li Başûrê Kurdistanê destê wan di xwîna gerîla de hene, ji bo gelê Kurd rewşeke giran û bi êşe. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê xiyanetê qebûl nake. Gelê me yê welatparêz ê li Başûrê Kurdistanê hebûna xayinên bi vî rengî weke êrîşeke namerdî ya li dijî xwe dibîne. Gelê me li dijî rêxistinbûna MÎT'ê û xayinên bi MÎT'ê re hevkariyê dikin bi hêrse. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê çi zû çi jî dereng wê van xayinan bifetisînin û nehêlin ku bijîn. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî hemû bi taybetî PDK û YNK jî bi belavkirina tevna xayinan û MÎT'ê bersivê bidin vê helwesta gelê Kurd.

'BOYKOTKIRINA MALÊN TIRKAN TÊKOŞÎNEKE GIRÎNGE LI DIJÎ DEWLTA TIRK'

Gelê me Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya li Rojava nerazîbûneke girîng raber kiriye. Di nava gel û hêzên siyasî de ruhê yekîtiya neteweyî derketiye pêş. Boykotkirina malên Tirk helwesteke girînge li dijî dewleta Tirk a dijminê Kurdan. Dewleta Tirk bi hatineya ku ji Başûrê Kurdistanê werdigire aboriya xwe bi rê ve dibe; her wiha bi sedan milyon dolar ên ji Başûrê Kurdistanê diçin ji dewleta Tirk dibin tank, top, fîşek, bombe û mirinê li Kurdan dibarînin. Bi tişta ji Başûrê Kurdistanê werdigire zextê li gelê Kurd dike, li her deverê êrîşî Kurdan dike û komkujiyan dike. Lewma divê ti malekî Tirkan neyê kirîn. Di serdema heyî alternatîfa her malî heye. Lewma boykotkirina malên Tirkan têkoşîneke girînge li dijî dewleta Tirk. Tevî boykotkirina malên Tirkan divê gelê me li her deverê bi ruhê Şêladizê li dijî hêzên dagirker ên dewleta Tirk û tevna MÎT'ê têbikoşe.

'DIVÊ GELÊ ME DI ASTA HERÎ BILIND DE BEŞDARÎ MERASÎMA LI SILÊMANIYEYÊ Û QENDÎLÊ BIBE'

Divê gelê Başûrê Kurdistanê bi rengê ku li dîroka xwe ya têkoşînê tê li hevalên Demhat û Cemîl bibe xwedî ku nêzî 30 salan gerîlatî kirin û li her qadê bi berpirsyariya şoreşgerî tevgeriyan. Di asta herî bilind de tevlî merasîma hem li Silêmaniyeyê hem jî li Qendîlê bibin. Bi xwedîderketina li van şoreşgerên mezin divê bersiva herî baş bidin dewleta Tirk a ku dijminê Kurdane.

'YEKANE HÊZA KU DIKARE VAN ÊRÎŞAN TÊK BIBE YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Hevkariya AKP-MHP ku niha li Tirkiyeyê desthilatdare dijminê Kurdane. Li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Dema ku konjonktura siyasî derfet jê re afirand, mîna li Rojava dike wê bahaneyekê peyda bike û ji bo tinekirina destketiyên li Başûrê Kurdistanê êrîş bike. Ji xwe dibêjin, 'Em ê şaşitiya ku li Bakurê Iraqê kir, li Bakurê Sûriyeyê nekin', ku hem bi vê gotinê hem jî bi êrîşa dijî Şoreşa Rojava nîşan dide ku dema firsend dît wê 'şaşitiyê' sererast bikin. Yekane hêza ku van êrîşan têk bibe afirandina yekîtiya neteweyî ye. Ruhê yekîtiya neteweyî ku li dijî dagirkeriya li Rojava afirî divê bi êrîşa li Silêmaniyeyê mezintir bibe û berpirsyariya me ye ku em Kongreya Neteweyî pêk bînin ku bendewariya gelê me ye. Ji ber vê yekê divê hêzên siyasî yên Kurd di mijara yekîtiya neteweyî de bêyî dereng bikevin bi însiyatîf tevbigerin û dest bi karê avakirina komîteya amade bikin.

'PKK TEVGERA CEZAKIRINA XIYANET Û DIJMINATIYÊ YE'

Divê gelê Kurd zanibe ku PKK di heman demê de tevgera cezakirina xiyanet û dijminatiyê ye. Lewma wê teqez hesab ji kujerên hevalên Cemîl û Demhat bê pirsîn. Eger dewleta Tirk li her deverê dijminatiyê li gelê Kurdistanê dike hingî hêzên me yên azadiyê jî wê li her deverê kujer û dijminên Kurdan ceza bike.

Wê hesreta hevalên Cemîl û Demhat teqez bê pêkanîn."