KCK: Newroza 2018'an ji bo me talîmat e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo pîrozbahiyên îsal ên Newrozê got, "Newroza 2018'an li ser kar û barên divê werin kirin ji bo tevgera me ya azadiyê talîmat e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser pîrozbahiyên Newroza 2018'an weşand û destnîşan kir ku gelê Kurd, dostên wan û gelên Rojhilata Navîn yek ji Newrozên herî girîng ên dîrokê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd, dostên wan û gelên Rojhilata Navîn yek ji Newrozên herî girîng ên dîrokê pîroz kirine. Newroza îsal bû rojeke piştevaniya berxwedana Efrînê, bû helwest û têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku bi dagirkirina Efrînê re êrîşî jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd û demoratîkbûna Rojhilata Navîn kiriye. Newroza 2018'an careke din nîşan daye ku nepêkan e îradeya demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd were şikandin.

Di Newroza 2018'an de bi taybetî li Bakruê Kurdistanê ji Cizîr, Nisêbîn û Geverê heta Amed, Wan, Riha, Çukurova, Stenbol û Îzmîrê, bi milyonan mirovên me di nava zextên giran de Newroz pîroz kirin. Em pîrozbahiya wan a Newrozê silav dikin û soz didin ku em ê bi têkoşîn û yekîtiya bi ruhê Newrozê jiyana azad teqez pêk bîni. Misogerî û isparta vê soza me gelê me ye, dostên me ye, hêzên demokrasiyê ye ku bi milyonan daketin qadan û îradeya xwe ya têkoşînê nîşan dan.

'BI RUHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN'

KCK'ê destnîşan kir ku Newroza 2018'an bi ruhê berxwedana Efrînê hatiye pêşwazîkirin û wiha dewam kir: "Gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê li Rojava, Başûr, Rojhilat, Ewropa û li her çar aliyên cîhanê, îrade û helwesta xwe ya têkoşînê ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê di asta herî bilind de nîşan dan. Gelê me, dostên me û hêzên me di Newroza 2018'an de îradeya jiyana demokratîk û azad, biryardariya têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê nîşan dan. Em wan hemûyan bi rêzdarî silav dikin û careke din soz didin ku em ê hesreta wan teqez bi cih bînin.

Newroza 2018'an careke din raxistiye pêş çavan ku bi rêbertiya Rêber Apo û pêşengiya PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd gel û hêzeke çawa ya demokratîk afirandine. Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan re bûne gelê pêşeng ê demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Çawa ku 2630 sal beriya niha Medan pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn re kirin, Tevgera Med a Hemdem a bi rêbertiay Rêber Apo û bi pêşengiya PKK'ê; tevgera me ya azadiyê îro pêşengiyê ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn re dike. Ji ber vê yekê, Tevgera Azadiyê ya Kurd her roj hê bêhtir xwe digihîne gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê."

'BERPIRSYARIYÊN ME CAREKE DIN BI XURTÎ HATIN DESTNÎŞANKIRIN'

KCK'ê işaret bi peyamên di Newroza 2018'an de ji tevgera azadiyê ya Kurd re hatin dayin kir û got, "Newroza 2018'an berpirsyariyên tevgera me ya azadiyê careke din bi xurtî destnîşan kiriye. Newroza 2018'an li ser kar û barên ku divê werin kirin ji bo tevgera me talîmat e. Di sala 2018'an de wê bi xurtî xwedî li xewn û xeyalên tevgera me ya azadiyê bê derketin û bibe saleke ji têkoşîneke bilind a azadiyê.

Di Newroza 2018'an de li dijî faşîzma AKP-MHP'ê û hemû dijminên demokrasiyê helwest û îradeyeke xurt a têkoşînê hatiye nîşandan. Ev helwest û têkoşîna gelê me, wê sala 2018'an bi rengê pêşvebirina têkoşînê bidome. Tevgera me ya azadiyê wê pêşengiyê ji vê re bike. Qadên Newrozê bûne cihên ku helwest û îrade bi xurtî lê tên nîşandan. Berpirsyariya ku ji niha û pê ve dikeve ser milê her kesî ew e ku vê helwest û îradeyê bi xurtî di nava têkoşînê de nîşan bidin. Di serî de jin û ciwan hemû gelê me wê vê helwest û îradeyê bi xurtî tevlî têkoşînê bikin.

Ji bo helwest û îradeya xurt a Newroza 2018'an di nava salê de veguhere têkoşîneke xurt, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku li dora tevgera me ya azadiyê xwe bi xurtî bi rêxistin bikin û bi ruhê Newrozê dakevin qadên têkoşînê."