KCK: Şehadeta Delal Amed wê bibe sonda têkoşînê ya sala 40'emîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku Delal Amed, Azê Malazgîrt û hemû şehîdên Bestayê, manîfestoya têkoşîna PKK'ê ya sala 40'emîn e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo bîranîna Delal Amed û hemû şehîdên Bestayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat ragihandin, ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed û Azê Malazgîrt tevî 11 gerîlayan li Bestayê di şer de şehîd bûn û Delal Amed û hemû gerîlayên şehîd bûn bi minetdarî û rêzdarî hatin bîranîn. KCK'ê got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîn û hesreta wan li Kurdistana azad bidin jiyîn."

'MANÎFESTOYA TÊKOŞÎNA PKK'Ê YA SALA 40'EMÎN E'

KCK'ê destnîşan kir ku şehîdên Bestayê xeleka dawî ya bi deh hezaran şehîdên wan ên dehan salan e û wiha dewam kir: "Şehîd her tim bûne xelekên ku serdemên têkoşînê bi hev ve girê didin. Delal Amed û Azê Malazgîrt tevî 11 şehîdan bûn manîfestoya têkoşîna PKK'ê ya sala 40'emîn. PKK wê di sala 40. de bi dildarî û ruhê wan ê azadiyê, têkoşînê geş bike û ji bo afirandina Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk dest bi pêngaveke girîng bike. Şehadeta fermandara mezin Delal Amed wê di sala 40. a PKK'ê de bibe sonda me ya têkoşîna azadiyê."

Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin:

"Her şehadeta di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd rû dide, nirxên nû tevlî têkoşîna azadiyê dike û dike ku têkoşîn ti carî neyê şikandin. Eger têkoşîna azadiyê li hemberî her şêwe çekên giran têk naçe û bi xurtî ji nava her zor û zehmetiyan derdikeve; ya ku vê dike şehîdên me yên nemir in. Delal Amed fermandareke fedayî ya nemir e. Têkoşîna azadiyê ya ku têk naçe, hê bêhtir xurt kiriye.

'DAXWAZA DELAL AMED Û ŞEHÎDÊN ME YA JI BO KURDISTANA AZAD WÊ BI CIH BÊ'

Delal Amed yek ji sembolên şoreşa azadiya jinê ye ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye afirandin. Fermandara HPG û YJA Starê, endama Komîteyên Rêveber ên PKK û PAJK'ê bû. Ev rastî, karaktera rastiya gel a şoreşa çandê, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk a li Kurdistanê radixe pêş çavan. Şoreşa demokratîk a azadîparêziya jinê, fermandarê û şoreşgerên mezin ên mîna Delal Amed derxistiye holê. Şehadeta Delal Amed wê bi hezaran jinên ciwan ên li ser şopa vê şoreşgera mezin dimeşin tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bike. Li Kurdistanê rastiya gel a ku fermandar û şoreşgerên mîna Delal Amed diafirîne, derketiye holê. Ti hêz wê nikaribe pêşî li têkoşîna azadiyê ya ewladên vî gelî bigire. Daxwaz û dildariya Delal Amed û şehîdên me ya ji bo azadiyê, wê Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike.

Meşa şoreşgerî ya ku Rêber Apo sala 1973'an dest pê kir, sala 1978'an bû partî, salên 1990'î veguherî gel, li dijî komploya navneteweyî di nava têkoşînê de xwe gihand rastiya Neteweya Demokratîk a rêxistinbûyî û veguherî hêza şoreşgerî ya gelên Rojhilata Navîn. Di salên bê de, bi dildariya azadiyê ya fermandar Delal Amed û ruhê azadiyê yê hemû şehîdên me, wê Kurdistana azad, azadiya Rêbertî û jiyana azad ku hesreta şehîdan e biafirîne."