KCK: Êşa gelê Lubnanê êşa me ye

KCK'ê ji ber teqîna 4'ê Tebaxê sersaxî ji gelê Lubnanê re xwest û diyar kir, "Ji dil ve em hevxemê gelê Lubnanê ne. Êşa wan êşa me ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser teqîna 4'ê Tebaxê ya li Lubnanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Teqîna 4'ê Tebaxê ya li bendergeha Lubnan-Beyrûdê bû sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û gelek birîndar bibin. Em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin, rehma xwedê li miriyan be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê Lubnanê ji dil parve dikin. Êşa wan êşa me ye."

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Lubnan yek ji qadên herî bedew ên Rojhilata Navîn û welatê Ereban e. Lubnan ku Ereb, Ermen, Kurd, Durzî, Suryan û gelek bawerî û ol lê ne, cografya gelan û baweriyan e. Xwedî çand û dîrokekê ye ku ji tevahiya Rojhilata Navîn re mînak e. Lubnan welatekî bawerî û gelên Rojhilata Navîn e. Lewma êşa vî welatê bedew êşa tevahiya mirovahiyê ye, êşa gelên Rojhilata Navîn e. Gelê Kurd jî bi vê yekê gelekî êşiya ye.

Tevgera me ya azadiyê û gelê Kurd dilsozên Lubnanê ne. Kurdên li Lubnanê ne ked û hesta xwe tevlî Lubnanê dikin. Em Lubnanê weke welatekî xwişk-bira yê Kurdan dibînin. Di serî de Kurdên li Lubnanê, Kurd hemû Lubnanê weke welatê xwe dibînin. Di van rojên zor û zehmet de em bi gelê Lubnanê re ne. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Lubnanê jî ji bo pêçandina birînên gelê Lubnanê wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Gelê Lubnanê çawa ku heta niha êşên giran ji ser xwe avêt, wê êşa vê dawiyê jî li pey xwe bihêle. Piştgiriya madî û manewî ya dostên gelê Lubnanê jî wê ji bo derbaskirina encamên giran ên vê felaketê bibin alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Ereb û mirovahî di vê mijarê de wê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Em careke din ji gelê Lubnanê re dibêjin derbasî be, ku têkiliyeke me ya dîrokî û qewîn a ji dil pê re heye û sersaxiyê jê re dixwazin. Em hêvî dikin ku gelê Lubnanê wê birînên xwe tavilê bipêçe û careke din weke gewhera Rojhilata Navîn li rojên xwe yên biriqandî vegere."