KCDK-E'yê li dijî êrişa nîjadperest banga çalakiyan kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê qetilkirina ciwanekî ku li Enqereyê ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî û êşkenceya li ciwanekî Kurd li qereqolê hate kirin şermezar kir û li dijî "dewleta Tirk a faşîst qirker" banga çalakiyan kir.

KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ciwanê Kurd Bariş Çakan ê li muzîka Kurdî guhdarî dikir ji aliyê nîjadperestan ve hate kuştin. Li Emniyeta Amedê jî ciwanekî Kurd tazî kirin û êşkence lê kirin, her wiha dîmenê wê jî li medya civakî weşandin û teşhîr kirin. Dewleta Tirk a faşîst peyama 'em ê we qir bikin' dide gelê Kurd."

KCDK-E'yê diyar kir ku ew vê êrîşa nîjadperestiyê ya namerd şermezar dikin û destnîşan kir, "Em vê êrişa tirsonekî weke êrişek li dijî hebûna gelê Kurd dibînin. Dîktatorê dest bi xwîn ê dewleta Tirk Erdogan û maşika wî ya bi xwîn Suleyman Soylû van qirkirinan didin kirin. Em van komkujiyan şermezar dikin. Gelê Kurd wê li pêşberî êrişên nîjadperest ên dewleta Tirk têk neçe.

Dewleta Tirk a qirker wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetise û di nava dîrokê de winda bibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku vî rûyê bi xwîn ê dewleta Tirk teşhîr bike, xwedî li hebûna xwe û têkoşîna xwe derkeve û dakevin qadan."