BI DÎMEN

KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!

KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1'ê Cotmehê-16'ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixin û ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

BANGA JI BO MEŞÊ

KCDK-E'yê bi navê saziyên li Ewropayê hemûyan daxuyaniyek da, û diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1'ê Cotmehê û 16'ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixe.

Ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, nûnerên saziyên Kurdan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever daxuyanî da û diyar kir ku divê Kurd jiyanê rawestînin û got, "Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê xwe dikin. Tecrîda li ser Rêber Apo 25 sal derbas kir û 42 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di 10'ê Cotmeha 2023'an de dostên gelê Kurd pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin. Ji ber vê yekê divê em her roj çalakiyan bikin. Hêzên ku komploya navneteweyî lidar xistin û hêzên ku tevlî vê komployê bûn divê zanibin ku êdî sebra Kurdan nemaye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji dayina her berdêlî re amade ye. Di sala 2025'an de armanca me ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê divê bi pêşengiya dostên gelê Kurd, tevgerên jin û ciwanan em bi ruhê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Salvegera qedexekirina tevgea azadiyê nêzîk dibe. Meha Mijdarê hem ji bo rakirina tecrîdê hem jî ji bo nîşandana nerazîbûna qedexekirina PKK'ê divê em helwesta xwe nîşan bidin. Gelê Kurd dibêje êdî bes e. Ji ber vê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî vî karî bibe. Dema azadiyê nêzîk e."

SEBRA GELÊ KURD ÊDÎ NEMAYE

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî bi bîr xist ku meha Cotmehê hem salvegera Komploya Navneteweyî ye ku 9'ê Cotmeha 1998'an bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê destpê kir, hem jî salvegera destpêkirina pêngava 10'ê Cotmehê ye û got, "Di ser pêngava me re salek derbas bû. Di nava vê salê de gelek çalakî, mîtîng hatin lidarxistin, kar hate kirin. Lê belê ji bo dengê Rêber Apo bibihîzin û tecrîdê bişikînin divê em hîn bêhtir têbikoşin. Bêguman pêvajoya ku em tê de ne gelekî giran e. Tecrîd çiqasî giran bibe şer jî di wê astê de kûr dibe. Giranbûna şer û tecrîdê bi hev ve girêdayî ye. Li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê sekna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê girîng e. Li gel çar parçeyên Kurdistanê weke gelê Kurd ê li Ewropayê, weke rêveberiya KCDK-E'yê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk demeke dirêj e em dixebitin.

Sedema kombûna me ya li hev destpêkirina pêvajoya çalakiyan a heta 16'ê Mijdarê ye. Ji 1'ê Cotmehê heta bi 16'ê Mijdarê divê em her roj bi gelê xwe, civaka xwe re mal bi mal bixebitin. Di 16'ê Mijdarê de divê em jiyanê rawestînin. Wê rojê divê her kes deriyê xwe bigire û ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bên Kolnê. Wê rojê em li Kolnê li benda gelê xwe ne. di 16'ê Mijdarê de em ê erd û ezmên bihejînin, jiyanê bisekinînin û peyamê bidin dagirkeran ku nikarin îradeya me teslîm bigirin, nikarin tecrîdê roj bi roj giran bikin û nikarin komkujî û dagirkeriya li ser gelê Kurd mezin bikin. Banga xwe careke din dubare dikim; ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 16'ê Mijdarê de bi hezaran mirovî em li Kolnê li hev kom bibin."

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan jî bi bîr xist ku ji 10'ê Cotmeha 2023'an û vir ve bi pêngava dostên gelê Kurd re gelek çalakî hatin lidarxistin, pêngav divê hîn bêhtir bê mezinkirin û got, "Ji bo şikandina xiyanet, tecrîd û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd di 16'ê Mijdarê de em bi ruhê sefeberiyê ji bo çalakiya li Kolnê bixebitin. Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê em li benda gelê xwe ne."