KCÊE'yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir

Koordînasyona Civaka Êzdîxanê ya Ewropayê bang li hêzên Kurdistanî bi taybetî jî gel kir ku guh bidin banga lezgîn a rêveberiya xweser a Şengalê û ji bo pûçkirina pîlanên dagirkeriyê yên li ser Şengalê dest bi çalakiyan bikin.

Koordînasyona Civaka Êzdîxanê ya Ewropayê (KCÊE) têkildarî gefên nû yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 9'ê Cotmehê peymana qirkirinê di navbera Nêçirvan Barzanî, Mistefa Kazimî û Tayyîp Erdogan de li ser Şengalê hate mohrkirin û bi vê yekê re careke din biryara fermanê, qirkirinê û komployeke nû li dijî civaka Êzidî hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku li ser bingeha vê lihevkirinê hikumeta Iraqê nêzî 10 hezar leşkerên xwe sewqî Şengalê kiriye û Şengal dorpêç kiriye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tiştê ku van hêzên di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi awayekî veşartî pêk anîn û di encama wê de Fermana herî dijwar a di dîrokê de hatî serê Êzîdxanê, dixwazin vê carê vekirî, di bin çavderî û piştgiriya NY, DYE’yê, Ewropa û cîhanê pêk bînin. Dixwazin Şengalê ku piştî Fermanê tevî zor, zehmetî, bêderfetî û êşên giran ketî pêvajoya jinûve avakirin û pêçandina birînan têk bibin, pêşî li hebûna civaka Êzîdî ya li ser xaka pîroz bigrin û vê sedsalê bikin sedsala qelandina wê.

Dixwazin wê Şengala ku bi dehê caran bûyî armanca Ferman û êrişên dewleta Osmanî yên qirkirina baweriya Êzdayetî û dagirkirina xaka wê, di sedsala 21'ê de diyarî xalife û siltanê dewleta Osmanî yê roja me dîktator Erdogan bikin. Da ku Erdogan bikaribe xewn û xeyalên pêşiyê xwe yên Osmaniyan bicih bîne, vê civak û baweriyê tune bike û li ser tunekirina wê bibe desthilatdar û siltan li ser tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê.

Hewlêr-Bexda-Enqere dixwazin bi yekê jî nemînin, tûxmê xwekujî-brakujiyê jî di nav qewmê Tawîsî Melek de biçînin, da pêsêra wî reş bikin, yekîtî-tifaqê têk bibin û xîretê ji holê rakin. Eger civaka Êzîdî ji axa pîroz qut bibe, bêtifaqî bikeve nava wê û xîret nemîne, wê carek din oxir û sihud neyê nav wê û ev yek bibe dawiya baweriya Tawîsî Melek û qewmê wî.

Têkçûna civaka Êzîdî û dagirkirina Şengalê, wê bibe têkçûn û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê. Bi destê hêzek ku qaşo bi navê Kurditiyê tevdigerê û xwe wisa pênase dike, bi destê Partî Demokratî Kurdistan, Kurdistan tê dagirkirin û têkbirin. Ji bona ku ev yek pêk neyê civaka Êzîdî û gelê Kurd neyê qirkirin, Êzîdxan û Kurdistan bi tevahî neyê dagirkirin, divê qîrên û hawara Êzîdxanê bê bihistin û banga ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bona parastina civaka Êzîdî û Şengalê li hemû hêz, aliyên siyasî, gelê Kurd, civaka Êzîdî, aliyên demokratîk û aştîxwaz kirî bicih were û pîlana Hewlêr-Bexda-Enqere pûç bikin.

Li ser vî esasî em jî wek Koordinasyona Civaka Êzdîxanê ya li Ewropayê, bang li hemû civaka Êzîdî ya li Ewropayê û Kurdistaniyan dikin ku, heya Şengal di nava metirsî û gefê de be, hemû kar û xebata xwe ya rojana rawestînin û bi hawara Êzîdxanê ve herin. Bi vê yekê pîlana Ferman, qirkirin û dagirkirinê ya Êzîdxan û Kurdistanê têk bibin.

Bi vê armancê em bang li gelê xwe yê li tevahiya cîhanê dikin ku herin pêşiya nûnertiyên Iraqê, Herêma Kurdistanê û yên NY‘yî û çalakiyên protestoyî lidar bixin û bibin bersiv ji qîrên û hawara Şengalê re. Banga me bi taybetî jî gelê me yê li Elmanyayê re jî ew e ku, di 26'ê Mijdarê de li pêşiya nûnertiyên Iraqê û NY'yî yên li bajarên Berlîn, Dusseldorf û Frankfurtê de çalakiyan pêk bînin. Her weha di 27‘ê Mijdarê roja Înê jî li seranserê Elmanya û Ewropayê çalakiyên protestoyî lidar bixin û Êzîdxanê bêxin nava aramiyê."