Karayilan: Me dest bi pêngaveke berfireh kirine

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku gerîla dest bi pêngaveke berfireh kiriye û destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî faşîzmê wê êdî ne bi rêbazên klasîk be. Karayilan got, "Em ê mêtingeriya Tirk têk bibin."

Perwerdeyên li "Akamemiyên Şehîd Mahîr" ên Fermandariya Akademiyên Apollon bi merasîmekê qediyan. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, ji Fermandarên YJA Starê Gulîstan Gulhat, ji Fermandarên Akademiyên Apollon Xeyrî Garzan û gelek gerîla tevlî merasîmê bûn. Karayilan li vê derê ji gerîla re axivî û rojev nirxand.

ŞER GIHÎŞTIYE ASTEKE GELEKÎ GIRÎNG

Karayilan diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî de ye û got, "Li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û şoreşa jinê, têkoşîna me mezin bû û bi pêş ve çû. Vê yekê dijmin tirsand. Mêtingeriya Tirkiyeyê ji ber vê yekê ketiye nava panîkê. Lewma Erdogan di destpêka sala 2015'an de mutabaqata Dolmabahçeyê red kir û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd û gelên Tirkiyeyê şer ragihand. Ev şer 3 sal in didome û îro gihîştiye qonaxeke gelekî girîng."

GELÊ ME WÊ LI HER SÊ PARÇEYAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDE

Karayilan got, divê her kes zanibe ku PKK hewl nade Tirkiyeyê parçe bike, hewl dide li Tirkiyeyê şoreşê bike, Tirkiyeyê demokratîk bike û destnîşan kir ku yên ji demokrasiyê ditirsin, li dijî gelê Kurd şer ragihandine.

Mûrat Karayilan bi dewamî got, "Li Bakur nekarîn encamê bi dest bixin. Êrîşî Efrînê kirin û bi vî rengî şoreşa Rojava kirin hedef. Niha jî li aliyê Lêlîkan, Xakurkê êrîşî Başûr dikin û vê derê jî dikin hedef. Yanî faşîzma AKP-MHP-Erdgenekonê dixwaze siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bike û sînorên Mîsakî-Mîllî dagir bike. Xuya ye wê li dijî dagirkerî û êrîşkariya dewleta Tirk li 3 parçeyan gelê me li ber xwe bide."

GERÎLA DEST BI PÊNGAVEKE BERFIREH KIR

Fermandariyê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku gerîla di sala 2018'an de li Bakurê Kurdistanê dest bi pêngavê kiriye û wiha dewam kir: "Li Botanê pêngava Şehîd Delal, li Serhedê pêngava serketinê dest pê kir. Ne tenê li Botan û Serhedê, her wiha li Zagros, Amed, Garzan, Dersim û Derya Reş jî dest bi pêngavên ewilî kirin. Gerîla niha dest bi pêngaveke berfireh kiriye. Em pê bawerin ku şerê me û mêtingeriya Tirk wê îsal derkeve asta herî bilind û em ê bi ser bikevin. Erdogan ev rastî dît. Lê tiştek ji destê wî nayê. Ji aliyekî ve aborî qels dibe, her roj zemê dikin, li aliyê din jî nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin û tenê bi qanûnên rewşa awarte bi rê ve dibin."

JI BER KU TIRSIYAN BIRYARA HILBIJARTINA PÊŞWEXT DAN

Karayilan got, "Dîtin ku bi vî rengî dewam bikin wê nikaribin pêşî li tinebûna xwe bigirin" û anî ziman ku Erdogan û Bahçelî bi rengekî awarte li hev civiyan û biryara hilbijartina pêşwext dan.

Karayilan da xuyakirin ku rejîma AKP-MHP'ê ji tirsa biryar dan ku 24'ê Hezîranê hilbijartinê bikin û got, "Ji têkoşîna gelan, ji têkoşîna gelê Kurdistanê, têkoşîna gelê Tirkiyeyê û gelê Sûriyeyê ditirsin. Lewma biryar dan ku bi rengekî pêşwext hilbijartinê bikin. Ya rast ev ne hilbijartineke pêşwext e, hilbijartina ferzkirinê ye. Tiştekî ji rêzê nîne. Li devereke din a cîhanê mînakeke bi vî rengî nîne. Hem dibêjin 'Em di şer de ne, Tirkiye di şerê rizgariyê de ye' hem Tirkiyeyê bi qanûnên rewşa awarte bi rê ve dibin, şovenîzmê sor dikin, gel ditirsînin, hem jî yên li dijî xwe ditirsînin û bi zextê bêdeng dikin. Di nava şert û mercên wiha de hilbijartinê dikin. Ev yek nêzîkatiyeke namerdî ye. Ji xwe Erdogan ti carî nebû mert."

Karayilan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê destûrê nede vê sextekariye û bersiva pêwîst bide.

BI POLÎTÎKAYÊN 100 SAL BERÊ TEVDIGERIN

Karayilan da xuyakirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê wê sala 2018'an ne tenê li Bakur, her wiha li Rojava û Başûr jî berxwedan hebe û wiha dewam kir: "Çima? Ji ber ku dijmin êrîş dike. Êrîşî Rojava, Efrînê, Başûr, Lêlîkan, Xakurkê kir. Hesabên dijmin hene. Gelo dijmin ji ber ku xurt e êrîş dike? Na, ne xêr. Beriya niha bi sed salî dema dewleta Osmanî hildiweşiya, general û kujerên mîna Enver Paşa, Cemal Paşa, Talat Paşa bûn desthilatdar û gotin, 'Paşeroja Osmanî di rewşeke xetere de ye, ji bo têkbirina vê xeteriyê divê em êrîş bikin'. Yanî gelekî qels bûbûn. Dewletên Ewropayê ji Osmaniyan re digot 'zilamê nexweş'. Dewleta Osmanî gelekî qels bûbû. Lê belê, ji bo pêşî li hilweşandina Osmanî bigirin wan digotin 'divê em êrîş bikin'. Wê wextê êrîş kirin. Komkujiyên ku wan wê wextê kirin îro jî di rojevê de ne. Milyon û nîv Ermenî kuştin. Gelek Kurd, Ereb, Rûm kuştin. Zordariyeke mezin kirin. Lê nekarîn encamê bigirin û Osmanî taliyê hilweşiya."

BI GAVEKÊ JÎ EM LI PAŞ NEXISTIN

Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku mêtingeriya Tirkiyeyê li pêşberî stratejiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk çû û got, "Wan xwestin Kurdan tine bikin, asîmîle bikin, qirkirina fîzîkî û spî bikin û bi vî rengî bi ser bikevin. Derketina Rêber Apo pêşî li vê projeya wan girt. Têkoşîna ku heta niha tê kirin, di gelek pêvajoyan re derbas bû. Kirin nekirin nekarîn vê tevgerê tasfiye bikin. Ji NATO'yê, ji hêzên navneteweyî alîkarî xwestin. Li dijî me komployeke navneteweyî kirin. Ne tenê Tirk, NATO'yê jî li dijî me şer kir. Di dawiya dawî de tasfiyekirin li aliyekî, nekarîn bi gavekê jî me li paş bixînin."

DIBE KU CIVAK HINEKÎ BÊDENG BÛ, LÊ TESLÎM NEBÛ

Karayilan diyar kir ku Erdogan bi rêya şerê li dijî wan dixwaze dengan bi dest bixe, desthilatdariya xwe qewîn bike, hêzên şoven li dora xwe bicivîne û derbê li Kurdan bixe. 

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku şer heta niha bi giranî li Bakur dihate kirin û got, "Di şerê Bakur de encam bi dest nedixistin. Tecrîdeke giran û şerekî psîkolojîk li ser Rêber Apo ferz kirin. Rêber Apo paş ve gav neavêt. Li ser siyaseta Kurd polîtîkayeke giran û hovane meşandin. Parlamenter, Hevserok girtin. Bi navê qeyûm dest danîn ser şaredariyan. Yanî ji bo civakê bitirsînin û teslîm bigirin, dest danîn ser hemû destketiyên gelê Kurd ên li Bakur. Armanc ev bû. Dibe ku civak hinekî bêdeng bû, lê ti carî teslîmî kesî nebû."

ŞER WÊ ÎSAL DERKEVE ASTA HERÎ BILIND

Fermandar Karayilan got, şer wê îsal derkeve asta herî bilind û wiha dewam kir: "Di vir de divê hinek tişt werin gotin. Mêtingeriya Tirk bi rengekî vekirî dibêje 'Em li dijî PKK'ê ne'. Lê belê di rastiyê de li dijî destketî û hebûna gelê Kurd e. PKK xistiye 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropa, Amerîkayê û bi vî rengî dibêje Rojava PKK ye. Dibêje YPG, YPJ, QSD hemû PKK ne. Dibêje, Başûr, Şengal PKK ye. Yanî PKK'ê dike hedef û êrîşî hemû destketiyên gelê Kurd dike. Rast e destpêkê êrîşî me dike. Dixwaze derbê li me bixe. Piştre dixwaze li yên din vegere. Divê her kes vê rastiyê bibîne û rast fêhm bike. Ev du sê sal in em hewl didin vê konsepta MHP, Tûranîzmê ji hêzên li Başûr re vebêhin, bidin fêhmkirin. Em dibêjin, ev ne tenê li dijî me ne, her wiha li dijî we ne, li dijî hebûna Kurdan e.

ARMANCA WAN DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Mesela Erdogan demên bihurî du tişt got. Ev gelekî girîng in. Çi ne ev? Ya yekê, got 'Sîstema li Başûr ji ber şaşitiyên me ava bû. Sala 2003'an eger em tevlî operasyona Iraqê bibûna tiştekî bi vî rengî nedibû. Em tevlî nebû. Ev şaşitî bû. Kurdên li Başûr firsend dîtin û federasyon ava kirin'. Ya duyemîn jî, got 'Di demeke guncaw de divê em vê şaşitiyê ji holê rakin'. Her wiha got, 'Me peymana Lozanê bi daxwaza xwe qebûl nekir, peyman li ser me ferz kirin'. Yanî ev yek kir mijara nîqaşê. Çima? Ji ber ku ew bi vî rengî difikirin. Ew dibêjin, 'Divê em hemû erdên di nava Mîsakî Mîllî de bûn bi dest bixin'. Mîsakî Mîllî li ku ye? Sînorên ku Kurd û Tirk bi hev re lê dijîn e. Yanî Bakurê Kurdistanê, Anatolî, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê jî di nav de ne. Sînorên Mîsakî Mîlî digihêjin heta Mûsilê, Kerkûkê. Tirk dixwazin xwe bigihînin vê yekê. Vê bi rengekî vekirî nabêje. Dibêje 'Ez li dijî PKK'ê me. PKK li dijî her kesî ye. Bila her kes li dora min bicive, PKK teror e'. Lê belê hewl dide xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Ji ber ku armanca xwe ya esasî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Weke gava destpêkê niha dixwaze li cihên stratejîk ên mîna Lêlîkan; Girê Xwedê û Govendê bi cih bibe. Piştre jî dixwaze li ser siyaseta Başûr xwedî hikum be."

SIYASETA BAŞÛR VÊ RASTIYÊ NABÎNE

Mûrat Karayilan da xuyakirin ku divê siyaseta Başûrê Kurdistanê vê rastiyê bibîne, lê mixabin nabîne û dibêjin, 'Li dijî PKK'ê ne. Dewleta Tirk ji ber PKK'ê li Lêlîkanê ye'. Karayilan got, "Artêşa Tirk li kîjan devera Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, êdî ji wir dernakeve. Ji ber ku hesabên xwe li ser Başûrê Kurdistanê hene. Mesela Başîka. Dewleta Iraqê gelek caran xwest ku Tirk ji Başîka derkeve. Derketin? Na. Dernakevin jî. Wekî din îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Welê lê kirine ku agahiyên li ser Başûrê Kurdistanê ji rêxistinên li Başûr bêhtir zanin. Em weke PKK'ê, vê yekê gelekî xetere dibînin. Gelek hêzên demokratîk û welatparêz ên li Başûr niha li dijî hewldana dagirkeriyê helwesta xwe zelal kirine û têdikoşin. Ev têkoşîneke gelekî watedar e. Rêxisinên civakî yên sivîl, demokratîk, partiyên welatparêz û gelê me yê Başûr xwedî helwest e. Lê belê haya partiyên serdest hê ji vê rewşê nîne. Eger ew bi rewşê nehesin, li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng bimînin, ev yek wê paşeroja Başûrê Kurdistanê bixe nava rewşeke xetere." Karayilan destnîşan kir ku ev xeterî ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê hey, her wiha ji bo tevahiya Iraqê ye.

DIXWAZIN DOZA AZADIYÊ YA KURDAN TASFIYE BIKIN

Fermandarê NPG'ê Mûrat Karayilan operasyona Zapê bi bîr xist û got, "Dema operasyona Zapê hate kirin, dewleta Tirk fêhm kir ku bêyî têkiliyên bi Başûrê Kurdistanê nikare derbê li gerîla bixe. Ji ber ku wê wextê tankên li Bamernê xwest bikevin nava liv û tevgerê, lê gelê me li Bamernê û Amediyê pêşî li tankan girt. Ez pê zanim ku wê wextê serokê herêmê jî hewl dabû. Yanî helwesteke neteweyî hebû. Û dewleta Tirk ev dît. Piştre ew xeta sor rakir. Bila her kes zanibe, eger îro dewleta Tirk qîmetê dide siyaseta Başûr, ev yek ne ji ber wê ye ku ji Kurdan hez dike ya jî destekê dide, ya jî dixwaze bibe cîran. Ev yek ji bo şikandina doza azadiyê ya Kurdan, ji parçekirin û tasfiyekirina wê ye. Girîng e her kes bi vê rastiyê zanibe."

DI VÊ PÊVAJOYA DÎROKÎ DE DIVÊ KURD BIBIN YEK

Karayilan destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de divê Kurd li dijî polîtîkayên dijmin bibin yek û got, "Siyaset dibe ku ji hev cuda be, nêrînên me dibe ku ji hev cuda bin. Lê belê berjewendiyên me yek e. Em di heman keştiyê de ne. Eger em vê pêvajoya dîrokî ya li herêmê rast bi kar nînin, ev dewlet bê wijdan in, wê li hev bikin û me ji holê rakin. Me ev rastî di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de dît." Karayilan işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir û bi vê wesîleyê careke din bang kir.

GERÎLA JI BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ RE AMADE YE

Mûrat Karayilan da xuyakirin ku weke PKK, weke gerîla ji bo berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê ew amade ne û got, "Em ê ne bi rêbazên klasîk, em ê bi rê û rêbazên nû û profesyonel mêtingeriya Tirk têk bibin. Em xwedî îdîayeke bi vî rengî ne. Dibe ku bên hin cihan dagir bikin, lê belê her roj wê berdêla vê bidin. Em pê bawerin ku hewldanên me ji bo tevahiya gelê Kurdistanê rastiya berxwedaneke mezin diafirîne. Şerê me yê li dijî celadên dewleta Tirk ên xwîna Kurdan dirijîne wê mezin be. Em ê bi rê û rêbazên dewlemend encamê bigirin."

PÊNGAVA 2018'AN PÊNGAVEKE STRATEJÎK E

Karayilan destnîşan kir ku rastiya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din îspat bû û got, "Li ser vê bingehê, di sala 2018'an de wê têkoşîna me geştir bibe û li her cihî wê bersiva pêwîst ji êrîşan re bê dayin. Têkoşîna şoreşê û azadiya gelan wê bi ser bikeve. Em bi vê bîr û baweriyê pêvajoyê bi rê ve dibin û li ser şopa Rêber Apo, li ser bingeha bîranîna şehîdên leheng em amade ne ku ji bo serxistina têkoşîna xwe ya sala 2018'an her tiştî bikin."

Fermandar Mûrat Karayilan herî dawî got, "Pêngava 2018'an pêngaveke stratejîk e. Di meşa azadiya Rêber Apo û Kurdistanê de pêngaveke girîng e. Em pê piştrast in ku her heval wê li ser bingeha serketineke mezin bibe milîtanên serketî yên pêngava 2018'an. Li ser vê bingehê em bi navê Biryargehê û Fermandariya Akademiyên Apollon serketinê ji hemû hevalan re dixwazin."