Karayilan: Em dixwazin sala 39’an a 15’ê Tebaxê bikin sala fînalê

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dagirkeriya ji bo du salan dabû ber xwe nekarî temam bike û got “Em gel ji xwe bawer bin, em li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî tevbigerin, em dikarin îsal bikin salan fînalê.”

Karayilan diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Egîd û Zîlanan bi performansa şer a li ser xeta jina azad, ruhê 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê temsîl dike, şerekî dîrokî dike û di hunera şer de rûpelekî nû vedike. Karayilan got "Ev rastiyeke eşkere ye. Gelek aliyan diyar dikir ku li hemberî teknolojiya serdemê, li hemberî dewleta Tirk û li hemberî çekên kîmyewî wê gerîla dev ji qadên xwe berde, qaşo wê Tirkiye karibe gerîlayan bide ber xwe, encamekê bistîne û wê gerîla tasfiye bibe, hinek kesan ji ser vî tiştî ji xwe re hinek hesap jî kiribûn. Kesên ev xeyal kiribûn wê mirazê wan di qirika wan de bimîne.”

Karayilan diyar kir ew ji serdemeke awarte derbas dibin û got “Di vê serdemê de divê hemû welatparêz destê xwe têxin binê kevir. Dive fedakariyê bikin. Divê ciwanên Kurd serî hildin, divê ne wekî ku serdemeke normal e nêzik bibin, divê rola xwe bi cih bînin. Jinên Kurd û jinên azadîxwaz, divê hemû welatparêzên Kurdistanî, di vê serdema girîng de, teqez têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em gel ji xwe bawer bin, em li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî tevbigerin, em dikarin tecrubeya ji Efrînê heta Zapê îstîfade bikin û dijmin têk bibin.”

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk Tvyê bû. Peyama Karayilan a ji bo 15’ê Tebaxê wisa ye:

“Beriya her tiştî we, mêvanên we, hunermendên hêja û hemû temaşevana bi rêzdarî silav dikim. Ez cejna we ya vejînê pîroz dikim. Li ser rêveberiya tevgera me, salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo, li hemû gelê Kurdistanê, li gelên herêmê, li dostên gelê me, li dayikên Kurdistanê, li malbatên şehîdan, li hemû hevrêyan, li xebatkarên tevgera me û li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîroz dikim, di sala 39’emîn de serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim. Di şexsê fermandarê me yê mezin û nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim, soza ku me dabû wan dubare dikim.

Di rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê êrîşek kir û yek ji pêşengê Şoreşa Rojhilata Kurdistanê heval Rêzan Cawid şehîd xistiye. Ez heval Rêzan Cawid ê ku fermandarê pêşeng û hêja yê şoreşê bi bîr tînim, ji malbata wî ya hêja re, ji gelê Mehabadê re, ji gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Şehadeta şoreşgerekî wisa hêja yê ku pêşengê gelê Kurd, windahiyeke mezin e. Bêguman wî xwîna wî li erdê nemîne. Di şexsê heval Rêzan Cawid, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Jiyan (Yildiz Dûrmûş) de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînim, li ser bîranîna wan bejna xwe ditewînim û soza ku me daye wan careke din dubare dikim.

VÎ ŞERÊ KU 7 SAL IN DIDOME, JI ALIYÊ ME VE NEHATE DESTPÊKIRIN

Hevalên hêja, gelê me yê rêzdar!

Pêngava 15’ê Tebaxê, li Kurdistanê mîladek e. 15’ê Tebaxê ketina serserkî ya dîrokê daye sekinandin, berê wê daye jor û geşedan ava kiriye. Ji ser vê pêngava dîrokî 38 sal derbas bûye. A rast di 9 salên pêşîn de Pêngava 15'ê Tebaxê bi ser ket. Polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk pûç kir, bi vî awayî çareseriya siyasî ya doza Kurdan xist rojevê. Ji bo vê Rêber Apo di sala 1993’an de agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk naxwaze hebûn û îradeya gelê Kurd qebûl bike. Ji ber vê ji wê demê û şûnde, ev têkoşîn û şer ji gelek qonaxan derbas bû û heta îro hat.

Heta niha bi dewleta Tirk re du caran pêvajoyên diyalogê yên dirêj pêk hat. Yek li Osloyê û ya din jî li Îmraliyê. Di her duyan de jî piştî diyalogên dirêj ên nêzî 3 salan, heyetên ku nîqaş û muzakereyê yên me û dewleta Tirk li hev kirin, gihiştin encamekê. Di sala 2011’an de li Osloyê di encama nîqaşan de protokolek hate amadekirin. Lê dema ku teslîmî hikumeta AKP’ê hate kirin, wan red kirin. Piştre diyalogên Îmraliyê gihişt mûtabakateke hevpar. Her du heyetan mûtabakata hevpar li Qesra Dolmabahçeyê ragihandin ji raya giştî re. Lê dîsa Tayyip Erdogan, AKP û dewleta Tirk çareserî red kir, pêvajoyeke nû ya êrîşê dan destpêkirin. Yanî vî şerê ku 7 sal in didome, ji aliyê me ve nehate destpêkirin, dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê da destpêkirin. Wan êrîşî me kirin.

Ew dixwazin doza Kurdan, bi mirin, teror û qetlîamê çareser bikin. Ew naxwazin hebûna gelê Kurd qebûl bikin. Ji ber vê şer didin meşandin. Doza Kurdan pirsgirêkeke civakî ye, heqîqetek e. Lê mêtingeriya Tirk dixwaze vê heqîqetê bi şîddetê ji holê rake. Ji ber vê êrîşî Îmraliyê dike. Ev qas sal in êrîşî Îmraliyê dikin û tu mînakeke vê tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê tune. Li hemberî siyaseta Kurdan a demokratîk û siyaseta çepgir a demokratîk a Tirkiyeyê êrîşan dikin. Li ser gelê me qirkirina siyasî û êrîşên faşîzmê dimeşînin. Êrîşî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Lê wekî ku tê zanîn 7 sal in li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê êrîşên herî berfireh tê kirin.

EV REJÎM BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIÇE

Heta îro rast e me berdêl da, dibe ku mêtingeriya Tirk hinek der dagir kiriye lê bi ser neketine. Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê çeperên xwe parastiye. Wan encam bi dest nexistine. Rejîma AKP û MHP’ê hemû derfetên Tirkiyeyê daniye holê, ligel ku hemû ekonomiya Tirkiyeyê xistiye vî şerî jî encama ku xwestine, bi dest nexistine. Îro ji ber vê rejîma AKP û MHP’ê pergala dewleta Tirk xistine krîzeke mezin. A niha ev rejîm ber bi hilweşandinê ve diçe. Lê dîsa jî ew israr dikin.

A niha herî zêde êrîşî gerîla û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ew dixwazin gerîla tasfiye bikin, Rojava dagir bikin, xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî û li ser vî esasî dixwazin li Îmraliyê Rêber Apo dev ji helwesta xwe berde. Armanca wan ev e. Ji bo vê dixwazin hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar bînin. Ji ber ku dema wan hindik maye. Li pêşiya wan 7,8 meh maye. Ji ber vê şefê faşîst Tayyip Erdogan li paytextan digere, dixwaze piştgiriyê werbigire, bi alîkariyên NATO, Rûsya û PDK’ê dixwaze encamekê bistîne. Bêguman em naxwazin ev hêz bibin şirîkên qirêjî û qetlîamên hikumeta AKP-MHP û dewleta Tirk a faşîst. Em bang li van hêzan jî dikin, nebin şirîkê faşîzma AKP û MHP’ê, ew li ser gelê Kurd qetlîam û hovîtiyê didin meşandin. Em bang li wan dikin lê em dizanin li dinyayê her kes li gorî berjewendiya xwe tevdigere.

LI HEMBERÎ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ JÎ XETERE NE

Dewleta Tirk qîma xwe bi vî tiştî tenê nayne. Çeteyên ku berhema DAÎŞ, El Kaîde û Îhvan-Muslim e, li hemberî gelê Kurd didin bikaranîn. Çeteyên Kurd tînin bikaranîn. Tevî van tiştan dixwazin Sûriyeyê jî bi kar bînin. Vê rejîmê siyaset û hebûna xwe li ser dijberiya Kurdan ava kiriye. Hatine vê astê ku dixwazin sûdê ji çûkan jî werbigirin, wan jî li hemberî gelê Kurd û me bidin bikaranîn. Bi vî awayî di şexsê tifaqa AKP û MHP’ê de dijminatiyeke belasebeb, hovîtî û nijadperestiyek tê temsîlkirin. Em li hemberî rejîmeke wisa li ber xwe didin. Ev rejîme ne bi tenê li dijî gelê Kurd e, li hemberî hemû gelên herêmê jî xetereyeke mezin e.

DU SAL IN DAGIRKERIYA KU HEDEF DIKIN NEKARÎN TEMAM BIKIN

Hevalên hêja;

Weke ku tê zanîn dewleta Tirk ev 4 sal in hewl dide Mîsak-ı Milli’yê dagir bike, dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin. Şerê li Zap, Avaşîn û Metîna bi taybetî di van du salên dawî de hemû gelê me dizane. Şerekî dîrokî ye. Lê belê di van du salan de nekarîn dagirkeriya ku dixwestin pêk bînin. Niha xitimîne. Bê guman ev ne hêsan e. Bi gotineke din, artêşeke ku ji xwe re dibêje ‘Ez artêşa duyemîn a NATOyê me’ û xwediyê hemû teknolojiya serdemê ye; li dijî me jî çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev dewlet dewleteke wisa ye ku her cure çek ji tirsa xwe li dijî me bi kar tîne, da ku encam bigire. Lê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li hemberî van êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û dewleta qetlîamker, bi ruhê fedayî yê Egîdan û Zîlanan, di xeta jina azad de nûnertiya ruhê 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê dikin û şerekî dîrokî dimeşîne. Di hunera şer de rûpelek nû vekir. Asta Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya di şer de îro tiştekî nû ye. Ev rastiyeke bê şik e. Niha gelek kes hêvî dikir ku li hemberî teknolojiya vê serdemê, li hemberî dewleta Tirk, dîsa li hemberî çekên kîmyewî, gerîla ji qadên xwe derkeve, Tirkiye bi tunekirina gerîlayan encam bigire û gerîla tasfiye bike; hinekan li ser vê jî hesab dikirin. Kesên ku van xeyalan kirine, wê ev xeyal di qirika wan de bimîne. Careke din hat dîtin ku gerîla hêzek ku têk naçe. Gerîla bi ruhê ku temsîl dike, bi performansa xwe ya şer û bi kûrahiya xwe ya taktîkî dikare li hemberî her cure êrîş û çekan li ber xwe bide. Zap, Avaşîn û Metîna ku îspata vê yekê ne li ber çavan e. Em li vir propagandayê nakin; em rastiyan tînin ziman. Heta em dikarin bêjin me gelek rastî venegotine. Ji ber rastî bi xwe gelek mezin e.

LI HEMBERÎ GERÎLAYÊN KURDISTANÊ TÊK ÇÛNE

Hevalên hêja, welatparêzên birûmet;

Dewleta Tirk dixwaze her siyasetmedarê Kurd, her xebatkarekî ku siyaseta Kurdistanê dimeşîne weke terorîst nîşan bide. Mixabin hêzên navneteweyî jî bi awayekî vê yekê qebûl dikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk di şerê li dijî me de hemû qanûn û rêbazên navneteweyî binpê dike. Di esasê de niha dewleta Tirk li Behdînan li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk çûye. Lê belê, bi bikaranîna çekên qedexekirî, ango çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî, dixwaze têkçûna xwe rizgar bike.

Her wiha piştî civîna li Tehranê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî vekirî şer îlan kir. Li aliyekî DAÎŞ, li aliyê din jî dewleta Tirk êrîşî vê derê dike. Her weke ku QSD’ê ragihand, heta niha bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Komkujî pêk tînin; Gelê me yê Ereb, gelê me yê Kurd, gelê me yê Asûrî-Suryanî dikin hedef; Her wiha dixwazin fermandarên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de pêşengiyê dikin tasfiye bikin, li dijî wan êrîşan pêş dixin. Ez di şexsê Rêzan Cawîd, Ferhad Şiblî û Jiyan Tolhildan de hemû şehîdên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim û bawer dikim ku bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê ya gelan de zindî bimîne. Bi kurtasî dewleta Tirk teror û qetlîamê pêk tîne. Dixwaze Doza Azadiya Kurdistanê têk bibe. Îro li dijî her çar parçeyên Kurdistanê şer dimeşîne. Gelên her çar parçeyan hedef digire û bi vî rengî dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike û hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake. Bi vî rengî dixwazin di 100 saliya Lozanê de qirkirina Kurdan temam bikin û heta Peymana Lozanê hîn berfirehtir bikin.

EV PÊVAJO, PÊVAJOYEK AWARTE YE

Lê têkoşîna me ya li hemberî wan, berxwedana gerîla ya îro li Zap, Avaşîn û Metîna, di esasê de têkçûna wan ava kiriye. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizane. Em di pêvajoyek nû de ne; Ev pêvajoyek awarte ye. Di vê pêvajoyê de divê hemû welatparêz berpirsyar bin. Divê fedekarî bê kirin. Divê ciwanên Kurd serî hildin; Divê weke serdemeke normal nêzîkatiyek pêş nekeve, rola xwe bilîze. Jinên Kurd û jinên azadîxwaz; Divê hemû welatparêzên Kurdistanê di vê dema girîng de têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em weke gel, ger baweriya me bi xwe hebe, li ser esasê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin, bi taybetî jî ji ezmûna ku ji Efrînê heta Zapê hatiye bidestxistin, em dikarin dijmin têk bibin. Divê em ji bîr nekin ku di vê serdemê de çi li Rojava, çi li Başûr û çi li Bakur; Ger em weke gelê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a qirker ranewestînin , em nikarin li Rojhilata Navîn bibin xwedî îrade û dewleta Tirk wê Kurdan ji holê rake. Ev tiştekî teqez e. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyarî rabe û di vê dema girîng de li hemberî vê komkujî û êrîşên dewleta Tirk yekîtiya neteweyî ava bikin. Ger em rêxistina xwe ya gel pêş bixin, bibin yek û bi taktîkên afirîner azmûna Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku derketiye holê bi awayekî şareza bi taktîkên afirîner bi kar bînin, bêguman em ê bi ser bikevin.

EM DIKARIN BIKIN SALA FÎNALÊ

Hevalên hêja; welatparêzên birûmet;

Em dikarin îsal bikin sala fînalê. Lê ji bo vê jî divê em pêşî li xwe bawer bin û bi rastî fedakariya pêwîst nîşan bidin. Baweriya me ev e: ger em bi rastî bawer bikin û li ser vê bingehê têkoşîn bikin, teqez em ê bi ser bikevin. Li ser vî esasî em dixwazin sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê bikin saleke mezin, saleke fînalê. Ji bo vê jî em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi xurtî beşdar bibin. Ger wisa bibe meşa azadiyê wê di sala xwe ya 39’an de teqez bi ser bikeve.

Bi vê hêvî û baweriyê ez careke din Cejna Vejînê li we pîroz dikim.”