Kana çekên li cem YPG’’ê ku Erdogan lê digeriya derkete holê!

Kana çekên li Efrînê ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî ku derbên mezin dixwar tim dianî rojevê derkete holê.

Jêderên nêzî rejîma Erdogan dîmenên êrîşên bi moşekê ku çeteya bi navê Tûgaya Hemza bi ser Efrînê de davêtin par ve kirin. Di dîmenan de diyar dibe ku ev çete li dijî Efrînê êrîşên bi moşekên ‘Grad’ê bi kar tîne.

D dîmenan de bi pesindarî tê gotin, ‘’Tûgaya Hemza bi moşekên gradê li hedefên PKK’ê yên li Efrînê dixe’’. Ev agahî pêşî bi rengê, ‘’TSK’ê (artêşa Tirk) lê dixe’ hate par vekirin lê piştî ku diyar bû hedef sivîl in bi rengê ‘Tûgaya Hemze’ hate guhartin. Bi du rengan jî diyar dibe ku kana çekan Enqere ye.

Tûgaya Hemze di nav ‘Artêşa Millî’ ya Erdogan de cih digire. Li ser serê wan Sey Ebû Bekir (Polat) heye. Ev koma çete li Babê, li naveya El Bîzaxa tê rêvebirin. Navenda fermandariya wê jî Enqere ye.

MOŞEKÊN KU DAVÊJIN KILÎSÊ

Heke mirov bala xwe bide daxuyaniyên fermî moşekên ku davêtin Kilîsê moşekên Gradê ne. Ev rewş jî balê dikişîne ser çeteyên bi ser Enqerê ve. Hêzên YPG-QSD’ê diyar kirin ku ti êrîşa wan a bi moşekan a bi ser bajarên sînor de nebûne. Beriya niha jî di tomarên deng ê misteşarê MÎT’ê de hatibû gotin ji bo ku hinceteke ku Tirk Rojava dagir bikin were çêkirin ew ê ji hêla dî ya sînor moşekan bavêjin. Bi hewldana dagrkirinê ya bi ser Efrînê de ku 20’ê Çile dest pê kirî re, moşekên bi ser bajêrên ser sînor de îhtîmala ku ev provakasyona a MÎT’ê ye xurttir dibe.

Çeteyên ku bi berhevkirina çeteyên bi îdolojiyên mîna DAÎŞ, El Nûsra hatine komkirin ji hêla Tirkiyê û Qatarê ve fînasa wan tê kirin. Kana moşekên gradê de yên di dest wan de jî weke welatên ‘biyan’ tê nîşandan. Ji ber ku teqez e ku ev çete ji hêla Enqerê ve têne rêvebirin ti şik û guman jê tine ku kana van çekan Tirkiye ye.

Di nûçeyekê de ku Îlona 2016’an di Reutersê de belav bûbû, hatibû gotin ku ‘di dest muxalîfên Sûriyê de moşekên gradê hene’. Fermandarê komên ku bi rengê ‘muxalîf’ didan naskirin Faris Bayûş jî d nûçeyê de digot ewn ji welatên biyanî ‘têra xwe’ moşek standine. Moşekên bi mohra Rûsyayê bi menzîla 20-40 kîlometereyî ne. Farîs Bayûş li ser serê çeteyên Fursan El Heq e. Ev çete bi Enqerê re ye.