Kalkan: Ewropa û Başûr pêşengiyê dike

Gelê me yê Ewropa di têkoşîna azadiya de ji bo ku Rêber Apo bigihînin dinyayê tam bi pozîsyona pêşengiyê ye.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Efrînê Kurdên Ewropayê bi çalakiyên xwe pêşengiyê dikin. Kalkan got gelê Başûrê Kurdistanê jî di vê pêvajoyê de bi pozîsyona pêşeng in û got, ‘’Di çalakiyên destekdayinên Efrînê de li gel Ewropa gelê Başûr jî bi rola pêşeng e. Jixwe li Rojava ji 7 salî heta 70 salî gel li ser piyan e.’’

‘EM TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN A DÎROKÊ DIDIN’

Kalkan got divê berxwedana Imraliyê ya mezin ku ev kete sala 20’an de  bi xurtî mirov lê xwedî derbikeve û slav bike. Kalkan her wiha li çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên hemû mirov, jin, ciwan, kedkar, yixtiyar û gelan ên bi bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re digihin hev, ên ji bo, ‘’Ji bo ku Rêber Apo azad bijî û bibe xwedî şertên azad’ pîroz kir û slav kir.

Kalkan got, ‘’Ew têkoşîna herî mezin a dîrokê didin, ew piyên qeyîm ê meşa mezin a mirovahiya azad in û her wiha bi rola milîtanan vê ne. Her wiha bi vê wesîleyê şehîdên vê têkoşîna mezin a 19 salan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî wan jiyana xwe ji tevlî bûneweriya azad a mirovahiyê kirin.’’

‘RÊBER APO ŞERTÊN HERÎ GIRAN VEGUHERANDINYA SERKEFTINA MEZIN’

Kalkan bi domdarî bal kişande ser berxwedana vînî û helwesta azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nav pergala êşeknceyê Imraliyê de nîşan dayî û got, ‘’Rêber Apo ye ku wateya herî mezin dayî 19 salan. Bûyina herî mezin a Rêbertî di vê zemînê de ava kiriye. Hişmendî, vîn, xeta teorîk û pratîk ku rêya azadiyê nîşanî hemû çewisandiyan dike û rizgariyê ronak dike derxistiye holê. Ala rizgariyê daye hemû çewisandiyan. Bi vê wateyê şertên herî giran veguherandiya serkeftinên mezin.Jiyan û berxwedana di behsê de beriya her tiştî divê wiha were nirxandin û fêhmkirin.’’

‘JI GOTINÊN RÊBER APO DITIRSIN’

Kalkan got sedema ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan di sîstema êşkenceyê ya Imraliyê de dihêlin ew e ku dixwzin siyaset û hişmendiya li ser tinekirina Kurdan sazkar bihêlin û got, ‘’Her gotin, her tevgera Rêber Apo bandorê li vê siyaset û hişmendiyê dike. Nîşa de bê ka ew çendî zextkar, zorperest, zalim, komkuj e. Mirovan ber bi ya rast, azad û demokratîk ve dikişîne. Her kesî ronak dike. Ji bo vê jî ji ramana Rêber Apo ditirsin, ji paradîgmaya Rêber Apo ditirsin. Ji gotinên wî ditirsin. Dixwazin di nav pergala êşkenceyê ya Imraliyê de tam di rewşa rehîne de bigirin, dixwazin ku nikaribe bifire, dixwazin dengê wî bibirin û nikaribin bi mirovan re ti têkiliyê deyne.’’

‘TECRÎD EV 19 SAL IN DOM DIKE’

Kalkan bi domdarî got, rast e ku ji 11’ê Îlona 2016’an ve ti agahî ji Ocalan nayê girtin, tam tecrîdek heye lê ev tecrîd ne ji 11’ê Îlona 2016’an ve, ev 19 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Kalkan wiha got, ‘’Ev rehîngirtina herî giran e. Bi vî rengî heta niha di dîroka mirovahiyê de nehatiye dfîtin. Divê em rastiyê wiha şîrove bikin. An na ku tenê em vê sal û nîva dawî tenê nîşan bidin rastî tam ronak nabe. Ji bo vê jî sekna Rêber Apo ya di rewşeke wiha de, xebata wî, avakirina jiyanê ya di van şertan de dibe berxwedana herî mezin a dîrokî, dibe çalakiya herî mezin. 24 saeta li Imraliyê têkoşîn, berxwedan û çalakî heye. Jiyan bi azadî tê avakirin. Ji bo vê jî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo xebata wî ya azad a li her qadê têne kirin, her helwesta ku Rêber Apo hazir dikin, dixwînin, lêdikolin, fêhm dikin û pê re dijîn, xwedî taybetmendiyên helwesta azadityê, têkoşînê ne. Divê ev rastî wiha were dîtin.

‘LI EWROPA ÇALAKIYÊN MEZIN HENE’

Helbet li her qadê çalakiyên mezin hene. Bi taybetî çalakiyên gelê me yê Ewropayê yên xwedîderketina li Rêber Apo û ji bo ku Rêber Apo ‘bi azadî bijî û bikaribe bi azadî bixebite’ têne kirin helwesteke mezin e û em hemûyan slav dikin. Ev helwesta bi azadî ya ku ji Ewropayê pêl bi pêş dikeve dibe li Amerîka, Efrîka û Asyayê belav dibe. Gelê me yê Ewopayê di têkoşîna azadiyê de ji bo ku Rêber Apo ji hêla dinyayêve were nasîn tam bi pozîsyona pêşengiyê ne.’’

Li ser çalakiyên çar parçeyên Kurdistanê jî Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan got, ‘’Di çalakiyên destekdanê de yên ji bo Efrînê li gel Ewropayê gelê Başûr jî bir ola pêşeng rabû. Jixwe Rojava ji 7 salî heta bi 70 salî li ser piyan e. Ji bo ku rama Rêber Apo fêhm bike û di jiyanê de vê ava bike bi hemû hêza xwe seferber bûye.  Gelê me yê Rojhilata jî dema ku zexta Îranê berteferad dike he kêlî çalakiyên xwedîderketinê ji bo Rêber Apo dikin. Li her eniyan hêza me ya gerîla têdikoşe. Tevgerên me yên ciwan û jinan hene. Tevgera me ya azadiyê hatiye rewşeke wiha ku di li çar eniyan şer bike û peywira herî zor a dîrokî pêk tîne. Her roj bi dehan şehîd çêdibin û ev têkoşîna bi lehengî didome. Ev hemû bêguman pir hêja ne û pir watedar in. Ji bo pûçkirina Komploya Navnetewî û têkbirina wê têkoşînên bi bandora girîng in. Heta niha di vê rêyê de serkeftin çêbûne û ji niha û pê de jî wê encamên mezin jî bi xwe re bînin.

‘TÊKOŞÎNÊN MEZIN HENE’

Rêber Apo got, ‘’Ev hemû hazirî n. Têkoşîna mezin piştî vê wê were.’’  Meşa mirovahiya azad a Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn ku bi serfiraziya Kobanê û Şengalê ya bi têkşikîna DAÎŞ’ê dest pê kirî, vê têkoşîna mezin a ku Rêber Apo pêşiya wê dîtî vedibêje, heke mirov bala xwe bidiyê ev têkoşîn li Erebîstan, Tirkiyê û Îranê belav dibe. Pir vekirî xuya dike ku di pêvajoya pêş de zêdetir wê berbelav û kûr bibe û rê li ber serfiraziyên mezin veke. Ji bo vê jî têkoşînên mezin hene, ne hewceye ku mirov wiha kêm bike.

‘DERFET JI BERÊ ZÊDETIR IN, DIVÊ EM ROJEKÊ BIKIN WEKE 40 SALÎ’

Lê derfet û delîve li gorî berê zêdetir in, li gorî vê mirov dikare kêm bibîne, rexne bikin û bi rexnedayinê nêz bibe. Ji ber ku di şertên niha de fersend pir zêde ne. Berê ev fersend û îmkan tinebûn. Bi gotina Rêber Apo ‘bi derziyê weke ku em bîrê bikolin me hewl dide bixebitin’. Bi heqderketina ji bin zehmetiyên giran hêdî hêdî me hewl dida têbikoşin. Lê niha fersend zehf in. Bi wateya rastî pêvajoyên şoreşê têne jiyîn. Em di rewşeke wiha de ji bo ramana mezin, rêxistiniya mezin û çalakiya mezin têra xwe derfet û fersend hene.

Ji vê hêlê ve heke were nirxandin çalakiyên berdest dibe ku kêm werin dîtin, rexnekirin, qels werin dîtin. Ji ber ku zêdetirê vê dikare were kirin, meztir dikare wre kirin. Heke rastfêhmkirin, başdîtin û çalakiya vê pêk were, peywirên pêşengbûnê bi rengekî serkeftî were nîşandan wê demê çalakiyên ji yên niha pir baştir dikarin werin kirin.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan bi berdewamî got divê tim em di nav rexne-rexnedayinê de bin, ji pratîkê ders werbigirin, kêmasî û qelsî werin dîtin, ji bo ku ew dubare nebin rê û rêbaz werin dîtin û bi helwesteke wiha bin ku têkoşîna azadiyê tim bi pêş ve binin,’Bi taybetî di sala 20’an de divê ev were kirin û divê em bikaribin Rêber Apo bigihînn şertên jiyana azad û xebata azad.’’

Ev, li dijî komployê sonda sala têkoşînê ya 20’an e. Dema ku em Partî ketina sala 40’î me ev sond xwar. Me ev soz da. Di vê pêvajoyê de her roj bi asta herîz êde em hewl didin ku pêdiviyên vê bi cih bînin. Ji niha û pê de em ê hewl bidin ku her rojê bikin weke 40 salan, têkoşîneke bi berdêla 39 salan, bi mezinahiya 39 salan vê têkoşînê hewl bidin di sala 40’î de derxînin holê. Ev jî teqez serkeftinê hewce dike. Rêber Apo wê di şertên azad de bijî û bixebite. Pergala êşkenceyê ya Imraliyê bi temamî wê parçe bike û bavê ser sergotê. Hedefa me ev e. Em ê teqez vê pêk bînin.’’