Kalkan: Em hîn bi biryar in, bi coş in

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ew bi armanca serketinên mezintir dest bi sala 43'an dikin û got, "Em bi biryar in, bi coş in. Em ê teqez bi ser bikevin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê tevlî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û bersiv da pirsên Hoşeng Yilmaz.

Kalkan anî ziman, êş û zehmetiyên hatin kişandin ti ji wan belasebep nebûn, hemû jî bi wate û hêja ne û got, "Destketî hatin afirandin. Gelek ji mirinê hate rizgarkirin. Dîroka hebûna azad a gelekî dest pê kir. Mîladek hate afirandin. Lewma ji 27'ê Mijdarê re 'Cejna Vejîna Neteweyî' tê gotin. Destana vejînê tê gotin. Herî zêde destan tê gotin, ji ber ku têkoşînek di asta destanî de hate meşandin."

Dûran Kalkan got, "Pêşdîtineke beriya 42 salan pêk hat" û wiha dewam kir: "Kurdistan êdî ne ew qad e ku paşverûtiya Rojhilata Navîn xwe jê xwedî dike. Veguherî keleha şoreşgeriyê, keleha têkoşîna ji bo azadiyê, jiyana azad û bû civak û herêmek ku çalakî, rêxistinî û hişmendiya azadiyê li nava bindestan, li nava her kesî belav kir. Pêşketinek ji vê mezintir, ji vê bêhtir bi wate nîne."

'TOLA WÎ, WÊ QAT BI QAT BÊ HILANÎN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim bi bîr anî ku 10'ê Mijdarê şehîd bû û got, "Mînaka herî dawî ya berxwedêriya Dersimê ya bi PKK'ê re afirî hevrê Yilmaz Dersim bû. Di sala 83'an a darvekirina Seyîd Riza de dijimin ev yek anî bîra me; em ê we dîsa qetil bikin... Ji xwe esasê plana êrişên tasfiye û tunekirinê yên sala 42'an bi vî rengî bû. Em bi vê zanin û me li hemberî vê yekê li ber xwe dan. Dersimê jî li ber xwe da, bi pêşengiya hevrê Yilmaz li ber xwe da. Bila dijmin ji bîr neke; 42 sal in, 50 sal in çawa ku PKK'ê tola Seyîd Riza û hevalên wî hilanî, wê tola hevrê  Yilmaz Dersim jî hilîne. Hevrêyên wî li Dersimê ne, li çar aliyên Kurdistanê ne, li her deverê ne. Wê tola wî qat bi qat hilînin. Bila bi vê zanibin."

ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê têkoşerên ji bo azadiya jinê li ber xwe didin silav kir û wiha axivî: "Coş û hêviyeke mezin e ku jinên Kurd xwe bi vê têgihiştin û rêxistiniyê têdikoşin û civakê perwerde dikin, tevlî vê têkoşînê dikin. Her hewldana ku jinê azad dike, bi pêş ve dibe, hewldaneke gelekî hêja ye. Bi navê partiyê em vê rast dibînin û vê hewldanê jî weke hewldana xwe dibînin. Rêber Apo got, karê min ê azadiya jinê, perwerdekirina jinê, karê rêxistinkirina jinê, karê herî bi wate û hêja yê şoreşgerî-sosyalîst e. Bi vî rengî nêzî xeta azadiya jinê bû. Em tevgereke li ser vê bingehê ne. PKK û Tevgera Azadiya Jinê ya bi PKK'ê re ava bû, şoreşa azadiya jinê pêk tîne. Ev têkoşîna me ne tenê têkoşînek ji bo çend destketiyan e. Rêber Apo jinolojî pênase kir, zanyariya azadiya jinê, pêşketina jin a azad, şêweyê avakirina civaka demokratîk-jiyana azad a li dora jin a azad pênase kir û bi vî rengî îdeoojiya azadiyê ya jinê afirand. Îdeolojiya rizgariya jinê, xeta azadiyê afirî. Li ser vê bingehê rêxistinbûnên jinan ava bûn. Rêxistiniya PAJK, KJK, YJA Starê, di her astê de rêxistiniya girseyî ya demokratîk, têkoşîn û rêxistiniya jinê ya demokratîk û azad afirîn."

Kalkan bi bîr xist ku ev yek li Kurdistanê gelekî bi pêş ket û got, "Jinên Kurd hîn bi têgihiştî, bi rêxistinî tevlî vê têkoşînê bûn û gihîştin asta pêşengiyê. Vê yekê karaktera me bêhtir girîng û bi wate kir. Pêwendiya van hemûyan bi PKK'ê re heye. Bi pêngava Rêbertî, bi damezrandina PKK'ê heye."

'YEKPAREBÛNA 27'Ê MIJDARÊ Û 25'Ê MIJDARÊ'

Dûran Kalkan destnîşan kir ku yê bi rengê herî baş 25'ê Mijdarê temsîl dike, rastiya PKK'ê ye û got, "Wê digihîne asta şoreşgerî. Damezrandina PKK'ê ya 27'ê Mijdarê û têkoşîna li dijî tundiya li jinê ya 25'ê Mijdarê tê heman wateyê. Parçeyên ji heman feraset û lêgerînê ne. Lewma yekpare ne. Divê yek bên dîtin. Damezrandina PKK'ê li Kurdistanê destpêka têkoşîna li dijî tundiya li jinê ye. Û niha veguheriye şoreşeke mezin a azadiyê. Gihîşt asta avakirina neteweya demokratîk, civaka demokratîk a nû ku xwe dispêre azadiya jinê. Ev hemû bi 27'ê Mijdarê re pêk hatin. Lewma 27'ê Mijdarê û 25'ê Mijdarê yekpare ne. Ev yek jî bi pêşketina têkoşînê afirî."

PÎROZKIRINA BI COŞA CEJNÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan gotina 'Jiyana bi PKK'ê re mîna cejnê ye' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Pêwîste bi coşa cejnê bê jiyîn û pîrozkirin, xwedî lê bê derketin, divê mirov hîn bi coş û dînamîk bin. Pêwîste 27'ê Mijdarê ji rêzê neyê dîtin. Divê damezrandina PKK'ê rast bê fêhmkirin. Divê mirov rastiya Rêbertî, wateya vê rastiyê ji bo dîroka Kurdan û dîroka mirovahiyê baş têbigihêjin. Ev jî divê hîn coş û kelecanê, moralê bide mirovan. PKK tevgereke coş û moralê ye. Divê hîn xurt bibe."

'QESRÊN ZILMÊ HILDIWEŞIN'

Kalkan bi bîr xist ku ew bi pêngavekê dest bi sala 43'an dikin û got, "Têkoşîna li dijî tecrîd, dagirkerî û fşaîzmê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna ji bo afirandina Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk dike. Em di nava pêngaveke wiha de ne. Em bala xwe bidinê; êrişên plankirî yên mêtingerî-qirkerî-paşverûtiyê hate şikandin. Qesrên zilmê hildiweşin. Sîstemên faşîst ji hev belav dibin, şefên faşîst têk diçin. Her cûreyên zext û zordariyê tune dibin. Ji ber ku me di sala 42'an de berxwedaneke mezin meşand. Ev yek ne tenê berxwedaneke neteweyî bû, di heman demê de berxwedaneke herêmî û navneteweyî bû. Di asta navneteweyî de bandora xwe heye. Bandor li hilbijartinên DYE'yê kir. Dîktatoriya faşîst a Tayyîp-Bahçelî mîna erdhejekê dihejin, her kes li bendê ye ku wê kengî hilweşe. Derbeke giran li nokeriya Kurd hate xistin, teşhîr bû. Me ew têk bir.

'EM Ê HÎN BI XURTÎ ŞER BIKIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji bo parçekirina sîstema Îmraliyê, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo serxistina şoreşa azadiyê ew dest bi sala 43'an dikin û got, "Em bi biryar in, bi coş in. Em ê teqez bi ser bikevin. Armanca me ew e ku di sala 43'an de faşîzmê hilweşînin. Ev yek jî wê bi parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê pêk were, wê Kurdistanê azad bike, Rojhilata Navîn demokratîk bike. Armanca me ev e û em ê vê di sala 43'an de bi cih bînin."