Kalkan: Em di dema berxwedanê de ne; li her cihî têkoşîn divê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew di dema berxwedanê de ne, her kes li her devera ku lê ne li gorî derfet û hêza xwe ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê divê têbikoşe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan tevlî bernameya 'Ulkeden' a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên Hoşeng Yilmaz.

'KES SÎSTEMA ÎMRALIYÊ QEBÛL NAKE'

Kalkan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî tecrîdê û got, "Bi rastî jî têkoşîneke mezin li wê qadê heye. Li ser vê bingehê li Kurdistanê têkoşîn bi kûrahî û berfirehî dewam dike. Dema dawî hin daxuyaniyên bi vî rengî tên ji Tirkiye û Ewropayê. Destpêkê qedexeya hevdîtinê, piştre jî gotin qedexeya telefonê ya ji bo 6 mehan. Hincet jî Nexşeya Rê hate nîşandan ku sala 2009'an hate amadekirin û pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin. Dema ku Nexşeya Rê dihate amadekirin AKP'ê jî digot ku ew 'vebûna Kurd' dike, kiriye. Bi rêya parêzerên Rêber Apo nêrîna gelek derdoran hate wergirtin. Yanî ne karekî veşartî bû, karekî welê bû ku rewşenbîr, siyasetmedar, hêzê demokratîk tevlî bûn, nêrîna Rêber Apo hate ragihandin. Di dawiya dawî de jî 15'ê Tebaxa 2009'an pêşkêşî hikumetê û dewletê hate kirin. Ji ber ku AKP'ê veşart, pêşkêşî Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin. Ji ber karekî bi vî rengî dayina cezayê dîsîplînê bêwate ye."

Kalkan bi bîr xist ku heta niha ji bo serlêdana malbatan û parêzeran bersiv jî nedihate dayin û got, "Eger ku ev bersiv dane, ev yek nîşan dide ku çiqasî zehmetiyan dikişînin. Encameke girîng ku mirov jê derxînin ev yek e. Êdî kes sîstema Îmraliyê qebûl nake, bi temamî deşîfre bûye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê gihîştiye wê astê ku nema dikare faşîzmê bi rê ve bibe. Bi van nêzîkatiyên ku rewşê sor dikin, hewl dide ku binixumîne. Hewl dide bispêre hin hincetan. Lê belê soz dabûn, di her astê de, ji Wezîrê Edaletê heta Serokkomar.

EV YEK SÎSTEMEKE DÎLGIRTINÊ YE

Herî dawî CPT'ê diyar kir ku êşkence heye. Çend roj berê Konseya Ewropayê nîqaş kir û rapora CPT pejirand, xwest ku bi lezgînî tedbîr bê girtin. Dixwaze rewş bê guhertin, biryarê digire. Ya esasî, Konseya Ewropa berpirsyar e. Rêber Apo gotibû, rola Tirkiyeyê ya li vir gardiyantî ye. Belê dewleta Tirk gardiyantiyê dike. Sîstemê wan afirand, lê çawa dibe ku yên sîstem afirandin biryarê digirin, lê bicih nînin. Gardiyan sozê dide lê bi cih nîne. Sîstemeke bi vî rengî ye. Ji vê re sîstema dîlgirtinê dikare bê gotin. Ev yek careke din eşkere bû."

OCALAN YEKANE HÊZA ÇARESERIYÊ YE

Kalkan destnîşan kir ku di vir de ya girîng têkoşîne û got, "Ji bo sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bibe û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê têkoşînek tê meşandin. Vê yekê rê li ber pêşketinên girîng vekir. Ya rast ev rewş e. Gelê Kurd li çar parçeyên Krudistanê û tevahiya cîhanê rabû ser piyan. Ji vê jî girîntir li çar aliyên cîhanê bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar, karker, kedkar jin gihîştin wê astê ku xwedî li vê meseleyê derkevin. Tevlî çalakiyan dibin, dixwazin sîstema Îmraliyê parçe bibe. Em hemûyan silav dikin."

Dûran Kalkan bi bîr xist ku ji bo azadiya Kurdan, ji bo aştî û azadiya li Kurdistan û Tirkiyeyê yekane hêza çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Kesekî din nikare vê bike. Em vê nêrîna xwe careke din li vir dubare dikin. Lê belê niha ji çar aliyên cîhanê, ji hêzên demokratîk azadîparêz bersiv ji me re hate dayin. Diyar dikin ku ne tenê ji bo azadiya Kurdan, ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo aştî, demokrasî û azadiya tevahiya cîhanê, Rêber Apo bi roleke bingehîn radibe. Lewma divê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe."

Kalkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd veguheriye rêberê global û got, "Bindest hemû xwedî lê derdikevin. Ji nava nêrînên Rêber Apo, ji bo rizgariya xwe li rêya çareseriyê digerin. Li ser vê bingehê xwedî lê derdikevin. Ev rewş gelekî eşkere ye. Cihê hêviyê ye. Têkoşîn bi pêş ve diçe."

Dûran Kalkan di nava axaftina xwe de bi wesîleya salvegera 28'emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş), di şexsê Bêrîtan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî. Kalkan got, "Xeta berxwedanê ya bingehîn a pêngava me ya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' xeta Bêrîtan e. Em bi rengê Bêrîtan nêzî vê pêvajoyê dibin, em ê bi Bêrîtanî li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

ÊRIŞ LI ŞENGAL A XWESER A DEMOKRATÎK HATE KIRIN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser peymana li ser Şengalê û diyar kir ku peymana navbera ıraqê û Hikumeta Başûrê Kurdistanê bêyî îradeya leşkerî û siyasî ya Şengalê hate çêkirin, ji aliyê Şengalê û gelê Kurdistanê ve nehatiye qebûlkirin.

Kalkan got, "Eşkere ye ku hêzên ji ber êrişên DAÎŞ'ê reviyan dixwazin ji nû ve bi dest bixin. Yanî PDK dixwaze bi dest bixe. Ji bilî vê yekê ti wateya vê nîne. Bi van dan kirin, lê destpêkê rêveberiya DYE'yê xwest bi vî rengî bibe. Kes nikare vê ji nedîtî ve bê. DYE dixwaze çi bike, divê li Şengalê eşkere bibe. Destwerdana xwe didomîne, ev destwerdan bi kêrî kê tê, zerarê dide kê? Bi lêgerîneke çawa dike? Divê em vê bibînin. Dixwaze di çarçoveya armancên DYE'yê de rêveberiyên Iraq, Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bibin yek, li dijî PKK'ê têbikoşin. Armanc hate destnîşnakirin. PKK kirin hedef, piştre jî êrişê dibin ser her tiştên ne ji wan. Carna hinekan derdixînin pêş, êrişî PKK'ê jî dikin. PKK'ê dikin hedef. Ya ku bi navê PKK'ê dikin hedef, Kurdîtiya azad e, Şengal a xweser a demokratîk e. Hewldana ji bo tunekirina jiyana xweseriya demokratîk û azad a civaka me ya Kurdên Êzidî ye. Em vê fêhm dikin. Tirkiyeyê ev xwest. Ji bo peymanê rewa bikin ev kirin. Lewma biryarek û peymaneke ku li ser daxwaza DYE'yê û li ser ferzkirina dewleta Tirk hatiye wergirtin. Divê her kes bi vê zanibe.

NIKARIN TEBAXA 2014'AN JI NEDÎTÎ VE BÊN

Di vir de ya ku rola bingehîn dilîze PDK ye. PDK'ê şaşitiyeke dîrokî kir? Belê kir. Sûc kir, belê kir. Divê rexnedayina xwe bide, eger şaşitî kiribe divê sererast bike. Naxwe beşek ji dîrokê, mînak Tebaxa 2014'an nikare weke ku nebûye bihesibîne. Tîrmehê nikare weke ku nebûye bihesibîne. Weke ku dixwazin ji holê rakin, bi vî rengî nabe. Êrişkarî, dijminatiyeke bi vî rengî dike. Li şûna ku bêje, ez piştgiriyê didim gelê Şengalê, piştgiriyê didim jiyana demokratîk xweser û azad a Kurdên azad û bi vî rengî xwe bide qebûlkirin, şaşitî, sûcê ku berê kiribû dubare dike, bi zora hêzê dixwaze bandorê bike û ji bo vê jî hêza xwe hemûyî seferber dike. Ya ku PDK dike rast nîne. Li pişt êrişa li ser Şengalê dewleta Tirk û PDK hene. Emerîka jî xwest, Iraq jî neçarî vê hiştin. Rêveberiya Bexdayê ti carî bi taybetî jî li dijî Kurdan neçû ser xeta dewleta Tirk û PDK'ê. Ev pir pir girîng e. Eger bi vî rengî bibe wê şaşitiyeke dîrokî bike. Wê lingê xwe jê bike. Wê derbê li xwe bixe. Em vê yekê di bûyerên li qadên din de dibînin."

KURDÎTIYA PDK'Ê BÛYE MIJARA NÎQAŞÊ

Kalkan bal kişand ser dijminatî, qirkerî û pratîka sed salî ya dewleta Tirk û bi vî rengî li rewşa PDK'ê ya gihîştiye vê astê pirsî: "Bûye mijara nîqaşê bê çiqasî Kurd e. Demokratbûna wê, azadîparêziya wê ji xwe êdî kes qalê jî nake. Lê niha Kurdîtiya wê jî bûye mijara nîqaşê. Bala xwe bidinê; li Hewlêrê rêveberekî MÎT'ê hate kuştin, ji ber vê yekê hewl didin du ciwanên Kurd ên Bakurî bi darve bikin. Ev yek mijareke ku gelekî tê nîqaşkirin."

Kalkan bi bîr xist ku yek ji plansazê qetilkirina Diyar Xerîb ku mirovekî ji Başûrê Kurdistanê bû, ew kesê MÎT'ê bû ku li Hewlêrê hate kuştin û got, "Niha tu qîmetê mirovekî Kurd, mirovekî ji Başûrê Kurdistanê nîne, dikarin bên kuştin, xwedî lê dernakevin, lê dema ku ajanekî Tirk hate kuştin, dema ku kujerek hate kuştin, hingî qiyametê radikin. Ji bo wê jî ewqas dadgehan ava dikin. Nizanim cezayê îdamê didin. Ev nayê fêhmkirin. Rewş li holê ye, çi diqewime? Lewma dibêjim ku Kurdîtiya PDK'ê jî bûye mijara nîqaşê. Hezkirina ji Tirkan, hezkirina ji MÎT'ê ewqasî jî ne rewşeke baş e. Divê her kes vê bibîne, bi vê zanibe."

KURD Û EREB DU HÊZÊN BINGEHÎN IN

Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya nerazîbûna li cîhana Ereban li dijî dewleta Tirk rû da û anî ziman ku êdî eşkere bûye ku dijminê Kurd û Ereban e, maskeya li ser rûyê wan ketiye xwarê û rastiya qirker faşîst a senteza Tirk-Îslamê hatiye fêhmkirin û qebûlkirin.

Dûran Kalkan girîngiya tifaqa Kurd û Ereban jî nirxand û got, "Eger Rojhilata Navîn wê biguhere du hêzên bingehîn wê vê bikin; Kurd û Ereb. Azadiya Kurd û demokrasiya Ereb tenê dikarin Rojhilata Navîn a nû ava bikin. Ev yek jî bi tifaqa Kurd û Ereban, bi têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê dikare bê pêkanîn. Êdî li her derê tê dîtin. Tevgereke giştî rû dide. Em vê girîng dibînin. Divê hîn xurtir bibe. Divê li tevahiya cîhana Ereban belav bibe, li tevahiya cîhanê belav bibe."

Kalkan anî ziman ku yên veguherîna demokratîk dixwazin, yên li Rojhilata Navîn demokrasiyê dixwazin divê piştgiriyê bidin tifaq û têkoşîna Kurd-Ereban û got, "Em wan boykotan silav idkin. Bila rewşenbîr, siyasetmedar hîn bêhtir xeta Rêbertî bixwînin, hîn bibin. Bila parêznameyên Rêbertî bixwînin. Bila Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, têkoşîna PKK'ê baştir nas bikin, ji bo Erebistanê, ji bo Rojhilata Navîn destnîşan dike, divê bê fêhmkirin. Li ser PDK'ê bila hukmê li Kurdan nebirin. Xeta PKK'ê cuda ye. Bila vê bibînin, bi vî rengî hem li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û belavkariya wan helwesteke çalak nîşan bidin, hem jî vê helwest û têkoşînê bi tifaq û piştevaniya hêzên demokrasî û azadiyê ya Kurd re bikin yek. Banga me li ser vê bingehê ye. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em hem amade ne ji van tiştan re hem jî ji bo pêkahtina van çi ji destê me tê dikin."

ÊRIŞÊN NÛ YÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Dûran Kalkan ragihand ku Rûsya û dewleta Tirk ên nekarîn li Lîbya, Idlib û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şerê hev bikin, li Kafkasyayê li ber hev rabûne, ya ku jê re şerê Ermenistan-Azerbaycanê tê gotin, ya ku weke şerê Qerebaxê tê binavkirin, xwedî rastiyeke wiha ye. Kalkan diyar kir ku êdî rêveberiya Rûsyayê vê yekê bi rengekî vekirî tîne ziman. Kalkan diyar kir ku şerê li wir xitimiye, gihîştiye astekê; Tirkiyeyê nekariye li wir encamê werbigire, li ser vê yekê berê xwe ji nû ve daye Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, lewma dema dawî êrişên xwe zêde kiriye. Kalkan got, "Dibe ku êrişên mezintir bibin. Dibe ku hewl bidin dagirkeriyê bikin. Pêwîstiya faşîzma AKP-MHP'ê bi vê heye" û wiha dewam kir: "Divê kes şaşitiyê neke. Eger derfet û zemînê bibîne wê teqez vê bikin. Yanî eger destûrê ji DYE, Rûsya û Ewropayê werbigirin, mîna li Efrînê, li şerê Serêkaniyê wê êrişê bikin. Ji xwe niha êriş dikin. Ji Dêrikê heta Kobanê êrişî her cihî dikin. Li Efrîn û Serêkaniyê ji xwe qirkirinê dikin. Bi balafiran êriş dike, bi keşfê êriş dikin, sivîlan qetil dikin, rewşeke cidî û rewşeke nû heye."

KES NIKARE KURDAN BI VÎ RENGÎ NÎQAŞ BIKE

Mijareke din a ku Kalkan nirxand, di hevdîtinên yekîtiyê de yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dijberiya ENKS'ê ya li perwerdeya Kurdî bû. Kalkan got, "Zimanê Kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê yan na; me ev nîqaşa li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojava hate kirin rast nedît, bi wate nedît. Mirov vê nîqaşê dikarin weke sûcekî bibînin. Kes nikare Kurdan bi vî rengî nîqaş bike. Axaftina bi Kurdî dibe yan nabe, perwerdeya bi Kurdî dibe yan nabe; nîqaşeke wiha sûc e. Ev yek heqareta li Kurdîtiyê ye. Gelo civakeke din nîqaşê li ser hebûna xwe dike? Axaftin an jî perwedeya bi zimanekî din dibe mijara nîqaşê yan na? Baş e çima Kurd vê yekê nîqaş dikin? Hêza bi navê ENKS'ê vê yekê dide nîqaşkirin. Ev ENKS çi ye? Ji ku derketiye, ewqasî hatiye nepixandin, dibêjî qey li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ENKS heye, dibêjî qey ENKS'ê şerê azadiya Rojava meşandiye, nirxekî welê didin wan. Tiştekî bi vî rengî nîne. Em vê xetê baş nas dikin, di destpêka salên 1970'î de li dadgehên dewleta Tirk nîqaşa 'Kurd hene yan nîne' dihate kirin. Hebûna gelê Kurd kiribûn mijara nîqaşê. Niha jî li Rojava ziman kirine mijara nîqaşê. Ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê, bi neteweperestiyê, bi çand û pêşketina Kurdan nîne. Hemû ji bo berjewendiyên madî tevdigerin. Neteweperestiya wan jî, Kurdîtiya wan jî bi vî rengî ye. Careke din maskeya li ber rûyê wan kete xwarê. Her gotin nayê gotin. Her nîqaş weke nîqaşê nayê dîtin. Civaka Kurd bi temamî êşand. Wê nîqaşê êşand, divê her kes vê zanibe."

EM DI DEMA BERXWEDANÊ DE NE

Kalkan bal kişand ser zext û zordariya li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li HDP'ê û siyaseta demokratîk tê kirin û got, "Ji bo HDP'ê bêbandor bikin çi ji wan tê dikin. Ji bo tasfiyekirina HDP, HDK'ê tiştek nemaye ku nekirine. Hewl dan ber bi Kurdistanê ve dehf bikin nekarîn, hewl didin ji meclîsê biavêjin, nikarin. Her roj digirin, zextê dikin, weke partî nagirin lê ji girtinê xerabtir dikin. Ditirsin. Bi rastî jî eger hilbijartineke demokratîk pêk were wê HDP bibe partiya yekemîn. Di asta berxwedana li dijî faşîzmê de ye. Li dijî êrişkariyê li ber xwe dide, divê hîn bêhtir li ber xwe bide. Dibêjin, em hêzeke aştiyê ne, lê belê ya li hemberî wan hêza şer e. Li dijî hêzeke şer ji bo pêkanîna aştiyê divê mirov şerê ji bo aştiyê bike. Lewma divê berxwedana antîfaşîst neyê nixumandin, divê neyê xumamîkirin. Dema ku em tê de ne dema berxwedanê ye. Her kes li devera ku lê ye li gorî derfet û hêza xwe ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê divê têbikoşe. Ev hewldana hilweşandinê nabe ku tenê ji hilbijartinê û têkoşînê jî ji meclîsê re bihêlin. Ne desthilatdariyeke welê ye ku bi hilbijartinê biçe. Em nabêjin ku hilbijartinê nake, dikare bike, lê belê Kenan Evren jî hilbijartin kiribû. Hilbijartinên li Tirkiyeyê êdî bi vî rengî ye. Tenê bi hilbijartinê naçe. Êrişkariya topyekûn êrişkariya qirker faşîst a vê serdemê ye, lewma li dijî vê yekê berxwedaneke topyekûn divê. Li her qadê pêwîstî bi têkoşînê heye. Lê belê ya esasî ew e ku bi zimanê ku faşîzm jê fêhm dike divê bersiv bê dayin, têkoşîn bê meşandin, berxwedana şoreşgerî divê li her cihî were kirin. Divê bê xurtkirin. Li dijî van kujerên faşîst divê bi rêxistiniyeke bi zanebûn helwest bê nîşandan."

DIVÊ HELWESTEK MÎNA EGÎD CIVYAN BÊ NÎŞANDAN

Kalkan bal kişand ser sekn û helwesta fermandarê HPG'ê Egîd Civyan û got, "Xeta rast, xeta berxwedêrên Heftanîn, Xakurkê û Botanê ye. Xeta rast xet Egîd Civyan e. Li Şengalê pêşî li rûreşiya li eniya mirovahiyê girt. Rûyê mirovahiyê spî kir. Her kes wî bi bîr tîne. Bû ew fermandar ku li ber qirkirina DAÎŞ'ê rabû, yekemcar kir ku DAÎŞ têk biçe. Ji aliyê dîktatoriya Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ve hate qetilkirin. Ya rast li Botanê bi qetilkirina Egîd Civyan re hewl dan tola têkçûna DAÎŞ'ê ya li Şengalê hilînin. Ewqasî bi DAÎŞ'ê re yek in. DAÎŞ êdî nikare têbikoşe, nikare şer bike, nikare tolê hilîne, lê faşîzma AKP-MHP'ê valatiya wan dadigire. Xeta wan dimeşîne.

Bi rastî jî ewladekî leheng ê Geverê bû. Gelê me yê Geverê çiqasî pê serbilind be hêja ye. Ji her alî ve kesayetekî pêşeng û mînak bû. Welatparêzekî kûr bû, azadîparêz bû, hewl dida rastiya Rêber Apo bi kûrahî fêhm bike, di xeta jiyana azad de kûr bû, şoreşa azadiya jinê pjeirandibû û li ser vê bingehê ji bo azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn di xeta fedayî de şer dikir, milîtanekî welê yê şoreşger bû ku ji bilî vê yekê jiyaneke cuda qebûl nedikir. Mînak ev e. Ji bo yên ku dibêjin, 'divê em çi bikin' mirov dikarin bêjin ku divê em mîna Egîd Civyan bikin. Ji bo yên dibêjin, 'divê em çawa bibin' divê mirov bêje ku lazime em mîna Egîd Civyan bin. Faşîzm çiqasî êrişkar jî be şoreşgerî ewqasî kûr e, xurt e, azadîparêz e, demokratîk e û li ser xeteke xurt ber bi serketinê ve dimeşe."