Jiyana alternatîf a li Mexmûrê li Cenevreyê tê nîşandan

Jiyana alternatîf ku li kampa Mexmûrê di nava zor û zehmetiyên giran de hate afirandin, li Cenevreyê tê nîşandan. Wênevan Demîr Sonmez pêşangeh vekir û got, "Em dixwazin sîstemên alternatîf nîşan bidin."

Yek ji wênevanên navdar ên Cenevreyê Demîr Sonmez salên 2016-2017'an serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û wêneyên ku li wir kişand, li salona pêşangehê ya Navenda Şano ya Saint Gervais a Cenevreyê nîşan dide. Pêşangeha wêneyan bi sernavê "Ji çavên Demîr" hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên ku Sonmez di dema Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de kişandî, wêneyên li kampa Mexmûrê kişand û weneyên ji aliyê Adar Tûng a ji Navenda Çanda Mexmûrê ve hatine çêkirin tên nîşandan.

Wêneyên li Mexmûrê hatine kişandin û wêneyên penaber Adar Tûng ên li ser mijara jinê radixin pêş çavan bê jiyaneke alternatîf di çarçoveya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di nava zor û zehmetiyên giran de çawa dikare bê avakirin.

Pêşangeh wê heta 16'ê Hezîranê vekirî be û hemû hatineyên wê jî wê ji Navenda Çandê ya Mexmûrê re bêne şandin.

'EM JIYANA ALTERNATÎF A LI MEXMÛRÊ NÎŞAN DIDIN'

Wênevan Demîr Sonmez li ser pêşangehê agahî da û destnîşan kir ku pêşangeh jiyana alternatîf a li Mexmûrê ku di nava zor û zehmetiyan de ava bûye nîşan dide. Sonmez got, "Li Mexmûrê ku dewleta Tirk gelek caran êrîş dike û wextekê DAÎŞ'ê êrîş kir, li gel zor, zehmetî û astengiyan jî sîstemeke alternatîf hatiye avakirin." Sonmez destnîşan kir ku bi rêya vê pêşangehê wan xwestine jiyana li Mexmûrê nîşan bidin.

Sonmez bi dewamî got, "Tevî ku Mexmûr kampeke penaberan e, min li wê derê jiyan û sîstemeke ku li devereke din a cîhanê nîne dît. Bi rêya her wêneyekî li pêşangehê min xwest hem hebûna sîstema demokratîk a li Mexmûrê hen jî jiyana li wir raxim pêş çavan."